Serdanên Iraq û Sûriyeyê: Rabirdûya Colanî fikaran çêdike

Serdanên di navbera Iraq û Sûriyeyê de bi fikar têne şopandin, nemaze li Iraqê. Her çend bal tê kişandin ser rabirdûya Colanî li Iraqê wekî beşek ji El Qaîdeyê, tê gotin ku nêzîkbûnek gengaz dê krîzek ewlehiyê biafirîne.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Iraq – Hilweşîna rejîma Esed bi gavên hişyar hat pêşwazîkirin, nemaze ji aliyê welatên cîranê Sûriyeyê ve. Yek ji van welatan Iraq bû. Iraqê mijarên wekî dê çi celeb avahî ji aliyê Sûriyeyê ve were avakirin û ev avahî dê heta çi radeyê bikaribe gefên muhtemel ji holê rake, anî rojevê.

Piştî hevdîtinên di navbera herdu welatan de, kesayetiyên pêşeng ên Iraqê li ser xurtkirina hevkariyê daxuyanî dan, di heman demê de tekez li ser wê yekê hat kirin ku divê têkilî bi awayekî hesas werin parastin.

Sedema sereke ya vê tekez kirina li ser hesasiyetê wekî DAIŞ û "fikarên ewlehiyê" hate ravekirin. Ji aliyekî din ve, rabirdûya Colanî, serokê rêveberiya demkî ya cîhadîstên Sûrî ya Tehrîr el-Şam (HTŞ), di El Qaîdeyê de û piştre, wekî faktorek ku van têkiliyan diyar dike, li ser maseyê dimîne.

'Nêzbûna hikumeta Iraq û Sûriyeyê dê pirsgirêkan ava bike'

Alîkara Mamosteyê Navenda Lêkolînên Stratejîk û Navneteweyî li Zanîngeha Bexdayê, Lîna Îmad El-Musewî da zanîn ku ev mijarek pir hesas e di têkiliyên herêmî de, bi taybetî di navbera Iraq û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de û got: "Her vebûneke fermî yan nerasterast ji bo El-Colanî dibe ku ji aliyê beşên berfireh ên nifûs û civakê ve bi redkirinê re rûbirû bimînin, bi taybetî li parêzgehên ku piştî dagirkirina Dewletên Yekbûyî ji tundiyê êş kişandin. Ev nêzîkbûn dikare bibe sedema zêdebûna helwestên bi hevalbendên berê yên Sûriyeyê re, weke Îran û Rûsyayê yên ku li dijî Heyet Tehrîr El-Şam in. Pirsgirêka duyem fikar û dijwarî û çawaniya zêdekirina bawerî û hevkariya hevbeş derdixe holê."

'Bandora îdeolojîk a HTŞ'ê ser herêmê xeteriyan ava dike'

Lîna El-Musawî metirsiyên xwe yên der barê ji nûve sazkirina komên tundrew di bin sîwana siyasî de anî ziman û got: "Potansiyela berfirehbûna bandora îdeolojîk an rêxistinî ya Heyet Tehrîr El-Şam li seranserê sînor, aramiya rojavayê Iraqê dixe xeterê. Divê di navbera hikumeta Sûriye û Iraqê de der barê ewlehiya sînor û têkoşîna li dijî qaçaxkariyê bê xurtkirin. Aliyên navneteweyî jî dikarin weke navbeynkar beşdar bibin da ku rageşiyê sivik bikin."

'Ji ber kiryarên takekesî nabe ku hemû gel werin cezakirin'

Seroka Meclisa Rêveber a Navenda Mafên Jinan Meha El-Sekban da zanîn ku beşek mezin ji Iraqiyan Ehmed El-Şeraa berpirsyarê beşdarbûna di şerê li dijî wan de ji dema hilweşîna rejîmê li Iraqê di sala 2003'an de dibînin û got: “Nabe ku ji ber kiryarên takekesî hemû gel werin cezakirin. El-Colanî kesek e lê dema ku bû nûnerê dewletek nabe ku gelê Sûriye û Iraqê ji ber tiştên ku wî kirine, berpirsyar bên dîtin."

'Gelê Sûriyeyê û Iraqê yek in'

Rojnamevan û Seroka Rêxistina Malbat û Civakê ya Pêşxistina Domdar Eşwaq El-Bedrî tekez kir ku gelê Iraqê bi riya têkiliyên xwînî û malbatî bi gelê Sûriyeyê re girêdayî ye û got: “Tu pirsgirêk bi gelê Sûriyeyê re nîn e. Pirsgirêk tenê rêveberiya demkî ye ku Ehmed El-Şeraa gelek ziyan daye gelê Iraqê di dema serweriya DAIŞ’ê de. Ji ber vê em rêveberiya demkî red dikin. Gelên Iraq û Sûriyeyê yek in. Ew bi riya çalakiyên çandî ku ji hêla civaka sivîl ve tên lidarxisitn, li hev dicivin ev jî têkiliyên wan xurtir dike. Em ji ber êşên ku gelê me li Sûriyeyê kişandiye,  koçberî, kuştin û zilmê dîtiye pir xemgîn in. Ji ber ku em jî di van ezmûnan re derbas bûne û baş dizanin çendî zor in.”