Valentina Abdel Karim Mahdi: Maf nayê dayîn, tê girtin

Endama Encûmena Xwecihî ya Navçeya Mualla ya paytexta demkî ya Yemenê Adenê, ku di heman demê de karmendiya îdarî ya Yekîtiya Jinên Yemenê Valentina Abdel Karim Mahdi banga têkoşîn û beşdarbûna jinan li xebatên siyasetê û mecrayên biriyargirtinê kir û got: “Werin di pêşxistina bîr û mecrayên biriyargirtinê de tevlîbûna xwe çêkin. Ji bo pêşeroja welat û gelê xwe em dahatoyek baş bidin çêkirin. Li bendê nebin kes maf bide we ji ber maf nayê dayîn tê sitandin.”

NOOR SURIB
Yemen - Li gorî amarên dawî yên Komîteya Bilind a Hilbijartinên Yemenê beşdariyeke siyasî ya bibandor a jinan di hilbijartinên dawî yên serokomarî û herêmî de dît ku hejmara berbijêrên jin di encûmenên xwecihî yên sala 2006`an de giha 185`an berî ku 11 namzedên jin vekişin. Ji ber bûyerên di sala 2011’an de li Yemenê rû dan û şerê Hûsiyan piştî wê beşdarbûna jinan di aliyê siyasî de kêm bûye, heta ku di cihên biryardanê de li derveyî kotaya siyasî ne. Hikûmeta parîte bi 24 personelên xwe yên ji 24 zilaman pêk tê û tevlîbûna jinan bi tevayî tinebûna erkên xwe hê jî dimeşîne. Li ser rastiya jinên Yemenê û beşdariya wan a di xebatên siyasete de me bi endama Encûmena Xwecihî ya Navçeya Mualla ya paytexta demkî ya Yemenê Adenê, ku di heman demê de karmendiya îdarî ya Yekîtiya Jinên Yemenê dike Valentina Abdel Karim Mahdi re hevdîtin kir.
“Min pişta xwe da hêza jinan û bi wê enerjiyê serketim”
Valentina Abdel Karim Mahdi di serî de tecrube û ezmûnên xwe yên ji sala 2006’an heya niha û hêza ku ji jinan girtiye wiha anî ziman: "Welatiyên herêman piştgiriya min kirin ku ez bawerî bi hêza xwe bînim û bibim namzed. Li gel wê jî biryara min a pêşkêşkirina tiştekî bo welatiyan û bajarê xwe Mualla bû sedema namzediya min. Di navbera min û namzedê partiya Îslah de hevrikiyek hebû, min karî zêdetir dengan bi dest bixim û di hilbijartinan de bi ser bikevim. Di roja hejmartina dengan de ji aliyê hinek hevrikan ve ez rastî gefan hatim, lê ziyan negiha min û min karî wan bişkînim.
Valentina Abdel Karim Mahdi li ser êş û azarên ku îro li herêmên rizgarkirî ji aliyê xelkê kêşan jî got: "Roj û serpêhatiyan îspat kirine ku hikûmeta dadmend têkçûye, ne xema wan welat e ne jî welatiye. Tenê xema wan parvekirina hêzê ye. Lê mixabin ev heft sal in di nav şer û pevçûnan de ne, ku welatî bûye qurbaniya birçîbûn, koçberkirin, kaos  û kuştinê.”
