Sala 2025’an ji bo jinên Yemenî: Têkoşîn didome
Li Yemenê jin ji pêvajoyên biryardanê têne dûrxistin. Her çend rêxistinên civaka sivîl tenê piştgirî di parastina mafên jinan de bûne jî, Yekîtiya Jinên Yemenê di warê xurtkirina aborî û civakî de roleke girîng lîstiye.
RAHMA ŞANZÛR
Taîz – Sala 2025’an ji ber nebûna qanûnên piştgir, kêmbûneke berdewam di destkeftiyên siyasî yên jinên Yemenî de nîşan da. Ev yek berovajî rola zêde ya rêxistinên civaka sivîl, tevî pirsgirêkên şer û krîza aborî, di parastin û hêzdarkirina jinan a ji hêla aborî û civakî ve bû jî.
Sabah Rajih ku Cîgira Seroka Yekîtiya Jinên Yemenê ye, piştrast kir ku sala 2025’an ji bo jinên Yemenî tu destkeftiyên siyasî yên rastîn neaniye. Sabah Rajih diyar kir ku ji ber nebûna rêzikname û biryarên qanûnî yên ku dê rê bidin jinan ku bigihîjin pozîsyonên biryardanê, rewşa jinan îsal ji salên berê cûda nebûye. Sabah diyar kir ku gotinên li ser destkeftiyên siyasî yên jinan di sala 2025’an de, ‘derew’ in. Sabah anî ziman ku jin di heman pozîsyonên ku bi salan e digirin de dimînin, nikarin bigihîjin platformên siyasî yên bi bandor an jî bighîjin qanûn an polîtîkayên ku dê beşdariya wan a siyasî zêde bikin an jî di qada giştî de îmtiyaz an derfetên rastîn bidin wan.
Hebûna bi vîna rayedaran ve sînordar e
Sabah got ku “Îsal tu qanûnên ku ji bo jinan xizmetê dikin nehatin derxistin. Tu biryar nehatin dayîn ku ew bikaribin bighîjin pozîsyonên biryardayînê. Hebûna wan a siyasî bi îradeya rayedaran ve sînordar e, ne ku mafek destûrî an qanûnî ya zelal be.” Berovajî vê nebûna fermî, Sabah Rajih destnîşan kir ku rêxistinên civaka sivîl, di serî de Yekîtiya Jinên Yemenê, di piştgiriya jinan û peydakirina xizmetan a di warên cûrbecûr ên wekî aştî, hêzdarkirin, hişyarî, piştgiriya qanûnî û dozgeriyê de, rolek girîng dilîzin.
Ji bo jinan cihek bi ewle peyda dike
Sabah Rajih diyar kir ku yekîtî ji bo jinên ku rastî binpêkirinan hatine, nemaze di rewşên şantaj û tundiyê de, cîhek bi ewle peyda dike û wiha domand: “Gelek jin bi rêya yekîtiyê derbarê mîrat, welayet, mafên serdanê, an mijarên wekî êrîş û şantajê de karîne mafên xwe îdîa bikin û bi rêya dadwerî û dozgeriyê encamên erênî bi dest xistine. Sendîkayê piştrast kir ku, bi hevkariya rêxistinên din, li ser amadekirina belgeyan û înîsiyatîfên parêzvaniyê dixebite da ku daxwaza tevlêbûna jinan a li meqamên desthilatdarî û biryardanê de bike. Her çend ev daxwaz hîn nehatine bicîhanîn jî, xebata parêzvaniyê ji bo vî mafî berdewam dike.”
Hêzdarkirina aboriyê di jîngeheke şer de
Sabah Rajih diyar kir ku Yekîtiya Jinên Yemenê girîngiyek mezin dide hêzkirina aborî ya jinan, nemaze di demekê ku gelek jin di bin şert û mercên awarte yên ku ji ber şer çêbûne de bûne debara malbatên xwe. Wê got ku Yekîtî ji bo baştirkirin û perwerdekirina jinan dixebite, piştre tevî rewşa aborî ya dijwar û pevçûnên berdewam jî, bi projeyên biçûk piştgirî dide wan ku alîkariya wan dike da ku bibin xweser û piştgiriyê bidin malbatên xwe. Sabah anî ziman ku ev hewldan, digel saziyên civakî yên din ên sivîl, tevî çavkaniyên sînorkirî, bandorek berbiçav li ser jiyana jinan dikin. Sabah behsa pirsgirêkên herî girîng ên ku bandorê li ser xebata Yekîtîyê û rewşa jinan bi giştî dikin kir û got ku di serî de kêmbûna piştgiriya bexşvanan ku bûye sedema kêmkirina çalakiyan û nekarîna pêkanîna bernameyan li gorî hewcedariyê, pirsgirêk in.
