Meral Daniş Beştaş: Wê gelê me di 14’ê Gulanê de bersivê bide

Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li meclîsê der barê mijarên di rojevê de nirxand, bê qanûniyên desthilata AKP-MHP’ê yek yek rêz kir û got; ‘Em ê bersîva van di 14’ê Gulanê de bi awayek bi hêz bidin.’

Enqere-  Wekîla Seroka Koma Partiya Demoqratîk ya Gelan (HDP)’ê Meral Daniş Beştaş li Meclîsê bi daxuyaniya çapemeniyê der barê mijarên di rojevê de nirxandin kir. Meral Daniş Beştaş der barê îstatîstikên serlêdan û anlalizên dadgeha mafê mirovan ya Ewrûpa (DMME) ya 2022’an de zanyarî da û bal kişand ku herî zêde serlêdan ji aliyê Tirkiye ve hatiye kirin. Meral Daniş Beştaş diyar kir ku ji niha şûnde 20 hezar û 100 doz li DMME di dorê ye û got: “Doza ku di derbarê Tirkiye de hatî vekirin, Tirkiye di îxracatê de rekorê naşkine, di pêşketinê de rekor neşkandiye, di mezinbûnê de rekor neşkandiye, lê belê di bê edaletî, bê hiqûqû, ji welat revina li pey hev rekor şikandiye. Di îstatîstîkên navdewletî de hertim di aliyê nerênî û bê qanûniyê de di rêza yekem de cih digre.”

‘Yên ku tu hêviyên wan ji edaletê nemaye serlêdana DMME dike’

 Meral Daniş Beştaş di berdewamiya axaftina xwe wiha got: “Heman kesên di bêhiqûqî û bêedaletiyê de sînoran nas nakin, di demên dawî de biryarên DMME’yê jî nas nakin. Biryarên DMME’yê yên têkildarî Yuksekdag, Demîrtaş, Kavala û ya têkildarî ‘Mafê hêviyê’ yê birêz Ocalan çend mînakên ji van in. Yek ji rekorên din jî koçberiya ji Tirkiyeyê ye. Piştî Sûriye, Efxanistan, Iraq û Pakistanê, herî zêde kes ji Tirkiyeyê bo îltîcayê serî li welatên Ewropayê didin. Sedema vê ya herî mezin jî ew e ku demokrasî, edalet, liyaqet, mafê jiyanê û azadiya fikr û xwedîfadekirinê nîne.

‘Rastiyek ya desthilatê ku ji layiqtiyê dûr ketiye heye’

Mafê jiyanê nîne, mafê îşkence nedidtînê nîne, ya herî giring azadiya fikir û îfadeyê nîne. Sedemê vê jî desthiladerek ku ji hemû mafên demoqrasî û azadiyê dûre û dibêje Almanya ji me di heside, ev hesîdinek çawaye ez di nava êşê de pê di kenim. Bila ew bi hesidin, welatiyên me ji bo biçin Almanya gelek rêyan derbaz dikin. Yên çûne Kanada rastiya koçebran yên ku parzemîn derbaz kirine heye. Dû realite heye li aliyekê AKP tabloyên pembe xîz dike û hinek caran dihizim ka evane li vî welatî jiyan dikin ez ji xwe pirs dikim. Lê belê li aliyê din rastî ev rastiya ku em jiyan dikin e. Kesek li kêleka ew tiştên ku tê jiyan kirin û ew tiştên ku tên axaftin bawernakin, ji ber bi xw ejî dizane ev hemû derewin.

‘Em ê desthilatdara derew têk bibin’

 Bi domdarî Beştaş diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê li ser derewan hatiye avakirin û wiha got: “Em ê vê îktîdara li ser derewan hatiye avakirin têk bibin. Ji ber ku siyasetmedarên AKP’î li welatên Ewropayê gotinên nefretê pêş dixin, gel li dijî hev sor dikin û sûcê nîjadperestiyê dikin, hikûmetên Almanya û Hollandayê neçar man ku tevdîran bigirin. Ji ber gotinên siyasetmedarên AKP’î yên li dijî kurdan û muxalîfan ku kesan teşwîqî nîjadperestî û sûcan dike, Almanyayê weke gefeke mezin nirxand û tevdîr girt. Mixabin ev ziman û siyaseta wan li Tirkiyeyê bênavber didome. Daraz jî van gotinan rewa dike.”

