KNK’ê serdana partiya Aşuriyan û Yekgirtuya Îslamê kir

Serdanên Şandeya KNK’ê di çarçoveya xebatên yekitiya netewî dom de dikin. Şandeyê îro serdana partiya Aşuriyan û partiya Yekgirtûya Islamî kir. Di van kombûnan de behsa yekrêziya aliyên siyasî û dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê hat kirin.

Hewlêr- Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) di berdewamiya rêze serdanên xwe yên ji bo aliyên siyasî û Rêxistinên Başûrê Kurdistanê ji bo yekitiya Netewî û yekrêziya aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dom dike. Îro jî şandeyê bi pêşengiya Hevseroja KNK’ê Zeyneb Murad serdana partiya Yekitiye BÎP Nehrînî Niştiman ya Aşuriyan û Partiya Yekgirtûya Islamî kir. Şande di serdana ji bo partiya Aşûriyan de ji aliyê Serokê partiya Aşûriyan Yusuf Yaqûb ve hatin pêşwazî kirin. Di vê serdanê de behsa yekrêziya aliyên siyasî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê hat kirin. Di vê kombûnê de KNK’ê jî bal kişand li ser erkê ku dikeve ser milê wan pêkaniye, divê aliyê siyasî bi diyaloga hevbeş ya siyasî parastina xaka Kurdistanê bikin bi ol û netwên cûda ewê hewil bidin ku kongreya xwe ya netewî pêk bînin û li dijî dagirkeriyê bi sekinin.

“Rêya li pêşiya Kurdan jî yekrêzî û goftogoye”

Pîştî KNK’ê serdana partiya Aşûriyan kir li gel partiya Yekgirtiya Îslamê civiya pîştî kombûnê Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad di derbarê serdana bi Yekgitiya Islamê re nirxandin kir û got: “Guherinek li herêmê çêdibe, divê Kurd ji bo van guhertinan amade be. Rêya li pêşiya Kurdan jî yekrêzî û goftogoye. Metirsiyek mezin li ser pêşeroja Kurdistanê heye, bi taybet li ser Başûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk dixwaze dagir bike. Divê Kurd nakokiyan derbaz bikin û pirsgirêkên xwe bi goftogoyan çareser bikin, ji ber çavê welatan li xaka Kurdistanê ye. Erkê her Kurdekê ewe ku li beramberî dagirkeriya dewleta Tirk  berpisyariya xwe nişan bide.

Serdana KNK’ê ya li Hewlêrê bi aliyên siyasî re berdewame.