Tulay Hatîmogullari: Em ê stratejiya xwe ya rêveberiyên herêmî bi jinan re diyar bikin
Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogullari, têkildarî stratejiya partiya xwe ya ji bo hilbijartinên herêmî yên Adara 2023’an axivî û got: “Polîtîkayeke ku tenê li ser windakirinê tê avakirin têra me nake.”
Navenda Nûçeyan- Meclisa Jinan a Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (HEDEP) li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civiya. Gelek jin beşdarî civînê bûn. Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogullari beriya civînê der barê geşedanên heyî de daxuyanî da. Tulay Hatîmogullari spasiya kesên ku di kongreya mezin a ku beriya demekê hat lidarxistin de ked dane û hemû siyasetmedarên jin ên di serdema berê de peywir bûn kir.
‘Di vî şerî de ruh û bedenên jinan têne parçekirin'
Tulay Hatîmogullari got ku dagirkeriya Îsraîlê ya li ser Filistînê derketiye qonaxeke din û diyar kir ku ji ber êrîşên Îsraîlê 2 milyon kes li qadeke teng ji bo jiyanê dijîn. Tulay Hatîmogullari got: “Êrîşên li ser Xezayê ne pêkan e ku were qebûlkirin. Di vî şerî de ruh û bedenên jinan tên parçekirin. Di vî şerî de me hemûyan dît ku bedenên jinan çawa tên teşhîrkirin û siyaseteke çawa tê meşandin. Mixabin di tevahiya dîrokê de destavêtina sîstematîk a li ser bedena jinan di şeran de weke rêbaz hatiye bikaranîn.”
‘Dema êrîş li ser Xezayê berdewam dikirin li Rojava jî qadên sivîlan hatin bombebarankirin’
Tulay Hatîmogullari bal kişand ku dema êrîşên li ser Xezayê berdewam dikirin, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hat bombebarankirin û wiha got: “Li Rojava santralên elektrîkê, nexweşxane, îstasyonên sotemeniyê, dibistan, ango hemû qadên sivîlan hatin bombebarankirin. 5 milyon kes bûn hedef di van êrîşên sivîlan de. Îsraîl dixwaze Filistîniyên li Xezayê dijîn, ger Misir qebûl neke, dersînorî çolên Necefê bike. Hikûmeta Tirkiyeyê li dijî vê yekê derdikeve lê li Efrînê jî heman tiştî kir. Bi organîzekirina operasyona bejahî ya li ser Efrînê, gelê Kurd û gelên din ên li Efrînê dijîn ji vir derxistin û li ser guhertineke mezin a demografîk xebitîn. Niha jî dixwazin vê projeyê li tevahiya Rojava bimeşînin. Ne pêkan e ku em vê yekê qebûl bikin.”
‘Li Rojhilata Navîn du birînên sereke hene’
Tulay Hatîmogullari da zanîn ku li Rojhilata Navîn du birînên sereke hene û got: “Yek pirsgirêka Kurd û ya din jî pirsgirêka Filistînê ye. Mixabin heta ev her du pirsgirêk li derveyî nêzîkatiya netew-dewletê li ser bingehê demokratîk neyên çareserkirin, heta ku bi rêveberiyeke konfederal a demokratîk neyên çareserkirin, mixabin herêm nikare nefesê bigre.”
‘Divê Tirkiye demildest ji Sûriyeyê derkeve’
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku divê Îsraîl êrîşên xwe yên li dijî Filistînê demildest bide sekinandin, her wiha divê demildest êrişên bi fermana Tirkiyeyê li dijî Rojava tên kirin jî bên sekinandin û got: “Divê tevahiya hêzên çekdar ên Tirkiyeyê demildest xwe ji Sûriyeyê vekişînin. Di serî de pirsgirêka Kurd divê Tirkiye demildest pirsgirêkên xwe bi riyên demokratîk û aştiyane çareser bike. Ji bo ku Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê bikarin di nava edalet, aştî, wekhevî û xwişk-biratiyê de bijîn, em neçar in mifteya çareseriyê bibînin û pêvajoyeke zagonî bi hev re ava bikin. Werin em bi hev re hîn bêhtir li gel gelên Kurd û Filistînê bin.”
‘Em jin dikarin tevgera aştiyê ava bikin’
Tulay Hatîmogullari da zanîn ku banga wan a herî girîng ji bo jinên cîhanê bi taybetî li Rojhilata Navîn e û got: “Em dikarin sînoran derbas bikin, bi destên hev bigrin û li ser xeta enternasyonal tevgera aştiyê ava bikin. Di serî de Rojhilata Navîn, pêdiviya hemû cîhanê bi vê yekê heye. Em jin bi hev re dikarin rê li ber rijandina xwînê bigrin.”
