Tulay Hatîmogullari: Hemû civak li benda gavên bên avêtin e

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari got: “Aştî ji bo me ne taktîkek e, stratejiya bingehîn e. Aştiya birûmet dermanê gelek xirabiyan e.”

Navenda Nûçeyan – Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê 5’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, parlamenterên DEM Partiyê yên li herêmê, hevserok û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tevlî kongreyê bûn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di kongreyê de axivî.

Tulay Hatîmogullari bi Kurmancî, Erebî û Tirkî xêrhatina beşdaran kir, Dayîkên Aştiyê, Hevserokên Giştî ya HDPê ya hatine girtin Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Leyla Guven û Ayşe Gokkan û hemûgirtiyên siyasî re silav û rêzên xwe şand, di şexsê Îsmaîl Agaç, Kadrî Bagdu, Metîn Alataş de hemû kesên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. Tulay Hatîmogullari da zanîn ku li ser çar aliyê welat ji ber şerên didomin di gengeşiyê de ne û wiha got: “Şerê di navbera Îran û Îsraîlê tevî agirbestê dewam dike hêj jî ranewestiya ye. Şerê li van axan destpêkirine belavî welatên dorê jî bûne û metirsiya çekên nukleerê heye. Divê em têkoşîna aştiyê xurt bikin.

‘Jinan felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dan nasîn

Tulay Hatîmogullari bilêv kir ku ew di ferqê de ne ku desthilat li herêmê lîstikên qirêj didomînin û got: “Em dizanin ku jin taybetî li herêmê, li Rojava modeleke ku bibe mînaka Sûriyeyê ava kirin û têkoşîneke mezin dan û bedelên giran dane. Li Rojava xebatên jin li pêş dixin ne tenê ji bo Sûriyeyê, li dijî desthilata mêr têkoşîna tê dayîn gelek girîng e. Felsefeya “Jin Jiyan Azadî” li her kesê dan nasîn û heskirin.”

‘Aştî ne hesabeke hilbijartin û siyasetê ye’

Tulay Hatîmogullari da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangeke dîrokî kiriye û got: “Em heta dawiyê li pey banga dîrokî ya Birêz Ocalan in û ji bo ev bang bi ser bikeve çi pêwîst be em ê pêk bînin. Ji bo me aştî ne gavek an jî taktîkek e. Aştî ji bo me ne hesaba siyasete û hilbijartinê ye. Ji bo me aştî stratejîk, jêveneger e. Divê Kurd, Tirk, Ereb û hemû neteweyên li vê heremê dijîn xwedî li banga Birêz Ocalan derkevin. Birêz Ocalan bi vê bangê xwest pirsgirêka Kurd ji şer ber bi avakirinekê ve guherand. Aştiya birûmet dermanê gelek xirabiyan e. Em wek gelên li herêmê li ser van axan bi awayeke xwişk-bira mezin bûne. Em di demeke wiha de di ferqa girîngiya aştiyê de ne. Bi sedan civînên gel, hevdîtin, serdan pêk anîn. Em dizanin ku dê aştî bi rehetî neyê û divê em xwe aştiyê bi hevkariyê rêxistin bikin. Taybetî têkoşîna karker û kedkaran di vê pêvajoyê de gelek girîng e.”

‘50’î milyon welatî dibin sînorê birçîbûnê de dijîn’

Tulay Hatîmogullari îfade kir ku li Tirkiyeyê li ser 80’ê milyon welatî dijî û 50’î milyonên van di bin sînorê birçîbûnê de dijîn û wiha dewam kir: “Karkarên madenê nîv tazî têkoşîna mafê xwe didin. Em hestên hevgirtinê bi wan re parve dikin. Zarok û xwendekar bi birçî diçin dibistanê. Çukurova ya warê çandiniyê ye, xizan maye. Jin û dayîk ji bermahiyan zebzeyê xirabûyî ji bo zarokên xwe dibin û li wan didin xwarin. Heke rewş li Çukurovayê wiha be hun Stenbol, Enqere û Îzmîrê bifikirin.”

‘Li şûna bersûcan kesên banga piştevaniyê kirine tên darizandin’

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê û wiha got: “Komkujiya herî hovane ya hatiye pêkanîn Komkujiya 10’ê Cotmehê ye. Li şûna kujeran yên ji bo tevlibûna mitîngê bangê hatiye kirine piştî 11 salan derbarê wan de doz tê vekirin û tên darizandin.”

‘Gavên şênber bavêjin’

Tulay Hatîmogullari got ku wan gelek caran ji bo gavên pêwîst bên avêtin bang li rayedaran kirine û ev tişt got: “Hemû civak li benda gavên bên avêtin e. Gavên şênber bavêjin. Herwiha divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê werin pêkanîn û ji bo van tu qanûn pêwîst nakin. Pêk neanîna van biryaran û amadenekirina qanûnan binpêkirina qanûnan bi xwe ye. Di çarçoveya biryarên DMME’yê divê hemû kesên hatine girtin werin berdan. Dîsa divê hevşaredarên hatine girtine werin berdan û qanûna qeyim divê were betalkirin û qeyimên hatine tayînkirin paş de werin kişandin.”

‘Jiyana sosyalîst dê li ser milê jin û ciwanan ava bibe’

Tulay Hatîmogullari di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku di avakirina jiyana sosyalîst de berprisyariya mezin dikeve ser ciwanan û wiha got: “Jiyana sosyalîst dê li ser milê jin û ciwanan ava bibe. Herwiha jin herî zêde li pêvajoyê xwedî derketin. Her li qadan bûn û têkoşiyan. Her dema ku zehmetî zêde bûn û şer giran bû jin her li pêş bûn.

Piştî axaftina Tulay Hatîmogullari dirûşmeyê “Jin Jiyan Azadî” û “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne” hate berz kirin.