Netewî Xemgîn: Êrîşên li dijî jinan ji komployê ne qut e

Seroka Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Netewî Xemgîn geşedanên siyasî û planên derve yên li ser herêmê tên meşandin û êrişên li dijî jinan nirxand û got, “Êrişên li dijî jinan ji komploya navnetewî ne qut e.”

ROJ HOZAN

Qamişlo- Seroka Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Netewî Xemgîn plan û êrîşên ku Îro hêzên hegomon li ser vîna civakan didin meşandin, pirsgirêkên kûrahiya aloziya Sûriyeyê her wiha hedefgirtina jinan û êrîşên li ser nirx û destkeftiyên wan, xetera hebûna çeteyên DAIŞ’ê li ser cîhanê nirxand û bersiva pirsên ajansa me da.

*Plan û êrîşên ku Îro hêzên hegomon li ser vîna civakan didin meşandin bi taybetî di Kurdistanê de hûn çawa dinirxînin?

Şerê cîhanê yê sêyemîn ku niha tê meşandin navenda wê Rojhilata Navîn e û bi taybetî di Kurdistanê de rû dide. Dewletên hegomon ên ku bazaran li ser vîna gelan didin meşandin her dem xwestine civak bê aram bijîn. Tirkiye, Rûsya û Îran dewletên hegomon in dixwazin xwe bikin cebheyek û ji aloziya heyî di Rojhilata Navîn de bibin xwedî qezenc. Dewleta tirk şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn ji bo xwe weke windabûnê dibîne ji ber berî wê hikum û împarator bûn û piştî şerê yekemîn û duyemîn hikûm bû cumhûriyet. Niha jî xeyalên xwe wisa ava dikin ku dîsa hikûmê xwe di şerê cîhanê yê sêyemîn de bike împaratorî û serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn mayinde bike. Dewleta Tirk wê çawa împaratoriya xwe vegerîn e?, bi riya dagirkeriya welatan. Di heman demê de Rûsya jî dixwaze bibe xwedî qezenc û hêza xwe vegerîne, her wiha windahiyên xwe kom bike.

Niha di vê salê de hevpeymana Lozanê bi dawî dibe ji bo wê dixwazin hevparkirinên ku hatine kirin di wê hevpeymanê de li gorî xwe çêbikin. Dewleta tirk û Rûsya xwedî dîrokeke qirêj in, li ser hesabê gelan, netew û olan xwe kirine hêz û zîhniyeta xwe ya dewletperest bi pêş xistine. Niha dewleta Tirk gelek qadên wê weke siyasî, dîplomasî, jiyanî û aborî tengav bûye û hilbijartinên wê jî nêz dibin. Ji bo Erdogan careke din xwe bi hêz bike pêwîstiyê dibîne ku pêngavên şer û dagirkeriyê bi pêş bixin. Di dewleta Tirk de pêngavên demokrasî, aştî û çareseriyê tune ne ji bo wê navenda şerê xwe niha di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dibîne ji ber riyên stratejîk di Rojhilata Navîn û Kurdistanê de derbas dibin. Dê vî warî de gelek plan û bazar li ser axa kurdan çêdikin, hesabên hegomonan ên gazê, petrol, av, ax hemû di Kurdistanê de ne. Li aliyê din niha di navbera Rûsya û Ukranyayê de şer heye û gelek dewlet piştgiriyê didin Ukranyayê ji bo wê dewletên navneteweyî naxwazin şer bibin navenda Ewropayê û her dem di Rojhilata Navîn de bimîne. Ji bo Rûsya hêza xwe bi temamî winda neke bi dewleta Tirk re lihevkirinan çêdike ku di Rojhilata Navîn de bibe xwedî qezenc.

*Hêzên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê li hev kom dibin gelo dikarin ji bo aloziya heyî bibin hêza çareseriyê û çima heya niha ji bo Sûriyeyê çareseriyeke mayinde nehatiye pêşxistin?

Di destê rejima  Sûriye de tu cih nemaye û bi hêza Rûsya û Îranê îro xwe li ser piyan girtiye ji bo wê rejîma Sûriyeyê dixwaze tifaqên heyî bi riya rêkeftinan li ser hesabê  Kurdan di herêmên me de xwe bike hêz. Niha nîqaşên tên kirin ku ev tifaqên Rûsya, Sûriye û Tirkiyeyê ne wê berê xwe bide ku? Yek jê dewleta Tirk dixwaze di hilbijartinan de bi ser bikeve. Duyemîn Rûsya dixwaze ji şerê Ukranyayê derbikeve û şer vegerîne Rojhilata Navîn. Ya sêyemîn Sûriye dixwaze hemû çeteyên heyî derbasî herêma me bibe û herêmên ku ji destê wê derketine weke Idlib, Ezaz, Cerablûs vegerîne ji destên çeteyan. Ji bo wê di texmîna me de planeke wisa heye lê ev tifaq bi ser nakeve ji ber ne ji bo berjewendiyên gelê Sûriyeyê ye û xizmeta demokrasî û aştiyê nake her wiha dikeve xizmeta berjewendiyên îktîdarê.

