Pervîn Bûldan: Em desturê nadin mafê me ji holê rakin
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di komcivîna li Meclîsê de balkişand ser tecrîda li Îmraliyê ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, doza girtina HDP’ê, fesihkirina Peyîmana Stenbolê û doza li Dayikên Şemiyê vekirine û got: “Em desturê nadin mafê ku me bi têkoşînê girtine ji holê bên rakirin.
Enqere - Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di komcivîna li Meclîsê de axivî û mijarên di rojevê de nirxand. Pervîn Bûldan di destpêka axaftina xwe de Parlamenterê HDP'ê yê berê yê Sêrtê Kadrî Yildirim ê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û Buldan her wiha kesên di komkujiya Kızıldere ya 30'yê Adara 1972'yan de jiyana xwe ji dest dan jî bi bîr anî.
“Baca gel ji bo şer xerc kirin”
Pervîn Bûldan diyar kir ku heta deshilatiya heyî bidome dê li welat jiyana kesê di nava ewlehiyê de nebe û wiha domand: "Heta ev îktidar bidome dê kesek ne di nava ewlehiyê de be. Pirsgirêk her ku diçe kûrtir dibe. Rayeya meclîsê hatiye bidawîkirin û ji bo rakirina mafên demokratîk, aborî û mafên civakî ji holê bê rakirin rêya çewisandinê hat hilbijartin. Wekî yên 28'ê Sibatê her kes hedef nîşan dan. Ev amadekariya teswiyeyê ye. Baceya gel ji bo şer xerc kirin. Derew kirin nexşerêya xwe. Polîtîkayên wan ên çareseriyê tune ye."
Pervîn Bûldan bal kişand ser daxwazên welatiyan ên edaletê û wiha dom kir: "Çareseriya wan mezinkirina bêedaletiyê ye. Gelê di nava bêçaretiyê de digevizin kar û aramiyê dixwaze. Çareseriya wan; girtan HDP'ê û girtina gel a di malê de ye. Her roj jin tên qetilkirin lê belê çareseriya wan betalkirina Peymana Stenbolê ye. Çareseriya wan xistina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlioglu û darizandina Dayikên Şemiyê ye."
“Soza me ji bo gelan heye”
Pervîn Bûldan destnîşan kir ku dê gelên Tirkiyeyê bê HDP nehêlin û wiha domand: "Em têkoşîna demokrasiyê didin û peywira me ew e ku rêyên li me girtine em yek bi yek vekin. Em di vê rêyê de bi gavên jixwebawer bimeşin. Em ê teqez bi ser bikevin em soza vê didin. Biryara doza girtinê di 31'ê Adarê de dan û di 23'yê Hezîranê de pê li bişkokê kirin. Îktidar ji bo pergala bêedaletiyê û talanê bidomîne dixwaze HDP a têkoşîna demokrastiyê dide li derveyî siyasetê bihêle. Ev doza dahfikê ye. Yên îdianame amade kirin jî şîrîkê qesrê ne. Ewê hêza we têra bidawîkirina kevneşopiya têkoşîna HDP'ê neke. Xeyalê demokrasiyê ya bi milyonan ji xeyalên wê yên paldankê mezintir e. Di encama vê dozê de dê yê winda bike ew ê hûn bin. Em ê ji rêya xwe paşde gav neavêjin. Soza me ya têkoşînê ya ji bo gelan heye, em ê heta dawiyê li berxwe bidin. Em ê gelên Tirkiyeyê bê HDP nehêlin."
Pervîn Bûldan ev bang li hemû kesên demokrasiyê diparêzin kir: "Hûn nikarin îradeya vî gelî di îdianameyên xwe de hilgirin. Vê ya li aliyekî binivîsin. HDP xewna jiyana bi hev re û wekhev a gelan e. Divê kesên xwedî li rûmeta hiqûqê derdikevin li dijî kesên dixwazin vî welatî di nava tarîtiyê de bihêlin bi helwesteke xurt bisekinin. Em bang li kesên alîgirên hiqûq û demokrasiyê dikin û em dibêjin li dijî komployê derkevin û xwedî li demokrasiyê derkevin."
“Bi milyonan kes daxwaza aştiyê”
Pervîn Bûldan bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got: "Ez dixwazim behsa mijarek din a girîng bikim; Civaka ku hatiye dopêçkirin, lingek wê jî tecrîda li Îmraliyê ye. Dewlet hiqûqa xwe li Îmraliyê tune dihesibîne. Di nava 10 salan de ji bo hevdîtina li Îmraliyê 951 caran parêzer serlêdan kirine û tenê bersiva 5 serlêdanan hatiye dayîn. Her wiha di nava 375 serlêdana malbatan de jî tenê bersiva 26 serlêdanan hatiye dayîn. Daxwaza herî mirovî ya û hiqûqî ya malbat û parêzeran bi keyfî tên astengkirin. Gelo bêhiqûqiyek wisa dibê? Ez dixwazim bipirsim; Hiqûqa di makeqanûnê de heyî dema tê sînorên li Îmraliyê diqede? Nikare jê wêdetir biçe? Em dixwazin îqtidar û Wezareda Dadê bersiv bide.
