Peyman Ezedîn: Berjewendiyê aborî yên partiyên Başûr rê ji dagirkeran re vedikin

Parêzer û çalakvan Peyman Ezedîn der barê bêdengiya desthilatdariyê di asta dagirkerî û qetilkirinan de dibêje ku berjewendiyên aborî yên partiyan wan bêdeng kiriye.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Dagirkeriya siyasî, aborî, çandî, ziman û bombebaran heta digihîje qetilkirina kesên siyasî û azadîxwaz li Başûrê Kurdistanê berdewam dikein. Sedemên vê yekê yên sereke jî bêdengiya hikumet û desthilatdariyê ye ku berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê xistine beriya meseleya neteweya Kurd û nîştîman, çand û ziman, ji ber wê rê ji dagirkeran re vekirine.

Di nava salekê de hejmara qetilkirina kesên azadîxwaz û têkoşer li Başûrê Kurdistanê ji aliyê mîta tirk ve bi hevkariya sîxurên navxweyî gihîşt 6 kesan. Armanca wan a qetilkirinan bêdengkirina dengê azadiyê ye, bi taybet dengê jinan e. Herî dawî qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnamevan Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmanî ku bi fermî sefîrê dewleta Tirk li Hewlêrê li xwe mikur hat ku bi destê wan hatiye qetilkirin, bû sedema bertekan.

“Destê desthilatdriya Başûr di bombebaranan de heye”

Parêzer û çalakvan Peyman Ezedîn der barê bêdengiya hikumetê ya li hemberî bombebaran û dagirkeriya dewleta Tirk, Îranê û qetilkirina kesên siyasî de diyar kir ku mijara bombabarana sînorên hêrêma Kurdistanê ne nû ye, bi salan e ev herêm tên bombebarankirin, desthilatdarên dewleta dagirker dest ji van êrîşên xwe bernadin û ev êrîş bi agahiya hikumeta Iraqê û herêma Kurdistanê tên kirin. Herî dawî jî bombabarana rejîma Îranê li ser herêmên Biradost, Zirgoz û Koyê vê yekê piştrast dike ku beriya êrîş pêk were serokwezîrê Îranê beriya çend rojan hikumet û desthilatdariya herêma Kurdistanê agahdar kiriye û wiha got: “Her çend partiyên Başûrê Kurdistanê û rejîma Îranê, ji aliyê hikumeta ku rêdaye, li xaka Başûr bi cih bûne jî lê belê dema ku Îran gefa bombabaranê dixwe desthilatdariyê agahdar dike, di aliyê zagonê de parastina wê dikeve ser milên hikumeta herêma Kurdistanê.”

“Derbaskirina sînoran ji aliyê dagirkeran ve derbaskirina zagonî ye”

Peyman Ezedîn bi bîr xist ku zagona derbaskirina sînorên xaka welatekî ji aliyê welatek din ve rê nehatiye dayîn lê belê li hemberî derbaskirina sînoran ji aliyê dewleta tirk ve, hikumeta herêma Kurdistanê û Iraq bê helwest in. Eve jî dide diyarkirin ku li gel tevgera dagirkeriyê ne û  wiha got: “Herêma Kurdistanê di navbera Tirkiye û Îranê de belav bûye. Du partiyên desthilatdarên herêmê ketine bin destên aliyan. Bêguman berjewendiyên hikûmeta herêmê li gel dagirkeriyê hene, ji bo wê rê didin dagirkeriya wan, berjewendiya herî sereke jî berjewendiya aborî ye, cihê pirsê ye ku ev sih sal in hikûmeta herêmê li ser kar e û xwediyê parlamento û destûra xwe ye lê belê bandora xwe nîn e. Ev jî nîşan dide ku hikumeta herêmê li gel Tirkiye û Îranê bazirganiyê dike.’’

“Herêma Kurdistanê piştgirî nedaye hemwelatiyan û yekitiya wan”

Peyman Ezedîn da zanîn ku Başûrê Kurdistanê ji derveyî desthilatdariyek Kurd a serbixwe ku pêwîst e Kurd di xema hev de bin û xizmet ji bo azadîxwazan û kesayetên siyasî bikin lê nebûne piştgirên yekitiya wan û got: “Ev desthilatdar serbixwe ye lê ne ji bo kesên siyasî û azadîxwaz li her çar parçeyên din ên Kurdistanê û ji bo wan nebûne piştgir, piştgiriya hemwelatiyên Başûr bi xwe jî nakin, ev rewşa herêma Kurdistanê ku nikare giyanê opozisyona partiyên xwe yên siyasî û kesên azadîxwaz biparêze, nîşaneya şikestina hikumdariya wan e, ji ber ku nikaribûye mafên mirovan biparêze.”

 

“Desthilatdariya herêma Kurdistane ji dîrokê ve xwedî kiryarên tarî ye”

Parêzer û çalakvan Peyman Ezedîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Desthilatdar û hikumraniya herêma Kurdistanê xwedî gelek kiryarên reş e weke qutkirina dengê azad, sansorkirina karên rojnamegerî, gendelî û kuştina jinan û heya digihîje kuştina kesên azadîxwaz û kesayetên siyasî. Destpêkê hewl dide ser van kiryarên xwe bigre û veşêre lê belê niha bi aşkerayî van karên xwe pêk tîne. Ji bo wê çendîn raporên navdewletî li ser neparastina mafên mirovan li herêma Kurdistanê hatine nivîsandin jî; Herêma Kurdistanê bi kiryarên reş û tarî dagirtî ye hewldana başkirina vê rewşê nake. Ji ber ku berjewendiyên wan ên aborî girîngtir in.”