Erdogan li Ewropayê jî bi tenê dimîne

Her wiha serokên Ewropayê naxwazin bibin amûra propagandaya hilbijartinê ya Erdogan. Cara ewil e ji bo mitîng û xwepêşandanan biryar dan ku divê destûr bê girtin. Xuyaye ku Erdogan ne tenê li Tirkiyeyê lê li Ewropayê jî bi tenê dimîne. Sedema neçariya destûrxwestinê ji ber zîhniyeta AKP’ê, zimanê wê û nîjadperestiya wê ye. Ev 7 sal in li Wanê hemû xebatên propagandayê yên partiya me bênavber tên qedexekirin. Lê dê têkoşîna me ya li dijî vê nîjadperestiyê bidome.

Doza girtina HDP’ê veguheriye dozên skandal

Derheqê partiya me de dozeke girtinê heye. Li ser kampanyayê hate vekirin. Pêşengtiya wê jî Bahçelî dike. Piştî wî jî Erdogan û berdevkên wî tên. Bêguman ev doza girtinê tenê li ser daxwaza MHP’ê nehat vekirin. Mimkin nîne ku haya Erdogan û Bahçelî di mijareke wiha girîng de ji hev nebe. Anku biryareke hevpar e. Êdî Doza Kobanê ya girtina HDP’ê veguheriye dozên skandalê. Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ku ji Bahçelî tûjtir e, li pêşiya AYM’ê mîna wezîrê karên hundir diaxive. Ji bîr kiriye ku hiqûqnas e. Tekane têgehekê hiqûqî ji devê wî dernakeve. Bi nirxandinên siyasî kir ku hesabên me bên bloqekirin. Li vir çi dike? Dîtin ku doza kompasê ya Kobanê bi têrî doza girtinê nake. Lewma biryar dan ku lîstikeke din bilîzin.

Şahidekî nepen tînin edliyeyê

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ji bo bloqekirina hesabên HDP’ê cara sêyemîn di 13’ê kanûna 2022’yan de serî li AYM’ê da. AYM’ê di 29’ê kanûnê de jê re got ku di nava 5 rojan de delîlên di destê xwe de bîne. Ev nivîs bi tenê nîşan dide ku ji bo bloqekirina hesaban tiştek di destê wan de nebû. AYM’ê sedemên şênber daxwaz kir. Serdozger jî keta nava lêgerîna delîlan û di 31’ê kanûna 2022’yan de ku me tevekan ji bo sala nû amadekarî dikir û her dever girtî de tiştek bû. Şahidekî nepen tînin edliyeyê. Vî şahidî ji bo rojnamegeran tînin. Lê êdî çi bibe ev kes derheqê doza girtinê de îfadeyan dide. Mîna senaryoya fîlmekî ye. Serdozger di 2’yê çileya 2023’yan de van îfadeyan bilezûbez dişîne. Ji emniyetê belgeyên îfadeyê dixwaze û wan jî îfadeyeke ji 100 rûpelan pêk tê şandine. Ev belge di 3’yê çileyê de ji AYM’ê re tên şandin û AYM jî di 5’ê çileyê de biryara bloqekirinê dide.

Em ê bersiva wan di 14’ê Gulanê de bidin

Gelo çi edalet di vir de heye û kîjan aliyê wê dibe delîl? Bi vekirî lîstikan dilîzin. Hewcehî bi veşartina kompasê jî nabînin. Gelo ev şahid ev du sal in çima neaxivîbû? Hûn vê kompasê ne ji bo vê dozê lê li demokrasiyê dikin. Kompasa li dijî gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye. Piştî gotina AYM’ê ya ‘ez ê biryara roja hilbijartinê bidim’ jî nîşan dide bê ka kompaseke çiqas mezin e. AKP’ê têkiliya xwe ya bi hiqûqê re qut kiriye û bi van kompasan nîşan dide ku çîroka wê qediyaye. Çîroka wan jî hîle û kompas in. Em ê bersiva wan di 14’ê Gulanê de pir xurt bidin. Pir kêm ma ye.”