Wadha El-Cassem: Projeya Neteweya Demokratîk çareseriya hemû nakokiyên herêmê ye

Wadha El-Cassem teqez kir ku bi pêkanîna projeya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê wê ewlekarî, edalet û wekhevî bi ser bikeve û wiha got: "Rojhilata Navîn ji aliyê çand û olan ve zengîn e, ji bilî dewlemendiya wê di çavkaniyên binerd û çandiniyê de lewra dê bibe deverek îdeal ji bo jiyanê û penagehek aram ji bo kesên ku dixwazin di ewlehî û aramiyê de bijîn û dê rewşa jiyanê ji bo her kesê baştir bibe."

SÎBÎLIYA EL-ÎBRAHÎM
Minbic- Hevseroka Komîteya Hundir a Rêveberiya Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê Wadha El-Cassem destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk wê bibe çareseriya hemû nakokiyên li Rojhilata Navîn û bal kişand ku ji bo pêkanîna wê pêwîstî bi têkoşînê heye da ku aramî bi hevgirtina pêkhateyan û parastina destkeftiyan were mîsogerkirin.
Hevseroka Komîteya Hundir a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li Minbicê û gundewarên wê Wadha El-Cassem li ser pêwîstiya pêkanîna projeya neteweya demokratîk di nava gefên berdewam ên ji bo têkbirina wê de, got: "Herêm di qonaxeke hestiyar re derbas dibe ku qonaxa îsbatkirina hebûnê ye û wiha domand: "Pêkanîna projeya neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne hêsan bû, me bi bedelên bi hezaran şehîdan ev yek pêk anî. Tevî hemû êrîşên ku herêm kirin hedef û zehmetiyên em pê re rû bi rû mane jî me xwe bi projeya xwe ve girêda û destkeftiyên şoreşê û tiştên ku şehîdan pêşkêş kirin parastin, ji bo ku em bigihîjin vê qonaxê ku em ê paşguh nekin û em ê bibin yek ji bo serkeftina wê û ji bo ji gelên din re bibe mînak." 
Wedha El-Cassem piştrast kir ku welatên sermayedar û kolonyalîst her tim hewl didin projeya neteweya demokratîk têk bibin û bişkînin û got: "Ew naxwazin projeya neteweya demokratîk bibe ceribandinek serkeftî yan jî bibe mînakek ji bo gelên mayî. Dema ku gel serkeftina azmûna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibîne û li gel xwerêveberiyê bi rûmet û wekhevî bijî, wê hewl bide ezmûnê li welatên xwe pêk bîne û ev tişt e ku dewletên kapîtalîst û kolonyalîst qebûl nakin."
Tirkiye bi her awayî hewl dide projeya neteweya demokratîk pûç bike
Wadha El-Cassem teqez dike ku rejîma Tirkiyeyê bi her rêbazî hewl dide projeyê têk bibe, ji ber proje metirsiyê li ser armanca wê ya kontrolkirina navçeyên cîran dike û diyar kir ku lê ew weke bendaveke bêserûber li pêşberî van planan radiwestin û got: “Divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî şêwazên şer ên ku Tirkiye dimeşîne hişyar bin. Êrîş û şer ne tenê li ser aliyê leşkerî ye, ew ji bo bidestxistina armancên xwe gelek rêbazan bi kar tînin, di nav de şerê medyayî, derûnî, û şaneyên razayî. Ev hemû êrîş ji bo bêhêvîkirina gelan û têkbirina ewlekarî û aramiya ku em tê de dijîn in."
Her wiha bal kişand ku mebestên Tirkiyeyê ji bo kontrolkirina herêmê ne tawanên tesadufî ne   bingehên rasteqîn hene ku dewleta Tirkiyeyê gelek caran ragihandiye, bi taybetî di heyama dawî de û wiha got: "Beriya demekê Erdogan behsa bidawîhatina peymana Lozanê dikir ji bo ku rûmeta bav û kalên xwe bi dirêjkirina bandora xwe li ser herêmên cîran vegerîne." 
