‘Jinên Kurd û Îranî mînaka têkoşînê ne’

Çalakvana mafên mirovan Lubna El-Sexîrî diyar kir ku şoreşa Rojava bû wesîle ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin xwedî erkên rêveberî û biryargirtinê.

HANAN HARITE

Mexrib - Tevgera Jinan a li Mexribê û parêzvanên mafên jinan bi hevgirtin û piştgiriya jinên li herêmên şer û pevçûnan dijîn re eleqedar dibe. Li ser rewşa jinan radiweste û hewl dide di her warî de piştgiriyê bide wan.

Çalakvana mafên mirovan û parlamentera Mexribê Lubna El-Sexîrî di hevpeyvînek ji ajansa me re diyar kir ku şoreşa Rojava bû wesîle ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin pêşeng.

Jinên li herêmên bi nakok, Sûriye, Yemen û Lîbyayê rastî tundî, cudakarî û newekheviyê tên, komeleyên mafên mirovan û tevgerên jinan li Mexribê heta çi radeyê piştgiriyê didin wan?

Nêzîkatiya pirsgirêkên jinan di asta navneteweyî de ne tiştekî biçûk e. Tevgera jinan a Mexribê ji dema serxwebûnê ve jinên Mexribê parastiye, ji bo ku bibe xwedî helwestên biryargirtinê yên ku niha jinên Mexribê pêşengiya wê dikin her wiha piştgirî û hevgirtina xwe bi jinan re çi li Sûriye, Iraq, Yemen, Lîbya û hemû welatên Rojhilata Navîn û Afrîkayê, diyar dike.

Tevgera jinan a Mexribê ramana mirovî ya navneteweyî dipejirîne, ji ber ku di makezagona Mexribê de tê dîtin ku peymanên navneteweyî yên wê pesend kirine, qanûnan derbas dikin, di nav de CEDAW a ku li ser têkoşîna li dijî her cure tundî û cudakariya li dijî jinan bi giştî li hemû deverên cîhanê radiweste heye.

Jin li herêmên bi nakok rastî tundiyê tên ku ev yek wan zêdetir ber bi xizaniyê ve dikişîne, ji ber ku ji ber pevçûnan hêza aborî tune ye, ji ber vê yekê pêwîstiya wan bi piştgiriyê heye.

Em jî beşdarî Kampanyaya Cîhanî ya 16 Rojên ji Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan dibin. Piştgiriya me ya ji bo jinên li herêmên bi nakok berdewam dike, ji bo ku wekhevî pêk were, dawî li neheqî û şîdeta li ser wan were anîn, mafên bingehîn ên mirovan ên wekî perwerde, tenduristî û derfetên aborî werin bidestxistin.

Qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî bû çirûska yekemîn a şoreşa jinên Îranê, nerîna te li ser vê serhildana jinan çi ye û jinên Mexribê ji bo vê serhildanê çi kirin?

Jinên Kurd û Îranî mînakeke îstîsnayî ne ji bo jinên ku li dijî tundî û cudakariyên rojane li ber xwe didin.

Jinên Mexribê bêdeng nebûn, kuştina jina Kurd Jîna Emînî şermezar kirin. Jinên li Mexribê helwest û piştgiriya xwe ji bo jinên li Îranê anîn ziman.

Em bi sekna jinên Îranî û Kurd îro dizanin ku di nava têkoşînên mezin de ne. Divê jin mafên xwe yên perwerde û tenduristiyê bi kar bînin û astên serokatiyê bigirin.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şoreşa Rojava de ku bi navê “Şoreşa Jinê” hat binavkirin, roleke mezin lîstin, tu rewşa jinan a beriya şoreşê û piştî şoreşê çawa dinirxînî?

Şoreşa Rojava guhertinek mezin di jiyana jinan de çêkir. Beriya şoreşê jin ji hemû mafên xwe bêpar bûn lê piştî şoreşê jin dikaribûn gelek mafên xwe bi dest bixin. Qonaxa ku beriya şoreşê jinan li vê herêmê jiyabû qonaxeke tarî bû, ji ber ku dema jinan daxwaza mafên xwe yên herî bingehîn dikirin dihatin girtin.

Me gelek tişt li ser têkoşîna jinên Kurd, serkeftinên Êzidiyan, têkoşîna jinên Qamişlo û Kobanê bihîstine, tevî dûrbûna erdnîgariyê jî em dengê jinên Kurd dibihîzin. Jinên Kurd piştî sala 2012’an di qadên cuda yên siyasî, aborî û leşkerî de dikaribûn xwe bi hêz bikin. Em hemû dizanin rola jinên Kurd di qadên şer de çawa di refên yekem de cih girtin û li hemberî êrîşan li ber xwe dan. Berxwedana jinên Kurd a di nava Yekîneyên Parastina Jin de civaka navneteweyî hejand û îsbat kir ku jin dikarin parastina xwe û axa xwe bikin.

Li gorî nêrîna te tevî binpêkirin û hedefgirtina jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, efsûna serkeftina şoreşa jinan çi ye?

Armanca wan bi binpêkirin û hedefgirtina jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkbirina destkeftiyên şoreşa jinan e.

Jin li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi zîhniyeta baviksalarî ya ku dixwaze ruhê femînîst ê pêşverû û azadîxwaz tune bike, her dem di nava têkoşînê de ne. Her ku rewşa jinan baş dibe û bi pêş dikevin, ji sînoran xilas dibin, mêr astengiyên din derdixe pêşiya wan lê jin êdî dikarin xwe azad bikin û hemû zehmetiyan derbas bikin. Ev yek jî her diçe wan bi serkeftinê ve dibe.

Peyama te ji bo jinên ku rastî tundî û êrîşan tên çi ye?

Tevgera jinan a Mexribê piştgiriya jinên têkoşer ên li hemû welatên cîhanê û jinên ku di nava şert û mercên trajik de dijîn dike. Ez jinên Îranê yên ku li dijî tundî û cudakariyê li ber xwe didin û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku li hemberî êrîş û binpêkirinên ku tên kirin, li ber xwe didin silav dikim. Em hemû rûbirûyê tundiyê dibin û li dijî hemû şêweyên wê, tundiya aborî, civakî, fizîkî, devkî û siyasî têdikoşin.