Ji TAJÊ banga ‘Dengê xwe bidin kesên ji bo civakê dixebitin’
Berdevka Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Sûham Şengalî têkildarî hilbijartina parlamentoya Iraqê got, “Civak dixwaze bi nûnertiyeke rast tevlî siyaseta li Iraqê bibe û çarenûsa xwe bi xwe diyar bike” û banga ‘Dengê xwe bidin kesên ji bo civakê dixebitin’ kir.
 
					Şengal – Di 11’ê Mijdarê de dê hilbijartina 6’an a Parlamentoya Iraqê pêk were. Ev hilbijartin di nava rewşeke siyasî ya aloz û pirsgirêkên nû, guherîn û veguherînên li Rojhilata Navîn de rû didin û bandora wê ya li ser Iraqê, tê lidarxistin.
Di vê hilbijartina ku civak wek derfeta guherîn û veguherînin dibîne de Şengal, xwedî cihekî girîng e. Ji ber ku li Şengalê kîjan partî biser bikeve, ew ê di diyarkirina siyaseta Iraqê de jî dibe xwedî hêz û gotin. Ji ber vê sedemê civaka Êzidî jî hewl dide di vê hilbijartinê de nûnertiyeke xwe bişîne parlamentoya Iraqê da ku di siyaseta Iraqê de bibin xwedî rol û gotin.
‘Ji 3 aliyan mudaxale li ser Iraqê heye’
Têkildarî hilbijartina Iraqê, bandora wê ya li ser hemû Iraqê û Rojhilata Navîn, girîngiya Şengal û civaka Êzidî, Berdevka Komîteya Dîplomasiya Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) Sûham Şengalî ji ajansa me re axivî. Sûham Şengalî diyar kir ku dê di 11’ê Mijdarê de hilbijartina parlamentoya Iraqê pêk were û destnîşan kir ku di pêvajoya evqas dijwar de ku li her derê şer heye, li cihekî wek Iraqê pêkhatina hilbijartinê di nav civakê de dibe hêviya ku dê vê carê guhertin çêbibin û wiha got: “Gelek kes dibêjin dê hilbijartin çêbe lê hinek alî jî ji ber gefên Amerîka û Îsraliyê dibêjin dibe heta kêliya dawî jî hilbijartin were betalkirin. Lê di her du wextan de jî hilbijartina ku di rojevê de ye gelek girîng e. Ji siyasî bigire heta qanûnî ve ji her ali ve li Iraqê kêmasî hatin jiyîn. Erdê Iraqê ji aliyê sê dewletan ve tê dagirkirin. Tirkiye ji hêlek ve lê dide, Îran ji hêla din ve mudaxele dike, dewletên Ewropayê û hwd. Gelek hêzên cuda li Iraqê hene, ji ber vê yekê bi salan e tevliheviya li Iraqê çareser nebûye. Û ji ber vê sedemê civak bi bendawariyeke guhertinên mezin çê bibe nêzî hilbijartinê dibe.”
‘Dengê xwe bidin kesên ji bo civakê dixebitin’
Di axaftina xwe de Sûham Şengalî bal kişand ser hewldana civaka Êzidî ku dixwaze nûnertiyeke rast bişîne parlamentoya Iraqê û ev nirxandin kir: “Ev 11 sal in, heta beriya fermanê jî civaka Êzidî hewl dida bi nûnertiyeke rast tevlî siyaseta Iraqê bibe. Bi taybetî piştî fermanê helwdanên bi vî rengî çêbû. Dinya alem vê yekê baş dizane hilbijartina beriya vê jî bi awayekî şefaf û zelal pêk nedihat. Beriya niha PADÊ hewl da nûnertiyek bişîne lê ev yek bi fen û dolaban hat astengkirin û nehiştin PADÊ li ser navê civaka Êzidî biçe parlamentoyê. Heta niha PDK bi dek û dolaban, bi pereyan kesên girêdayî xwe dişîne parlamenoyê û ew kesên ku diçin parlamentoyê rasterast li dijî civaka Êzidî û doza wê yê. Wek mînak Miheme Xelîl û Viyan Dexîl beriya fermanê jî di parlamentoya Iraqê de cihê xwe digirtin. Civaka Êzidî bi çavên xwe didîtin ku ji bo civaka Êzidî tiştek nekirin berevajî wê, zirarê dan civakê, tenê ji bo berjenwendiya xwe yên hizbî xebitîn. Ji hêla dîtir ve di vê pêvajoya hilbijartinê de civaka Êzidî bi vîna xwe ya azad kê dirûst bibîne, kê temsiliyeta wê bike dengê xwe bide. Hêviya me ji civaka me heye ku dengê xwe bidin kesên ji bo civakê dixebitin.”
