Jin ji ber dûrxistina ji însiyatîfên siyasî bi gazin in
Tevî hêviya ku şoreşa Tûnisê da jinan jî dûrxistina wan a ji xebatên siyasî dibe sedem ku ev destkeftî yek bi yek ji dest biçin. Jinên Tûnisê ji ber wê rewşê bi gazin in û diyar dikin ku divê ev yek were guhertin.
ZOUHOUR MECHERGUI
Tûnis – Femînîstên Tûnisê di gelek pêvajoyan de nerazîbûna xwe ji ber cihê wan ê di jiyana giştî û siyasî de anîn ziman. Jin di gelek waran de civaka sivîl birêve dibin hewl didin tevli partiyên siyasî û hilbijartinan bibin.
Însiyatîfên siyasî li Tûnisê ji destpêka şoreşê ve gelek bûn, cihekî baş dan jinan, ji sala 2011’an ve jin hewl didin cihê xwe bigrin. Ew dixwazin di xebatan de xuya bikin û projeyên xwe diyar bikin di lêkolîn û rêbazan çareyên hemû waran de pêşkêş bikin lê desthilatdariyên ku li pey hev hatin, bi rastî bi hêza jinan bawer nedikirin. Ji bo tevgera femenîst di serî de aliyê xwedî pêşniyarên bi hêz be, li şûna ku jinan weke dekor bide nîşan, di hemû warên niştimanî û navxweyî de divê bike xwedî rol.
Bi saya daxwaz û pêşniyarên jinan zagona têkoşîna bi tundiyê re hat derxistin
Tevî rewşa siyasî ya dijwar a Tûnisê di salên dawî de, jin li hemberî nêrîna kêm rawestiyan û aktîf di danîna biryarên siyasî de û di hemû waran de beşdar bûn. Daxwazên xwe bi nivîskî pêşkêşî desthilatdaran kirin, di encamê de gelek zagon derketin weke zagona têkoşîna li dijî tundûtujiya li ser jinan.
‘Li hemberî tevgera feminist gelek bertek hene’
Çalakvana feminist, Sara El-Zwarî dibîne ku reaksiyonên neyînî li hemberî tevgera femînîst zêde ne. Ji ber ku ew di nava beşeke taybet de maye, tu girêdana xwe bi gel re di welatên cîhana sêyem de tunebû weke ku ew beşeke payebilind dibin. Lewma tevger hat redkirin û dûrxistin, têkiliya wê bi gel û desthilatdariyê re bi nakok e.
‘Divê jin di gelek waran de kar bikin’
Der barê rêbazên karê jinan û hebûna wan di desthilatdarî û navendên biryarê de jî Sara El-Zwarî dibêje: “Divê ku jin di gelek astan de kar bikin di serî de di zagonan de bi xwe pêşketî ne lê mafên wan bi temamî nayên dayîn. Rewşa îro îsbat dike ku çawa rol û cihê jinan di civakê de di siya windabûna gelek destkeftiyên girîng de paşve çûye. Wekî prensîba hevsengiyê û nebûna wekheviya navbera herdu zayendan de di hemû waran de. Tevî ku hejmar teqez dikin ku rêjeya keçan di enstîtu û zanîngehan de gelekî ji ya xortan zêdetir e jî di asta kar û derfetên navendên biryardayînê de mêr xurtir in. Di dema ku pirsgirêkên jinan ên bêkarî, hejarî û dûrxistinê hene. Ev nîşan dide ku zagon li cihekî ye û rewşa bi nakok li cihekî din e.”
Sara El-Zwarî axaftina xwe didomîne û dibêje: “Ji bo zagonên heyî bi cih bînin û hinek din li gorî rewşa me ya îro û têkoşîna me bi pêş bikevin duqat kar ji tevgerên femînîst pêwîst e. Her wiha ji bo hişmendî bê guhertin xizmeta dozên jinan were kirin pêwîst e kar bê kirin. Tevî ku em baş dizanin lawazî di vîna siyasî di warê parastina dozên jinan de heye jî. Jinan banga hevgirtinê kir ji bo destkeftiyên wan ên herî girîng di şoreşê de bi dest ketine. Jinên Tûnisî bi rewşa heyî nikarin cih û berxwedaniya xwe ya di dîrokê de temsîl bikin divê jin bi têbikoşin mafên xwe bigrin ji ber ku maf tên girtin nayên dayîn.”
‘Jinên li gundan bi xebatên xwe yên çandiniyê temînata jiyana aborî ne ji bo me’
Sara El-Zwarî diyar dike ku siyasetên giştî hundir û derveyî Tunisî di astên bilind de baweriyê bi jinan naynin û ji bo wê armancê kar nakin. Tevî ku jin malbatên xwe bi rê ve dibin û hemû berpirsyarî li ser milên wan e û wiha dibêje: “Jinên gundan di warê çandiniyê de bi xebata xwe ji bo me temînat in. Dema em ji rêjeya jinên xwedî erd dinêrin matmayî dimînin ji ber hişmendiya baviksalarî ya belavbûyî. Divê ku jinên Tûnisî di hemû waran de nas bikin. Ji bilî rêjeyên kuştina jinan bi hovantirîn rêbazan, ev trajedî bang li me jinan dike ku em bi nêrîna xwe vegerin ser rastiyan û zagonên heyî vegerînin, dûrî hestên xapînok ku me jinên Tûnisî azad kir, kar berdewam dike û rêgeh bi nakok e.”
‘Bi tevgera feminist rewşa jinan baştir bû’
Li aliyê din, hiqûnnas Hefîza Şiqîr jî got ku têkoşîna tevgera feminîst rewşa jinan baş kiriye, weke tevgerek demokratîk dest pê kiriye û di xurtkirina mafan û rêbazên parastina jinan de bi ser ketiye. Tevî hemû rexneyan û dûrxistina jinan cudakariya li ser wan di encama sîstema baviksalarî de bêkdihat rakiriye.
Hefîza Şiqêr diyar kir ku tevgera femînîst ku şer li dijî desthilatariya mêr dimeşîne, dibe prensîba hevsengiyê. Di lîsteyên hilbijartinê de hinek tiştan ferz kiriye, hikumetê daye zorê ku girîngiyê bide mijara tundiya li dijî jinan û zagonek têkoşîna li dijî tundiyê derxistiye.