Ger herêmên ku niha di destên opozîsyonê de teslîmî Sûriyeyê bibin eceb wê pirsgirêka Sûriyeyê bi vê destûr û qanûnê çareser bibe? Na çareser nabe, heya tifaqên Rûsya û Tirkiyeyê li ser hesabê vîna vê civakê hebin wê nikaribin bigihîjin çareseriyeke mayînde. Îro weke Rêveberiya Xweser di Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de em jî xwedî proje ne û hêza me ya çareseriyê û parastinê jî heye û em ê qebûl nekin ku bi planên qirêj çarenûsa me were diyarkirin. Pêwîst e destpêkê pirsgirêka hebûna çeteyan di axa Sûriyeyê de çareser bikin û guhertinên destûrî bi xwe re bînin. Pêwîst e mînakên demokratîk di çarçoveya Neteweya Demokratîk de bi pêş bixin, ji bo wê ev êrîşên dewleta Tirk ên ku li ser herêmê tên kirin ji lawazbûna dewleta Tirk çêdibe. Di hundirê Tirkiyeyê de pir parçebûn û pirsgirêkên siyasî hene û cebheya heyî ne xurt e ji ber sîstema kuştin, dagirkirin û li ser hesabê gelan xwe bi hêzkirinê didin pêş.

*Êrîşên ku li ser doza azadî û mafên jinan tên kirin çi ne û bi çi rêbazan in?

Êrîş û komploya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abddullah Ocalan hatin kirin hedef jê du xalên esasî bûn yek jê xistina doza jinan bû, ya din têkçûna doza gelê Kurd bû. Ji ber ev herdu doz hatibûn windakirin û bi derketina Rêber Apo re ku careke din lêgerîna xwe ya heqîqetê derxist holê û ket meriyetê. Ger ev herdu doz neyên çareserkirin pirsgirêka Rojhilata Navîn û hemû sîsteman çareser nabe. Kilîta esasî ev doz in. Dema Rêber Apo sîstema Konfederalîzma Demokratîk bi pêş xist di nav de jin, ciwan û îradeya gelan girt dest û xeta demokratîk da pêş. Berovajî demokrasiyê, dewleta Tirk û hemû dewletên navneteweyî komplo bi pêş xistin. Bi planên di navbera dewleta tirk û Fransayê  de têkoşerên xeta azadiya jinan Sakîne Cansiz û Emîne Kara şehîd xistin ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk her dem sîstema faşîst li dijî doza jinan dide meşandin. Ev sîstema mêrperest qebûl nake ku jin derkevin pêş, ji ber jinên azad civakek azad bi xwe re didin avakirin.

Di kesayeta jinan de dixwazin wê civaka azad winda bikin, dema êrîşêk li ser jinan tê kirin êrîş li ser civakê tê kirin. Hedefgirtina jinên pêşeng hedefgirtina fikrên demokratîk e. Di kesayeta jinên pêşeng de weke Sakîne Cansiz û Emîna Kara dîrokeke hat hedefgirtin. Niha jin gihîştine asteke ku doza xwe diparêzin û zilamên civakê yên ku jinan înkar kirine îro di Rojavayê Kurdistanê de li kêleka jinan dixebitin. Êrîş û kiryarên li ser jinan tên meşandin ji komploya li ser Rêber Apo ne cuda ne. Sîstem jinan ji bo xwe weke xeter dibînin ji ber her jin azadî û demokrasiyê dixwaze. Niha jî êrîşeke pir mezin li dijî jinan heye, êrîş li dijî jiyan û nirxên jinan heye. Hêza serhildana Îranê ji ku pejirî? Îro dirûşma “Jin jiyan azadî“ ji kesayeta jinên mîna Sakîne, Evîn, Zîlan û hemû jinên ku di oxira doza jinan de şehîd bûne hat girtin. Meşa azadiyê wê bi jinan berdewam bike û niha jî jin tola 5 hezar salan digrin.

*Hebûna çeteyên DAIŞ’ê xeteriyeke çawa li ser tevahî cîhanê dide avakirin û pêwîst e li dijî vê xeteriyê xebateke çawa bê meşandin?

Çeteyên DAIŞ’ê îro li ser tevahî mirovahiyê xeter in lê mixabin îro tenê Rojavayê Kurdistanê û hêza wê ya parastinê li hemberî xeteriya wan şer dike. Yê DAIŞ çêkir û birêxistin kir, derbasî herêmên me kir dewleta Tirk bû û gelek belge û îsbat jî di destên me de hene. DAIŞ mebesta wê ya esasî ew e ku civakê tune bike, ev çeteyên teror ne qanûnên xwe yên mirovî hene û ne li gorî pîvanên şeran tevdigerin ma ji vê yekê xetertir çi heye? Hewldanên dewleta Tirk hene ku, DAIŞ’ê careke din zindî bike û li ser wê xwe jî zindî bike. Kiryarên ku îro di herêmên dagirkirî de tên meşandin hemû pîvanên exlaqê yê mirovahiyê derbas dikin. DAIŞ li ku be xeter e, ji bo wê her kes bila li dijî van çeteyên terorîst hevgirtina xwe çêbike. Bila hêzên navneteweyî jî bi erka xwe rabin û helwesta wan li dijî van çeteyan zelal be. Pêwîst e dadgehek were çêkirin ev çete bên cazakirin û yên alîkarî ji çeteyan re pêşkêş kirine werin cezakirin. Hemû civakên demokratîkxwaz di Rojhilata Navîn de pêwîst e xwe birêxistin bikin û li hemberî hişmendiya  mêr têkoşîna xwe bilind bikin. Ji ber dewletê tu caran xizmeta tu netewan nekir û zîhniyeta dewletê ji bo jinan û civakê xeter e. Di heman demê de dema civak birêxistinkirî be wê zîhniyeta dewletê hilweşe. Her wiha divê em dirûşma “Jin jiyan azadî” di her alî de xurtir bikin wê demê em dikarin bi temamî mafên xwe mayinde bikin.