Nebûna çarçoveyên yasayî yên ku van sûcan çareser dikin
Wê her wiha destnîşan kir ku jin barê herî giran ê van krîzan hildigirin, bal kişand ser şerê berdewam û dorpêçkirina Taîzê, rewşa aborî ya xirabtir, lêçûna jiyanê ya zêde û dayîna mûçeyên nerêkûpêk a li gelek deveran. Li gorî daxuyaniya wê, di nav pirsgirêkên herî berbiçav de nebicîhanîna biryar û peymanên navneteweyî yên ku ji hêla Yemenê ve derbarê mafên jinan de hatine pejirandin, zêdebûna tundiya li dijî jinan û derketina holê ya pirsgirêkên nû yên wekî zordariya sîber hene. Sabah da zanîn ku hemû di nebûna çarçoveyên qanûnî yên zelal ên ku van sûcan çareser dikin de, çêdibin.
Tundî zêde dibe û jin herî zêde bi bandor dibin
Sabah Rajih piştrast kir ku rêjeyên tundiya li dijî jinan hem li Taîzê û hem jî li Yemenê bi gelemperî bi berdewamî zêde dibin. Sabah, destnîşan kir ku tundiya rojane ji ber şert û mercên aborî, pevçûnan, bêaramiyê û nebûna qanûnên astengker, zêde dibe. Sabah diyar kir ku jin hem di nav malbatê de û hem jî di civakê de wek koma herî xeternak a binpêkirinan dimînin û tekez kir ku pêdivî bi rêziknameyên qanûnî yên ji bo parastina jinan û piştgirî û zexta navneteweyî ji bo mîsogerkirina pêkanîna van qanûnan heye.
‘Divê malbat bawerî û piştgirî bidin perwerda keçan’
Sabah di axaftina xwe de li jinên Yemenî anî ziman ku divê ew bihêz û bi xwe bawer bin, ku divê nekevin bin dengên ku rolên wan kêm dikin an jî dixwazin hebûna wan qels bikin. Sabah ev pêşniyar ji bo jinan û civakê kirin: “Tiştê ku dê di demek dirêj de bidome, xebata berhevkirî û avakirina bingehek civakî ya bihêz e. Divê malbat jî girîngiya perwerdehiya keçan fam bikin û bawerî û piştgirî bidin wan. Ji ber ku perwerde çeka herî girîng e ji bo parastina jinan a ji destdirêjî, binpêkirin û şantajê û ji bo hêzdarkirina wan a ji bo çareserkirina zehmetiyan. Jin ne bi sînorkirina di nav çar dîwaran de, bi tevlîbûna di civakê de û afirandina guhertinê dikarin werin parastin, da ku ew nêzîkî rastiyê bibin û bêyî şok an jî dûrxistinê bikaribin bi wê re mijûl bibin.”
Rola dîrokî ya berdewam a Yekîtiya Jinên Yemenê
Sabah Rajih di dawiya nirxandinên xwe de ragihand ku Yekîtiya Jinên Yemenê her gav xala destpêkê ya sereke ya ji bo jinên Yemenî bûye û wiha got: “Tevî hemû dijwariyên ku ji ber şer û kêmbûna piştgiriyê derketine holê, rola xwe di bilindkirina hişmendiya civakî, têkoşîna li dijî zewaca zarokan û pêşvebirina perwerde, tenduristî û mafên jinan de didomîne. Hêvîdar im ku sala 2026’an dê salek çêtir be ku gavên rastîn ber bi hêzdarkirina siyasî û qanûnî ya jinan ve li gorî rewş û rolên wan ên di civakê de werin avêtin.”