Xeyala xiyanetkaran a vegera Şengalê!
Berdevka Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Sûham Şengalî ragihand ku di propagandayên hilbijartinê de tiştên dûrî rastiyê têne gotin û wiha pê de çû: “Mînak li başûrê Kurdistanê dema propagandayên hilbijartinê destpê kir, Nêçîrvan Barzanî derket û got me ji bo rizgarkirina Şengalê bi hezaran şehîd dane. Wekî ku kesek vê rastiyê nedîtiye û fermanê nedîtiye wisa diaxivin. Dinya alemê dît ku sedema fermanê PDK bû. Bi DAIŞ’ê re hevpeman îmze kirin, 9’ê Cotmehê îmze kirin, Şengalê firotin, van tiştan herkes dizane lê tevî vê jî radibin dibêjin me Şengal rizgar kir, me li ber Şengalê şehîd dan. Bi awayekî bê şerm van tiştan dibêjin.”
‘Kî nûnertiyeke rast bike em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin’
Sûham Şengalî xiyaneta PDK’ê ya li hember civaka Êzidî, fermana 3’yê Tebaxê, peymana 9’ê Cotmehê bi bîr xist û da zanîn ku hêzên wek PDK her carê dibêjin dê wek berê vegerin Şengalê û ev tişt gotin: “Herî dawî 9’ê Cotmehê îmze kirin û piştî demekê Mesût Barzanî got me nedikarî bi tu awayî 9’ê Cotmehê bikin meriyetê. Tevî ku piştgiriya dewletên derve ji bo peymana 9’ê Cotmehê hebûn, rûxmî ku Neteweyên Yekbûyî jî tê de bû, dewleta Tirk zextê dikirin nikaribûn peymanê pêk bînin. Radibin dibêjin pêşmerge dê vegerin Şengalê wekî ku ferman pêk nehatiye û civaka Êzidî ewqas êş nedîtiye. Êdî ew di xewna xwe de jî nikarin vegerin Şengalê. Ji hêla din ve di nav civaka Êzidî de hinek kesayetên ku xwe bi pereyan firotine derdikevin dibêjin pêşmerge û PDK me xilas kirin. Digel ku dizanin PDK di fermanê de hevpeyman bi DAIŞ’ê re îmze kir û Şengal firot, lê ji bo berjewendiya xwe dibêjin PDK me xilas kir. Bi rastî jî divê civaka me li hember kesayetên bi vî rengî derkeve. Di nav civaka Êzidî de li hember PDK’ê bertek û nerazîbûn heye. Civaka me bi rastî jî nûnerên xwe bi destê xwe diyar bikin û nedin kesên ku xiyanet li vê civakê kirine. Bi destê xwe bi îradeya xwe çarenûsa xwe hilbijêre. Wek rêxistina Şengalê ku ev 11 sal in xwe bi rêxistin dikin, însanên ku bikaribibin temsiliyeta civaka me bikin em ê heta dawiyê piştgiriya xwe bidin û civak jî bi vî heasiyetê tevbigere. Em ê piştgirî bikin kesên ku bikaribin temsiliyeta me li parlamentoyê rast bikin û jenosaîdê bi Iraqê bidin qebûlkirin.”
Banga hilbijartinê ji bo civaka Êzidî
Di dawiya nirxandina xwe de Sûham Şengalî da zanîn ku divê civaka Êzidî dengê xwe bide însanên layîq ku bikaribe temsîliyeta civakê bide û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Em ji civaka xwe re dibêjin divê li hember kesên ku xiyanet li civaka me kirine, xwedî helwest bin. Divê civaka Êzidî êdî bi destê xwe nûnerên xwe hilbijêrin û ji bo vê em bang li civakê dikin. Her wiha wek jinên Êzidî bi her awayî li dijî van mirovên ku xiyanetê li civaka xwe dikin û diçin xwe bi hizbên ku berpirsên fermanê re girê didin, derkevin. Di serî de jinên Êzidî dê civaka Êzidî nehêlin Şengal vegere beriya fermanê. Şengala niha ne Şengal beriya fermanê ye. Civaka Êzidî, jinên Êzidî, ciwanên Êzidî xwedî rêxistin, îrade û xweparastinê ne. Divê her kes jî hesaba vê yekê bike û vê ya baş bizanibin dê nikaribin xeyalên xwe pêk bînin.”
