Helwesta jinên Mexribê ji bo beşdarbûna partiyan û siyasetê çi ye?

Armanca beşdarbûna jinên ji Mexirbê di partiyên siyasî û di hilbijartinan de ew e ku bandora xwe li ser pêvajoya biryargirtinê bikin. Jinên ku parastina vê prensîbê dikin, teqez dikin ku ji bo pêkanîna armanca rast a hilbijartinan, ev rêbaz hêmaneke bingehîn û sereke ye. Li aliyê din jî hinek jin beşdarbûna jiyana siyasî, hinek ji wan jî şopandina nûçeyên siyasî napejirînin û red dikin.

HENAN HARÎT
Mexrib- Bi nêzikbûna pêvajoya hilbijartinên parlamenter û şêwirmendên meclîsên kedkar û herêman ên li Mexribê ku dê di 23`ê Hezîrana 2021`ê de werin çêkirin, ajansa me nêrîn û helwesta jinan der barê beşdarbûna wan a di qada siyasetê de girt.  
"Beşdarbûna jinan a partiyan girîng e"
Jina ciwan Amal El-Erebî ku di 1992’an de ji dayik bûye, li bajarê El-Mehmediye yê Mexribê dijî û di kampanyayeke taybet de muhasibe. Amal nêrîna xwe wiha tîne ziman: "Qada siyasî bala min gelekî dikşîne, ji ber vê ez hemû rûdan û bûyerên di qadê de dişopînim. Li gorî nêrîna min, beşdarbûna jinan a di partiyan û siyasetê de gelekî girîng e. Ji ber ku pêwîst e êdî jin biryara şerkirina di jiyana polîtîk de û di metbexta siyasî de bidin."
Di destûra Mexribê de mafê jinan ji bo beşdarbûna qada siyasetê hatiye dayîn. Her wiha beşdarbûna jinan di hilbijartinan de û dengdayîn li gorî xala 8`an a destûra 1962`an hatiye pejirandin. Li gorî destûrê mafê her du zayendan ê siyasetê wekhev e. Amal bi lêv dike ku ev maf di rastiyê de ne wekî ku hatiye diyarkirin e û wiha dibêje: "Em dûrbûna jinan ji qada siyasetê her wiha hiştina erka rêveberiyê û serkêşiyê ji bo mêran baş dibînin. Dema ku ji3ın beşdar dibin jî di encama hişmendiya zayendperest de jin berovajî mêrê ku bi rengekî azad siyasetê dimeşîne û xwedî biryar e, di sînorekî teng de  tên hiştin. Ji ber vê divê êdî jin bi hêzeke mezin beşdarî qada siyasetê bibin, di biryargirtinê de bibin xwedî rol û ev yek jî têkeve pratîkê ne ku tenê di çarçoveya teroîk de bimîne. Her wiha xistina ferq û cudahiya di mezinkirin û û perwerdekirina zarokên kur û yên keç de, dibe sedema mezinbûna jinan a bê xeyal û armanc. Ji ber van nêzikatiyan em dibînin ku hejmara jinan di tevahî qadan de kêm e û rola wan jî lawaz e."  
"Ew ji bo beşdarbûna siyasetê amade nîn e"
Rojnamevan û pêşkêşvana bernameyan Sîham El-Xezûlî berteka xwe ya beşdarbûna di karê siyasî de wiha bi lêv dike: "Tu niyeta min a beşdarbûna partiyan tune ye. Ev biryar nayê wateya ku baweriya min bi partiyên Mexribê nayê, lê belê ez hez nakim ku bi tu aliyên siyasî ve werim girêdan da ku ez bikarim mijaran bêalî bigrim dest û li ser bixebitim. Lê heger em beşdarbûna jinên Mexribê di siyasetê de binirxînin, emê bibînin ku mêran hebûna jinan lawaz e. Bêguman ev yek jî sedemên xwe yên hişmendiya şandî a şaş hene. Her wiha tevî hebûna zagon û destûrên ku qaşo ji bo avakirina civakeke wekhev û bi hêz in lê heta niha jî jin weke bedeneke bê rih tên dîtin û ew nikarin beşdarî siyasetê bibe, nabe nûçeyên siyasî li ser televîzyonê bişopîne û bi bihaneya ku karê jinan tenê di çarçoveya birêvebirina mal û metbexê de ye, ew nikare nêrîna xwe di tu mijarên siyasî de bîne ziman."
Rojnamevan Sîham bi van gotinan nêrîna xwe bi dawî dike û dibêje: "Mixabin heta niha gelek kes bawer dikin ku mal û jiyana hevjînî cihê jinan e û ew nikarin li derveyî sînorê mal tu xebatên din bimeşîne. Her wiha rola jinan di qada siyasî de weke vala derbaskirina demê bi nav dikin."
"Divê jin siyasetê bişopînin da ku têgihîştinên xwe xurt bikin"
Her wiha jina bi navê Recaî El-Talibî ku bermalî ye û dayika du zarokan e, li bajarê El-Dar El-Beydai dijî. Recaî wiha dibêje: "Fikrên beşdarbûna di partiyên siyasî û di hilbijartinan de her dem di bîra min de ne. Lê berpirsyariyên min ên malê li pêşiya min dibin astengî. Tevî vê yekê jî ez her tim rojeva siyasî dişopînim da ku têgihîştinên min ên taybet ên siyasî bi hêz bin her wiha ji bo ku ez bizanibim kî ji partiyên siyasî di hilbijartinan de dengê min heq dike. Li gorî nêrîna min her çendî şert û mercên civakî li pêşiya jinan bibin astengî jî divê ku em rewşa siyasî baş bişopînin. Ji bo bihêzkirina beşdarbûna jinan di nava partiyan de divê di destpêkê de çareserî ji bo pirsgirêkên aborî werin vedîtin."
   