“Tirsa deshilatê ji jinan heye” 
Valentina Abdel Karim Mahdi Piştî destpêkirina şerê 2015’an û nebûna jinan di beşdariya siyasî de jî ev nirxandin kir: "Berdêlên şer û bandorên wê li ser jinan mezin in, bandorên aborî, civakî û siyasî jî di nav de hene. Hemû alî bê îstîsna dengê jinan istismar dikin ji bo ku di hilbijartinan de bi ser bikevin, lê belê hinek ji wan hatin tayînkirin. Lê piştî şerê sala 2015’an partiyan bi erêkirina serokomar hebûna jinan di hikûmetê de bidawî anîn û ev jî encama hezkirina ji kursiya desthilatê ye û ev hikûmet bi hemû pîvanan têkçûn e. Hetabe  partiya Kongreya Gel a Giştî jî, rewşa wan bi qasî partiyên din xirab e. Di serî de ji kêrhatinên jinan ditirsin, ji ber jin kursiyên desthilatdariyê wek perçeyên setrencê parçe dikin. Ev hincetên ku têkçûnan nîşan didin, ji ber ku hebûna jinan di navendên biryardanê de pêwîst e û eger bi bijarteyeke baş amade bûya, dê ji bo welat û gelê xwe gelek tişt pêşkêş bikirina. Ev jî belgeyeke din e ku ew ji hebûna jinên bihêz di navendên biryardanê de, di nav Encûmena Wezîran de ditirsin. Tinebûna jinan di navendên biryardanê de bandoreke neyînî li jiyanê dike û ew ji mafê wan bêpar kir. Beşdarbûna jinan dê ji bo berjewendiyê gel û welatiyan be, her karesatên xwezayî û nesirûştî pêk tê zirarên wê jin tehmûl dike.”  
Şer û bandora wê li ser jinan
Valentina Abdel Karim Mahdi derbarê rewşa jinan di dema şer de jî got: "Şer bandoreke neynî li ser jiyanê kir û ji ber zêdebûna hejarî, windakirina kar û nebûna kar û xizmetên tendirustiyê, neheqiyeke mezin li jinan û malbatên wan hat kirin. Her wiha rewşa ewlekarî ya kaotîk alîkariya jinan nake ku di dema tundûtûjiyê de parastina xwe bikin.  Gelek zarok û mêr bêyî mûçe diçin eniyên şer û hin ji wan tên kuştin û hin ji wan jî birîndar dibin. Ev hemû bandorê li jiyana jinan dike. Di şer de jinan ewlekarî, jiyaneke minasib ji dest dane. Ev jî di her qadên jiyana civakî de zêdebûna tundiyê bi xwe re aniye ku di nav de dozên hevberdanê, destavêtina zarokan, lêdan û belavkirina madeyên hişber û çekan jî hene.
Valentina Abdel Karim Mahdi girêdayî mekanîzmaya parastina li hember rêjeya bilind a tundûtûjiya li ser bingeha zayendî jî got: "Di bin banê Yekîtiya Jinên Yemenê de di her rêveberiyê de pêşengên me yên jin hene. Bi rêya rêveberek dozê, bi riya peywendiya bi hin dezgehên polîsan re, Rêveberiya Ewlekariya Adenê, şêxên taxan, meclîsên xwecihî û şebekeyên ku sendîka û komîteyên komînan ava kirine, em dikarin jina îstismarkirî biparêzin. Her wiha em hişyariyê li ser metirsiya tundiyê belav dikin. Xizmetên sendîkayê û tiştên ku ji jinan re pêşkêş dike didin nasîn, em kursên perwerdehiya rehabîlîtasyonê ji jinan re di pîşeyên ku alîkariya wan dike da ku xwe û malbatên xwe xwedî bikin saz dikin. Em çiqasî civakê perwerde bikin û xizmetguzariyê pêşkêş bikin jî dê hezkirina wê ya ji bo zayenda wê û baweriya wê ya bi hêza wê rewşa xirab a li ser jiyana jinan tê xuyan kirin baştir be. Divê qanûnên ku hemû mafên jinan bidin, bên pêşxistin û aliyên siyasî jî neçar bin ku heta 50 saliya xwe jinan tevlî rêveberî û navendên biryardanê bi rêjeya ji sedî 50 bikin.”  
Valentina Abdel Karim Mahdi di dawiya axaftina xwe de hêvî û bendewariyên xwe yên ji hikumeta Yemenê wiha anî ziman: "Ez hêvî dikim ku jin di navendên biryardayînê de cih bigirin. Peyama min ji jinan re jî ew e ku bizanin maf nayên dayîn tê standin. Li gorî vê yekê em beşdarî biryargirtinê bibin û bi riya formulekirina nêrîn û pêşniyarên ku alîkariya vejîna gel û neteweyê dikin tevbigerin."