Hefteya borî malbat bi Birêz Ocalan re bi rêya telefonê hevdîtineke kurt kir, Ocalan di hevdîtinê de behsa bêhiqûqiyê kir û daxwaza hatina parêzerên xwe kir. Dema Birêz Ocalan behsa bêhiqûqiyê kir hevdîtin hat qutkirin. Parêzaran wê tiştî ji raya giştî re ragihand. Ev tişt ne hevdîtina bi telefonê ye, ne hevdîtina bi malbatê re ye. Ev tişt tê wateya berdewamkirina tecrîdê ye. Mijara ku bi milyonan kesî eleqeder dike nêzîkatiyeke bêcidiyet heye. Ev tişt nayê qebûlkirin. Em dixwazin bipirsin, çima telefon hat qutkirin û çima parêzer hevdîtinê pêk naynîn. Bi milyonan kes daxwaza aştiyê dike û ev daxwazeke civakî ye. Bê hiqûqiya xwe hûn nikarin welat, civak û siyasetê dîzayn bikin.
Em wekî HDP'ê dibêjin mifteya çareseriyê lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî ye. Hevdîtin û diyalog xerca wê xetê ye. Ji bo vê jî divê tecrîd ji holê bê rakirin û rêya diyalogê bên vekirin. Di serî de Wezareta Edaletê û hemû dezgehên eleqedar bê hiqûqiya heyî ji holê rakin û rê bidin ku parêzer û malbat biçin hevdîtinê. Rakirina tecrîdê dê feydeyê bide hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn. Di Newrozê de bi milyonan kes vîna xwe aşkera kir, daxwaza rakirina tecrîdê kirin û xwestin rêya diyalogê bê vekirin. Daxwazên civakî divê tune neyê hesibandin. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan divê bê dîtin. Îro 124 roj in grev didome. Em bang li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirova a Meclîsê dikin ku bila mijara grevên birçîbûnê bigire rojeva xwe. Her wiha em bang li CPT’ê dikin ku bila li dijî bê hiqûqiyê helwestek nîşan bide."
“Parastina peyîmanê parastina jin, vîn û jiyanê”
Pervîn Bûldan bal kişand ser betalkirina Peymana Stenbolê jî û wiha pêde çu: "Di hedefa faşîzmê de jin û têkoşîna jinan heye. Bi gotina kesekî şev nîvê şevê Peymana Stenbolê ya ku jiyan bi milyonan jinan eleqedar dike hat betalkirin. Peyman bi salan bi keda û têkoşîna jinê hat qezençkirin. Ji bo çend dengan ev biryar hat girtin. Îqtîdar ji bo emrê xwe dirêj bike jiyan bi milyonan jinan, LGBTÎ+ û zarokan xist xetereye. Piştî biryarê hefteya borî 2 jin her wiha jinek jî ducanî bû û ya din jî li ber çavê zaroka xwe yê 5 salî hat kuştin. Her du jin daxwaza parastinê kiribûn. Lê dewlet berpirsiyariya xwe pêk neanî. Pêşeroja bi hezaran jinan ne diyar e û ev tişt berhema îqtîdarê ye. Îqtîdar şirîkê kujeran e. Peymana Stenbolê ji bo jinan têkoşîneke hevpar e. Parastina peymanê tê wateya parastina, jin, beden, jiyan, vîn û daxwazê ye. Em li dijî îqditara mêr û kedxwariyê dibêjin em yek in û em ê bi hev re têbikoşîn.
Em bang li jinan dikin; Mafê jinan û destkeftiyên jinan heman tişte. Dema yek bê binpêkirin dor tê ya din jî. Bi tayînkirina qeyûman pergala hevserokatiya hedef girtin. Bi vê tiştî rê li ber betalkirina Peymana Stenbolê vekirin. Ji ber vê jî divê em xwedî hemû destkeftiyên xwe derkevin. Ez ji serokatiya giştî ya AKP’ê re dibêjin ne ji vekişandina Peymana Stenbolê divê hûn ji paldankên xwe vekişin."
“Wêneyên rastiya Tirkiyê li ber çavane”
Pervîn Bûldan pirgirêkên qeyîrana aboriyê jî wiha anî ziman: "Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên îqtidarê qeyraneke mezin a aboriyê heye. Ji bêhêvîbûn û bêçaretiyê mirov dawî li jiyana xwe tînin. Ji ber ku esnaf piştgiriyê nagirin têk diçin, cotkar têk diçin. Karker bi kedxwariyê re rûbirû dimînin. Dîmenên kesên dewlemend û kesên xizan di medyaya civakî de her roj tên nîşandan. Ev tişt wêneyê rastiyê ye. Ciwan bê kar in, xwendekar dawî li jiyana xwe tînin. Lê kesên alîgirê AKP'ê ne jî dewlemend in. Ji ber ku îqtîdar dirize, gel xizan dibe. Lê îqtîdar henekê xwe ji vê tiştî dike. Welatiyên ku bi xizaniyê re têdikoşe dê çawa pere kom bike. Nikare nanê rojane bistine. Nikare zarokên xwe bişîne dibistanê. Kesên ku pere kom
Ji ber pandemiyê li Tirkiyeyê rîskek mezin heye. Ev tişt tê wateya ku îqtîdar binketiye. Her wiha ev tişt nîşaneya AKP li her derê Tirkiyeyê rîsk e. Em vê tiştî re dibêjin rejîma qeyran û binketî.
Em ji Amedê derketin rê, li Îzmîrê û Egeyê me gel guhdar kir. Li Wanê û Serhedê me xizanî û bêkariyê dît. Li Mêrsîn û Deryaya Spî me hilberîneran guhdar kir. Hefteya borî jî em li Deryaya Reş bûn. Li vir jî me pirsgirêka gel guhdar kir. Li her derê pirsgirek heman tişt bû.
Lê divê kesek bê hêvî nebe û nekeve nava fikaran. Îqtîdar niha di nava tirsa windakirinê de ye. Em ê bi ser kevin. Em ê veguhertin û guhertinê bi hev re bijîn. Em her tim bi hev re bin û bi hev re têbikoşin. Bila rêya me vekiribe."