Wadha El-Cassem anî ziman ku piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk, DAIŞ'ê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve dihat fînansekirin, bi armanca berfirehkirina kontrola xwe li ser herêmê ji holê rakir, bi hemû rê û rêbazan hewl da ku vegere û wiha domand: "Piştî têkçûna DAIŞ'ê, Tirkiye û ajanên herêmê rasterast mudaxeleyî çeteyan kirin. Tirkiye û çeteyên wê Cerablûs, Ezaz, Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê dagir kirine. Bi dagirkirina gelek herêman têr nabe lê bi hincetên pûç gefan li wan dixwe û hemû hewla wê ew e ku projeya neteweya demokratîk têk bibe û serdema Împaratoriya Osmanî vegerîne."
Projeya neteweya demokratîk wê daxwazên hemû pêkhateyan pêk bîne
Wadha El-Cassem destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk xwestek û hêviyên gelan pêk tîne û wiha got: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan jî Sûriye weke welatekî ku ji aliyê çand, bawerî, netew, ol û ziman ve pêkhateyên cihêreng digre nav xwe ye. Ji ber vê yekê sîstemeke neteweyî li ser nayê ferzkirin. Projeya neteweya demokratîk a herî serkeftî ye."
 Wê amaja bi wê yekê kir ku Rojhilata Navîn ji aliyê çand û pêkhateyan ve dewlemend e û wiha got: "Projeya neteweya demokratîk û xwerêveberiyê ew ê jiyana hevbeş a hemû çand û pêkhateyan pêk bîne. Ji bo jiyana hevbeş a ku em jê re dibêjin di nava biratiya gelan de û rêzgirtina ji hemû çand, bawerî û neteweyan re di navbera van çandan de aheng, hevkarî û pêkvejiyan dê pêk were."
Çareseriya hemû nakokiyên li herêmê
 Wê amaje bi wê yekê jî kir ku di dema cîbicîkirina projeyê de mezhebperestî ji holê radibe û pêkhate dê li ser prensîba biratiya gelan bijîn, berovajî sîstemên neteweyî û ji hemû ol û mezheban re wê rêz were girtin. Weke rêber û ramanwer Abdullah Ocalan got: "Pirojeya neteweya demokratîk dê bibe alternatîfa sîstema kapîtalîst û çareseriya herî baş ji bo bidawîkirina nakokiyên Şîe-Sunnî her wiha dê ji bo pirsgirêka Filistîn û Israîl û pirsgirêka Kurd bibe çareserî."
Yekitî û hişmendiya rewşenbîrî projeya neteweya demokratîk diparêze
Wadha El-Cassem bi bîr dixe ku projeya neteweya demokratîk di bin êrîşan de ye û ji bo parastina wê divê hemû gelên herêmê bibin yek û wiha got: "Ev qonax hestiyar e, nemaze bi nêzîkbûna temambûna peymana Lozanê re ku dê heta sala 2023’an sedsal temam bibe. Ji bo hemî welatên vê herêmê û her wiha welatên ku hewl didin Rojhilata Navîn kontrol bikin dê guherînek bi kalîte pêk were."
Peymana Lozanê peymana aştiyê ye ku di sala 1923’yan de di navbera hevalbendên serkeftî yên şerê cîhanê yê yekem de bi pêşengiya Îngilistan û Fransayê ji aliyekî ve û Hikûmeta Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê ji aliyê din ve hat îmzekirin. Di peymanê de serxwebûna Tirkiyeyê û diyarkirina sînorên wê hatibû destnîşankirin.
Hevseroka Komîteya Hundir a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê Wadha El-Cassem di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêwîstiya hişyarî û hevgirtinê û wiha got: "Divê em mil bi mil bi hêzên xwe yên leşkerî re tevbigerin û ji bo serxistina projeya neteweya demokratîk a li vê herêmê em ji şehîdan re soza şopandina riya wan didin."