‘Divê Abdullah Ocalan azadiya xwe ya fizîkî bi dest bixe’
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê didome û got:
“Ev 32 meh in ne malbat ne jî parêzer dikarin pê re hevdîtinê bikin. Ev rewş, di tu rejîmên otorîter ên cîhanê de nehatiye jiyîn. Dixwazim careke din balê bikşînim ser girîngiya fikrên birêz Ocalan ku di çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên gelên herêmê de. Di serî de pirsgirêka Kurd, ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelan divê demek beriya demekî tecrîda li ser birêz Ocalan bê bidawîkirin û ji hêla fizîkî ve azad bibe. Di serî de gelê Kurd, ev daxwaz daxwaza hemû gelên herêmê ye. Em jinên Tirkiyeyî û tevgera jinên Kurd divê bi destên hev bigrin û têkoşîna aştiyê mezintir bikin.
Tirkiye ji bo jinan karesatan diafirîne
Desthilatdariya Tirkiyeyê, karesatên ji şer mezintir tîne serê jinan. Ji Peymana Stenbolê vegeriyan tevî ku temînata jiyana jinan bû. Her wiha pergala hevserokatiyê û rêgeza nûnertiya wekhev weke sûc nîşan dan û qeyûm tayînî îradeya jinan kirin. Ji şêweyê lixwekirina cil û bergan heta şêweyê jiyanê û hejmara zarokan, mudaxeleyî her tiştekî jinan dike. Mîna Hîtler li Elmanyeyê kiribû, li vir jî heman rejîm tê avakirin. Li vir banga min ji bo Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ye; peywira we ne ew e ku çav berdin destkeftiyên jinan, peywira we ew e ku hûn van mafan biparêzin û xurtir bikin.
Di 9 mehan de 323 jin hatin qetilkirin
Tenê di nava 9 mehên sala 2023’an de 323 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. Webala van komkujiyan di stûyê wan de ye. Divê hevdîtineke ji bo bisînorkirina mafê nefeqeyê ya li meclisê nexin rojeva xwe jî. Êşa krîza aborî ya li welat herî zêde em jin dikşînin. Hesaba beroşa li malê dikele ji me tê pirsîn. Weke ku krîza aborî, xizanî û birçîtî bes neke, îcar jî rastî tundiya nava malê tên. Heke em nikaribin xwe xwedî bikin û cihê mayîna me nebe, sedema vê ev rejîm, ev pergale ye.”
‘Siyaseta ku tenê li ser bingeha windakirina desthilatdariyê be têrî me nake’
Tulay Hatîmogullari di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinên herêmî yên li pêş û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da. Tulay Hatîmogullari bal kişand ser stratejiya partiya xwe ya hilbijartinên herêmî û got:
“Di mijara hilbijartinên rêveberiyên herêmî de rêgezên me hene. Em ê li gorî van rêgezan rola xwe bilîzin. Ya herî girîng jî ew e ku wê şaredariyên xwe ji qeyûman bistînin. Em ê şaredariyên nû li şaredariyên xwe zêde bikin. Ji bo pirsa ‘gelo wê ji bo bajarên li rojavayê Tirkiyeyê heman stratejiya sala 2019’an be’ jî dikarim vê bibêjim; siyaseta ku tenê li ser bingeha bi îqtîdarê bidin windakirin be têrî me nake. Hewldana me ew e ku birêve bibin. Stratejiya me ya ku bi hinekan bidin windakirin rast e lê divê em bêhtir li ser nîqaşan bikin. Ji bo vê jî wê li Amed, Mêrdîn, Wan û Stenbolê atolyeyên jinan bên lidarxistin. Em jin wê di van atolyeyan de stratejiya hilbijartinên rêveberiyên herêmî diyar bikin. Piştre jî wê di konferansa me de stratejî bê eşkerekirin.”
‘Em ê di riya 3’emîn de tifaqa jinan biafirînin’
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ew ê di riya 3’emîn de tifaq û hevgirtina jinan mezin bikin û jiyana nû bi hev re birêsin û wiha domand: “Di vê mijarê de têkoşîna me ya li dijî pergala baviksalarî ya ku 5 hezar sal in didome, heta roja îro hatiye. Tevgera jinan a Tirkiyeyê û tevgera jinên Kurd bi destên hev girtin û tecrubeyên pir xweş raber kirin. Ev rejîma otorîter, barê li ser milên me, zincîrên di piyên me de girantir dike. Em dikarin bi hev re li dijî vê rejîma otorîter têbikoşin û vê axa mirî ji ser xwe biavêjin. Derfet hene ku em gavên mezin biavêjin.
Niha dem dema piştevanî û xwebirêxistinkirinê ye. Di serî de jin, em ê derî bi derî, kolan bi kolan, tax bi tax xwe birêxistin bikin. Li dijî zîhniyeta ku dibêje ‘herin malê tenê xwarin û zarokan çêkin’, em ê bi xurtkirina rêxistiniya xwe ya herêmî bersivê bidin. Ez bawer im ku em ê vê bikin.”