Ji Kongra Star Elîf Hemo: Yekîtiya neteweyî bi hevgirtina jinan pêk tê
Endama Koordînasyona Kongra Star Elîf Hemo, diyar kir ku jin di yekkirina eniyên neteweyî de rolek pêşeng dilîzin û bal kişand ser girîngiya têkoşîn û hevgirtina jinan a di ronahiya aloziyên ku li herêmê di asta siyasî û leşkerî de hene.

AVRÎN NAVDAR
Hesekê – Jinên ku beşdarî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bûn, di 7’ê Tebaxê de li bajarê Qamişloyê yekem civîna xwe li dar xistin. Di civînê de rewşên siyasî û rêxistinî yên heyî hatin nîqaşkirin û bernameyek xebatê ya bi armanca yekgirtin û rêxistinkirina jinên Kurd li herêmên cuda yên Kurdistanê û li Ewropayê hat diyarkirin. Ji bo şopandina sepana bernameyê, di çarçoveya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de komîteyên pispor ji bo armanc û hêviyên jinan ên pêşerojê pêk bînin, hatin avakirin.
Endama Koordînasyona Kongra Star Elîf Hemo, mijarên herî girîng ên di civînê de hatine destgirtin ji ajansa me re nirxand û diyar kir ku beşdaran bal kişandine ser pêwistiya avakirina pergaleke demokratîk ku mafên jinan û hemû pêkhateyên civakî biparêze.
‘Civîn di demeke dîrokî de hat lidarxistin’
Endama Koordînasyona Kongra Star Elîf Hemo, bal kişand ser çawaniya dîrokî ya pêvajoya ku Kurdistan û Rojhilata Navîn tê re derbas dibe û bi gotinên: "Yekîtiya neteweyî xala destpêkê ya çareseriya pirsgirêka Kurd e" bal kişand ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ku di 24-25’ê Gulanê de bi dirûşma "Werin em bi konferansa neteweyî hêza xwe bikin yek” pêk hatiye, ji bo bersiva banga dîrokî ya Abdullah Ocalan aştî û avakirina civakek demokratîk hat lidarxistin. Elîf Hemo, diyar kir nîqaş bi daxuyaniyeke hevbeş a partî û rêxistinên beşdar bidawî bûne û di vê daxuyaniyê de bal kişandine ser girîngiya xurtkirina rêxistin û yekîtiya neteweyî ya ji bo misogerkirina pozîsyoneke mayînde ya ji bo tevahiya Kurdistanê.
Elîf Hemo, bal kişand ser rola pêşeng a jinên Kurd di bihêzkirina ruhê neteweyî de û diyar kir ku jin her dem di avakirina aştiyê û yekkirina refên Kurdan de roleke bi hêz lîstine. Elîf Hemo, da zanîn ku bi taybetî di çarçoveya tundî û zextên gelê Kurd rastî wan tê de, girîngiya vê rolê zêdetir bûye, destnîşan kir ku civîna jinan a piştî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di 7’ê Tebaxê de hat lidarxistin, weke encama nîqaşên kûr ên têkildarî rewşa siyasî û rêxistinbûnê ya herêmê derketiye holê û da zanîn ku bernameyeke xebatê ya bi armanca li Sûriye û Kurdistanê bihêzkirina yekîtiya neteweyî û temînata mafên gelê Kurd hatiye amadekirin.
Kevirê bingehîn ê yekîtiya neteweyî
Elîf Hemo, bal kişand ser girîngiya konferansa yekîtiya Kurd û konferansa ewil a jinên Kurd a îsal hat lidarxistin û diyar kir ku ev her du bûyer di bihêzkirina ruhê neteweyî, di navbera partî û rêxistinên Kurd de xaleke girîng a werçerxê ye. Elîf Hemo, wiha got: "Biryarên di konferansa yekîtiya Kurd û konferansa ewil a jinên Kurd de hatin girtin, hişyarbûnek nû ku armanc dike pirsgirêka Kurd çareser bike çêkir. Me di civîna xwe ya ewil de van biryaran û armancên ku hêzên siyasî û rêxistinî yên Kurd tînin li gel hev nîqaş kir û rola navendî ya jinan a di pêkanîna wan de teyîd kir. Her wiha me tekez kir ku yekane riya veguherandina van biryarên dîrokî ya ji bo rastiyeke şênber, berdewamkirina têkoşînê ye.”
