Rêzan Şêx Dilêr: Partiyên siyasî li gorî berjewendiyên xwe bûne alîgirên tevgerên cuda yên Iraqê

Gelek alozî û nakokiyên siyasî li Îraqê rû dane, ji ber wê divê aliyên Kurd xetek ji bo xwe çêbikin. Dema ku ji bo berjewendiyên xwe bûn dualî nakokî jî ji bo serokomariyê her ku çû zêde bûn.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Destwerdanên dewletên serdest û welatên cîran di siyaset û hikumeta Iraqê de bûne sedema alozî û nakokiyên li Iraqê. Ev rewşa niha, her çendî diviyabû partiyên Kurdan di nava van nakokiyan de hewldana çespandina xwe li Iraq û Bexdayê bidana jî bi riya yakitiyê dibe lê belê bi berevajîkirina nakokiyên di nava wan de ji bo bi destxistina peywira serokomariyê berdewam dike.

Aloziyên li Iraqê di roja 25’ê Tîrmehê de dest pê kirin. Dema ku çarçoveya hemahengiya Şîayan ragihand ku Mehemed Şiyah Sûdan bûye berendamê wan ê serokwezîrê Iraqê, roja piştî wê hejmarek zêde alîgirên Sadir li dijî berendamê serokwezîr dest bi xwepêşandanan kirin û berê xwe dan paralementoyê û wêneyên Muqdet Sadir bilind kirin.

Tevgera Sadir mezintirîn firaksiyona parlamentoyê bi dest xist, armanc ew bû ku li gel hevpeymana Sûnî û Kurdan serokê encûmena wezîran bigre û hikumetek pir netew ava bike. Lê belê ev yek ji aliyê Çarçoveya Hemahengî û firaksyona alîgirên Îranê ve hat redkirin. Vê redkirinê wisa kir ku Sadir nemîne li benda hinek pêngavan. Ev jî bo sedema pirsgirêkên li parlamentoyê û pêşî li xwepêşandanan vekir.

Rewşa Kurdan li Bexdayê bi saya partiyên nûneran ji rewşa Iraqê ne baştir e û di nava alozî û nakokiyan de ye, partiyên Kurdan, ji ber berjewendiyên partiyên xwe kêm caran em dibînin li Bexdayê dengê wan heye. Dibe ku hemû ji ber nakokî û eniyên dijber in û nakokî li ser peywira serokomar mînaka ber bi çav e. Di nava aloziyên di navbera Şîayan de, partiyên Kurdan jî bûne çend alî û her partî û alîgirên tevgerek Iraqê ne.

“Parçebûna di nava Şîayan bû sedema parçebûna Kurdan”

Endama berê ya parlamentoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr der barê rewşa ıraqê de ji ajansa me ra axivî û da diyarkirin ku niha li Iraqê pirsgirêkên mezin di nava aşîrên cuda de hene. Her wiha alîgirên tevgera Sedir û Çarçoveya Hemahengiyê ku herdu jî Şîa ne û li Iraqê xwedî hejmarek zêde ya alîgiran e. Dema ku parçebûn di nava Şîayan de rû da di nava partiyên Kurdan de jî parçebûn çêbû û wiha got: “Vê parçebûnê wisa kir ku Kurd bi xwe nikaribin biryara xwe bidin ku ev biryar di berjewendiya Kurdan de be. Ji ber ya ku hat kirin weke serdegirtina parlamentoyê û girtina deriyê parlamentoyê, pêşîlêgirtinên dengê hemwelatiyan wisa kir ku niha Kurd û Sunî nikaribin biryarek serbixwe bidin û her wiha Kurd di li hevketina di nava Şîayan de tu rola wan nîn e.”

“Kurd li hemberî parastina destûrê divê yekdeng bin”

Rêzan Şêx Dilêr bi bîr xist ku Kurd beşek ji Iraqê ne û butçeya xwe ji Iraqê digrin her wiha li gel wê partiyên Kurdan PDK û YNK’ê ji ber li hev nekirine, dixwazin serokkomarê xwe cuda bikin berendam û beşdarî hikumetê bibin da ku bikaribin bi awayek cuda nêz bibin û wiha domand: “Ev helwestên ku hene, ji ber helwestên ku ji aliyê Şîayan ve tên encamdan in. Her çendî ne bi dilê PDK’ê be jî ji ber tu desthilatdariya wan nîn e tiştek nabêjin û nikarin tiştek bibêjin, em ne li gel riyên ne zagonî ne.”

