'Ji bo berjewendiyên partiyan dema pêncem a parlamentoyê dirêj kirin'

Di nava çar salên dema pêncem a parlamentoya herêma Kurdistanê de gelek plan û proje zagon der barê mijarên cuda de pêşkêş kirine û bê bersiv mane, di civînan de kêm û kurtî hatin dîtin lê belê ji ber berjewendiyên siyasî parlamento hat dirêjkirin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Di 9’ê Cotmehê de, di civîna parlamentoya herêma Kurdistanê de bi 80’ê dengan temenê parlamentoya Kurdistanê heta salekê hat dirêjkirin.

Endama parlamentoya girêdayî firaksyona komela dadgerî ya Kurdistanê Bedriya Îsmaîl der barê dirêjkirina dema pêncem a parlamentoyê de diyar kir ku parlamento mafê hemwelatiyan e, nabe li ser xwesteka du partiyên desthilatdar were dirêjkirin. Partiyan ev dirêjkirin ji bo hemû demên parlamentoyê re kirine modelek. Ji ber ne amade bûn û gelek bêplaniyên din ên weke rêneketina aliyan û bi cihnekirina zagona hilbijartinê hewldana dirêjkirina dema parlamentoyê didin û wiha got: “Dikarin di du salên destpêkê yên dema pêncem a parlamentoyê de komîsyonek ava bikn û pirsgirêkên hilbijartinê û komîsyona çarseriyê ava bikirana û hilbijartin di demê xwe de bihata kirin. Li gorî zagon û destûrê dema parlamentoyê çar sal in, ji ber vê diviyabû dema pêncem di 6’ê Mijdara 2022’an de bi dawî bûbûya û di 6’ê Adara 2023’an de hilbijartin bihata kirin.”

“Bername radestî parlamentoyê kirin lê belê parlamentoyê bersiv neda”

Bedriya Îsmail destîşan kir ku her çendî komek ji endam û parlamentoyan di xwendina yekem û duyem projeya zagonê baykot kirin û nerazîbûnên xwe diyar kirin jî lê belê bi piraniya dengan projeya zagonê bi cih kirin û dema pêncem a parlamentoyê dirêj kirin û wiha got: “Weke firaksyona komela dadgerî di 11’ê Mijdara 2021’an me bernameya der barê bicihkirina zagona hilbijartinê de û amadekariyên ji bo dema şeşem a parlamentoyê radestî serokatiya parlamentoyê kir.”

“Desthilatdar ji dengê gel ditirsin û hêviya wan ji xelkê nemaye”

Bedriye diyar kir ku dirêjkirina demê parlamentoyê du sedemên xwe hene û wiha got: “Ya yekem bi destpêkirina kabîneya nû ya hikumetê xelkê herêma Kurdistanê rexneyên tund li ser karê hikumet û encûmena wezîran û wezaretan kirin û piraniya wan karê xwe bi cih naynin. Ya duyem jî her wiha ji bo li ser desthilatdariyê bimînin dikevin pey gendeliyan, sûdên madî, ji derveyî wê jî xelkên herêmê roj bi roj hêviya wan a bi desthilatdarî û hilbijartinê diqede. Ev jî wisa dike ku aliyên destilatdar ji dengên xelkê ditirsin. Her çendî gelek caran di dengdanan de sextekarî kirine jî bi xwe divê di dawiyê de kabîneya nû ya hikumetê radest bikin û kabîneyek din ava bikin.”

“Li dadgeha Iraqê gilî hatiye kirin kê dadgeh bêdeng e”

Bedriya Îsmaîl bi bîr xist ku hemwelatiyan çar sal in deng dane hikumet û parlamentoyê, dema desthilatdar û partiyên destdirêj radibin dema pêncem a parlamentoyê dirêj dikin, ev ne zagonî û ne destûrî ye û got: “Weke fraksyona komelgeya dadgerî da ku em gilî bikin li dadgeha Iraqê û bizanin bersiva wan ji bo serokatiya parlamentoyê çi ye, bi riya firaksyonên din jî gilî hatine kirin lê belê heta niha bersiv nedane. Guman tê de nîn e ku hemwelatî li benda dema nû ne ger dem di ser de derbas bibe hilbijartin neyê kirin hemwelatî wê dakevin qadan û wê bibêjin dema parlamento û hikumetê temam bûye lê belê partiyên destdirêj biryarek didin ku tiştek hemwelatiyan nîn e û wê tenê li benda encamên hilbijrtinê di dema sala pêş de bimînin.”

“Ji ber zagonên navdewletî dema parlametoyê nabe pênc sal”

Bedriya Îsmaîl di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku serokatiya parlamentoya Kurdistanê der barê mafê destûr û hemwelatiyan de li ber çavan e û ev jî ji bo armancên xwe yên siyasî ye ger ne armanca wan be wê çawa dema parlamenetoyê bibe pênc sal. Ji ber zagona navdewletî rê nade vê yekê û li tavahiya cîhanê zagona parlamentoyê çar sal in, ji bo qanûnên navdewletî binpê nekin dema xwe nakin pênc sal. Di bersivên desthilatdariyê de parlamenterên aliyên cuda û opozîsyonan di nava parlamentoyê de gotin; ‘Heta 6’ê Mijdarê em hemû parlamenter in lê belê her yek ji aliyên cuda di civînên partiyên xwe de biryara xwe dide. Di dawiya rûniştina parlamenteran de her yek wê biryara xwe aşkera bike.”