Elîf Hemo, diyar kir ku di civînê de çar komîteyên sereke yên her yek ji wan xwedî berdevkek e hatine damezrandin. Komîteyên hatine avakirin ev in; Komîteya Jinan, Komîteya Ziman, Çand û Perwerdeyê, Komîteya Mafên Mirovan û Komîteya Ekolojiyê û di heman demê de li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de ji bo rêxistinkirin û çavdêriya xebata jinan rêveberiyek ku ji 7 endaman pêk tê, hat tayînkirin.
‘Pejirandina pergaleke ne navendî yekane riya çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê ye’
Elîf Hemo, da zanîn ku civîn di esasê xwe de balê dikşîne ser nirxandina rewşa siyasî ya heyî ya Sûriyeyê û diyar kir di ronahiya zêdebûna aloziyên siyasî û leşkerî de, feraseta cîhadîst û radîkal nikare welat ber bi demokrasiyê ve bibe. Elîf Hemo, destnîşan kir ku pejirandina pergalek ne navendî, yekane vebijark e ku dikare ji bo çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê deriyan veke.
Elîf Hemo, destnîşan kir ku rêveberiya demkî ya Sûriyeyê nikare bi feraseta xwe ya cîhadîst welat birêve bibe û got ku binpêkirinên li herêmên peravê yên Sûriye û bajarê Suweydayê tên jiyîn, bi taybetî jî pêkanînên kuştin, talankirin û revandina jin û sivîlan, bi awayekî zelal nîşan dide ku ev feraset didome. Elîf Hemo, wiha got: “Jinên Kurd têkoşîna li dijî pergalên otorîter û radîkal, perçeyekî jêneger a dozên xwe dibînin. Jinên beşdarî civînê bûn, bal kişandin ser pêdiviya bilindkirina têkoşîna li dijî feraseta cîhadîst a rêveberiya demkî û xwegihandina makezagoneke adilane ya ewlehiya mafên hemû pêkhate û jinan mîsoger bike.”
‘Azadiya jinên Kurd deriyê azadiya jinên Rojhilata Navîn e’
Elîf Hemo, da zanîn ku mîsogerkirina yekîtiya neteweyî ya Kurd, ji bo bidestxistina yekîtiyeke berfireh a di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de riya sereke ye û wiha got: "Azadiya jinên Kurd, nîşaneya azadiya hemû jinên li Sûriye û Rojhilata Navîn e. Em bi vê nêrînê re li dijî pêvajoya krîtîk a Sûriyeyê, berpirsyariyên xwe digrin ser xwe.” Elîf Hemo, diyar kir hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di daxwaza navendparêzî ya adem-î ya ji bo hemû jinên Sûriyeyê mîsogerkirina demokrasî û edaletê dibînin de, xwedî dengekî yekgirtî ne û wiha got: “Yekîtiya neteweyî, milî û enternasyonal, yekane riya pêkanîna pergaleke demokratîk a ne navendî ya daxwazên hevpar ên gelan û jinan nîşan dide û ji hev cuda nake.”
Jinan pêşengî ji banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ re kirin
Elîf Hemo, diyar kir ku bersiva ji bo banga Abdullah Ocalan a ‘Aştî û civaka demokratîk’ riya herî rast a pêkanîna yekîtîya neteweyî ye û jin di şênberkirina vê bangê de berpirsyariyeke dîrokî bi cih tînin û wiha got: "Jinên Kurd xwedî ruhekî xurt in, ji bo têkoşîna parastina yekîtiya neteweyî û nirxên neteweyî bênavber dixebitin. Modela demokratîk a pêk tê, berhema fedakariya jinên ku ji bo parastina destkeftiyên yekîtiya neteweyî têdikoşin e.”