"Divê jin ji bo qada siyasetê werin teşwîqkirin"
Cîhad Nadir a 24 salî û di birêvebirina kar û baran de dîplome biriye. Cîhad li bajarê El-Dar El-Beyda dijî, ji ber hezkirina xwe ya ji siyasetê re wê niyet kiriye ku beşdarî partiyên siyasî bibe. Di vê çarçoveyê de Cîhad wiha axivî: "Ev sal ji bo beşdarbûna jinên Mexiribê di qada siyasî de gavavêtineke mezin bû. Ev yek jî piştî serkeftina zagonên nû ya jinan ku hejmara kursiyên wê ji 60 bû 90 pêk hat. Tevî vê jî ez bawer im ku wê beşdarbûna jinan ji ber hişmendiya baviksalarî ku hebûna jinan tenê bi mal ve girê dide, lawaz bimîne."
Ji dema ku li Mexribê pergala koteya jinan tê bikaranîn, ji bo jinan kursiyên di parlamentoyê de zêde bûn û vê yekê jî bandoreke erênî çêkir. Vê pergalê nûnertiya jinan a di hundirê saziyên zagonsaz de bi ser xist. Cîhad der barê pergala kotayê de wiha dibêje: "Zêdekirina nûnertiya jinan a di siyasetê de divê li ser bingehên hebûna vîna siyasî ya jinan pêk were. Neqebûlkirina jinan ji bo beşdarbûna nava kar û barên giştî, vedigere astengiyên civakî ku dixwaze jinan ji qada siyasî dûr bide. Ji lewre divê jin bi riya hilbijartin ango namzêdbûna parlamento, şaredarî, meclis û hwd. teşwîqî derbasbûna qadên siyasî were kirin. Da ku jin rola xwe ya çalak bilîzin, cihê xwe di nexşeya birêveçûna siyasetê de bigrin û ji bo avakirina welat xwedî biryar bin."  
"Ez hez nakim beşdarî siyasetê bibim"
Sefa Xemûrî ya 27 salî di kampanyayeke taybet de dixebite. Sefa beşdarbûna xebatên siyasî wiha dinirxîne: "Ez hez nakim beşdarî xebatên partiyên siyasî bibim û ji ber ku ez sûdê di nûçeyên siyasî de nabînim naşopînim jî. Ez bawer im ku beşdariya di avakirina jiyana civakî de ne tenê di çarçoveya partiyên siyasî de ye. Her kes dikare beşdarî xebatên komînal jî bibe û hêza pêşniyariya ji bo civakê ava bike. Baweriya min heye ku beşdarbûna di partiyên siyasî de wê tenê ji min re astengî û pirsgirêkan bînin, ji ber vê wê dema min vala derbas bibe. Her wiha ji ber ku ez hêvî, fikir û xwestekên xwe di tu partiyan de nabînim, ez dengê xwe nadim kesê. Tevî pêşketina ku Mexrib pê tê naskirin jî qada wê ya siyasî lawaz e û bernameya tevahî partiyan jî wekî hev e. Hêviya min ji hilbijartinên di 2021`ê de ew e ku hebûna jinan a di partiyan de bi hêz bike." 
Hêjayî gotinê ku di 2011`an de rêjeya jinên di parlamentoyê de ji sedî 17 bû lê di hilbijartinên zagonsaziyê yên herî dawî di 2016`an de, hejmara jinên nûner ji 395`an daket 81`an di meclisa parlamenteran de bi rêjeya ji sedî 20,5.