“Partiyên Kurdan ji ber berjewendiyên xwe li Iraqê bûne dualî”

Rêzan Şêx Dilêr da diyarkirin ku ew rewşa Iraqê di berjewendiyên partiyan de ye mijar ne Kurd in, partî ye û wiha domand: “Ger mijar Kurd bûna û hemû partiyên Kurdan yek bûna wê li Bexdayê dengê wan hebûya, ji ber destpêka hebûna pirsgirêkên navxweyî. Ji ber ku Kurd li Kurdistanê bi xwe xwedî hikumet in, dema ku dixwazin beşdarî hikumeta Iraqê bibin û dengê wan hebe diviyabû, carek din dubare bibe, da ku mafê xwe bi dest bixin. Ev ne tenê xwesteka partiyên Kurdan e, bandora dewletên derdorê li ser wan partiyan heye. Ji ber ku destên dewletên derdorê di têkçûna rewşa Iraqê de heye ji ber wê partiyên Iraqê û Kurdan bêyî mîsyon siyasetê dikin û li gorî xwesteka xwe siyasetê dikin û wiha got: “Partiyên siyasî li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên wan ên navxweyî hene çima çareser nakin, ne ew e ku li Bexdayê yekitî bin û diviyabû niha amadekarî ji bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê bikirana lê belê weke em dibînin, encamek yekalî, gel di hikumet û desthilatdariyê de tu dengek negirtine û ev biryar ne di berjewendiyê gel de ye.”

Çima Kurd li ser peywira serokomariyê li hev nakin?

Di bersiva vê pirsê de Rêzan Şêx Dilêr wiha got: “Piştî vesazkirin û rêxistina parlamentoyê, ya ku kar ji bo wê tê kirin peywira serokomariyê ye, hemû agahdar in ku PDK li gel tevgera Sadir û Yekitî ji li gel Çarçoveya Hemahengiyê her dem kar kirine ji bo encamdana nakokiyan li ser peywira serokomar, ji ber ne yekdeng in û ne li gel berjewendî û dengê gel de ne û nikarin serokomar diyar bikin. Dibe ku serokomar li gorî partiyan diyar bikin. Dema ku aliyên Kurdan li Bexdayê yek bin, Kurd dikarin biryarên xwe bidin pejirandin. Di sala 2010’an de Kurd li Bexdayê ji ber ku hejmara kursiyên wan zêdetir bû her wiha pirsgirêkên wan ên navxweyî hebûn û carek din jî dikaribûn bi awayekî Yekitî li Bexdayê bûbûna xwedî gotin û serkeftinê bi dest bixin. Lê belê piştî sala 2014’an hinek pirsgirêk di nava aliyên Kurdan de çêbûn heta sala 2018’an. Lê belê piştî sala 2018’an aliyên Kurdan bi temamî parçe bûn. Ji ber wê demê jî pirsgirêk der barê serokomar de hebûn. Vê parçebûnê wisa kir ku hejmara kursiyan kêm bibe û ji ber wê daxwazên wan neyên bicihkirin. Ji ber ku her alî li gorî xwestekên xwe daxwaza mafên xwe dikin.”

“Dewleta tirk piştgiriya PDK’ê dike ne ya tevgera Sadir”  

Rêzan Şêx Dilêr der barê piştgiriya dewletên derdorê û yên serdest ku piştgiriya Muqdat Sadir dikin de wiha got: “Bi qasî ku dewletên serdest piştgiriya tevgera Sadir dikin, ewqas dewleta tirk piştgirî nake. Bi awayekî Brîtanya piştgiriya tevgera Sadir dike ne ya Tirkiyeyê. Ji ber hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta tirk ji ber wê ye ku ew êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Kurdistanê û derbaskirina sînoran bêdeng dimîne. Di êrîşa herî dawî ya dewleta tirk de ziyan gihîşt herêmên geştiyarî û gelek ziyan li ser hemwelatiyên Iraqê çêbûn. Vê yekê jî wisa kir ku hikumeta Îraqê dengê xwe derbixe û daxwaza qebûkirina van ziyanan bike. Lê belê heta niha ne diyar e ka PDK û partiyên siyasî çiqas piştgiriya biryara Iraqê dikin. Tevî biryara li dijî Tirkiyeyê girtine ger carek din bêdeng û bê helwest bin, wê Tirkiye bombebarana xwe ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam bike.”