Gulistan Elî: Divê çareserkirina DAIŞ'ê karê pêşîn ê hemû welatan be

Endama Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Gulistan Elî behsa çeteyên DAIŞ'ê yên hemwelatiyên welatên cûda ne kir û diyar kir ku divê her welat hemwelatiyên xwe bigre ba xwe.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo- Têkçûyîna DAIŞ'ê wisa xuya dike ku li ser maseya hemû dewletan e lê bi halê heyî encama wê xuya nake. Li pêşberî kamereyan wekî ku şerê terorê dikin û hewldana têkbirina DAIŞê dikin, propagandaya xwe dikin lê ji bo çareserkirina vê dosyayê tu gav raber nekirine. 4 sal di ser têkçûna DAIŞ'ê di warê erdnîgeriya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derbas dibe. Li gorî Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed ku ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivîbû got ku di nav 4 salan de, di encamê operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de zêdetirî 285 şane ji şaneyên DAIŞ'ê têk birine, 2323 çete girtine û 397 jî kuştine. Li aliyekî din jî hinek welat hemwelatiyên xwe yên DAIŞ'î êdî digrin.

Têkildarî mijarê Endama Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Gulistan Elî bi berfirehî axivî.

'Têkbirina DAIŞ'ê fedakariyeke dîrokî ya Kurdan e ji ber hemû cîhanê ve'

Gulistan Elî di destpêka axaftina xwe de got ku krîza Sûriyeyê bûye bingehek ku DAIŞ bikaribe xwe bêtir birêxstin bike û wiha domand: "Cîhan bi xwe di nava şerê tund ê ku mirovahî pê re rû bi rû dimîne de ye. Di bin navê olan de, rêxistineke terorîst li ser xwînrijandina netewan hatiye avakirin. Ji ber Sûriye qadeke şer e û rejîm li pey berjewendiyên xwe ketiye, DAIŞ ev fersend qezenc kir û ji xwe re bingehek ku bikaribe hîn bêtir rehên xwe yên tunderew li ser vê axê belav bike, ava kir. Têkbirina DAIŞ'ê li Baxozê ji aliyê şervanên QSD'ê ve, fedekariyeke dîrokî bû di ber hemû cîhanê de. Ji ber DAIŞ rêxistineke li ser asta cîhanê hatiye birêxistinkirin, piraniya çeteyên wan di lîsteyên terorê û yê herî xeter di nav vê rêxistinê de, cih digrin. Li Baxozê têk çûn, asta çalakbûn û xeteriya wan sînordar bû lê fikrê wan didome."

'Gava Tirkiye xitimandinekê dijî, DAIŞ'ê tev dide'

Gulistan Elî şert û mercên bicihkirina çeteyan di kamp û girtîgehan de wiha bilêv kir: "Ji bo têkbirina rêxistineke wiha teror û xeter, bi beşdarbûna hemû welatan xebateke demdirêj û cidî dixwaze. Pêwîste hemû welat hemwelatiyên xwe yê DAIŞ'ê werbigrin, destekê bidin Rêveberiya Xweser. Girtîgehên çete lê hatine bicihkirin ji bo rewşa awarte hatin amadekirin, ne ku demdirêj lê bimînin û ji nû ve werin perwerdekirin e. Ev girtîgeh bi rastî wekî bombeyên demkî ne, kîjan wextê fersendê bibînin wê dîsa ji nû ve xeteriya xwe belav bikin. Ji ber di van girtîgeh û kampan de fikra xwe bêtir kûrtir dikin, jin û zarok bêtir birêxistin kirin. Hin alî ji derve çeteyên di hundirê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xurt dikin û hewldana belavbûneke din dikin. Mînaka girtîgeha Sîna ya Xwêran jî zindî ye. Dewleta tirk çeteyan xurtir dike, dema ku di siyaseta xwe de dixitime, çeteyan li herêmê dixe tevgerê. Nayê veşartin jî ku deriyê derbasbûna çeteyan ji cîhanê xwe kom kirin, ber bi Sûriyeyê deriyên sînorî yê Tirkiyeyê bûn. Tirkiye jî dema ku di NATO’yê de cih digre, teqez xeteriya van çeteyan bi dawî nabe."

'Wergirtina wan ji bo welat û civaka xwe bi xeter dibînin'

Gulistan Elî da xuyakirin ku gelek welat qebûl nakin hemwelatiyên xwe bigrin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Gelek welatan heta niha qebûl nekirine ku hemwelatiyên xwe yên çete bigrin, bi wan re mijûl bibin, ji nû ve tevli civakê bikin an jî dadgeh bikin. Vegera wan xeterê li ser welat û civaka xwe dibînin. Em di derûniyek wiha de dijîn ku di kîjan kêliyê de ji hêla van çeteyan ve çi felaket were serê civaka me, nediyar e. Ev kamp ji bo jinên çete û xeteriya wan nabin bersiv. Ji çar aliyên cîhanê beşdarbûna jinan hatiye çêkirin û li ser fikrê tunderew ê DAIŞ'ê zarok û nifşên nû tên perwerdekirin. Gelek cureyên tundiyê li kampan ji hêla jinên çete li ser jin û zarokan tê meşandin. Bi rastî gelo cîhan xeteriya van çeteyan dizane ku beramberî wan çareseriyekê raber bikin? Alîkariya dewletan ji Rêveberiya Xweser re di mijara DAIŞ'ê de pir sînordar e."

'Ji 2018'an heya 2023'an tenê 400 jin hatine radestkirin'

Gulistan Elî got ku dosyeya DAIŞ’ê divê di karê pêşîn ê cîhanê de be û wiha pê de çû: "Welatên hemû cîhanê çareserkirina mijara DAIŞ'ê wekî karê xwe yê duyemîn dibînin. Di asta yekê de jî berjewendiyên xwe dest digrin. Siyaseta ku îro welat dimeşînin, ne li gorî xeteriya ku îro civak pê re rû bi rû dimîne ye. Girîng e ev mijar êdî were çareserkirin û dadgeheke navdewletî were avakirin û bi beşdarbûna Rêveberiya Xweser û gelê herêmê çete werin dadgehkirin. Gelek welat bi mehan pêwendiyan bi rêveberiyê re çêdikin, tenê da ku hejmarên pir biçûk ji hemwelatiyên xwe bigrin. Tu hejmara heyî û yê tên radestkirin bîne beramberî hev hev nagirin. Mînak 10 hezar jin û nêzî 6 hezar zarokên çeteyên DAIŞ'ê di kampan de hene. Lê ji 2018'an heya 2023'an nêzî 400 jin tenê hatine radestkirin. Bi rastî hevkêşeyeke bi nakok e. Ger em wiha hesab bikin, nêzî 20 sal lazime radestkirina çeteyên jin li welatê me biqede. Êrîşên piralî li ser vê axê hene lê mijara van çeteyan tenê di destê Rêveberiya Xweser de ye. Teqînek rû bide cîhan bi giştî wê bikeve nava tevliheviyeke pir mezin û bandorên neyînî jî rû bidin."

'Ji ber ku malbat dixwazin dewlet neçar dimînin welatiyên xwe bigrin'

Gulistan Elî bal kişand ser sedema girtina hejmarên biçûk ji çeteyan û ev tişt anî ziman: "Diyar e li gelek welatan, zextên malbatan li ser hikûmetê çêdibin ku daxwaza xizmên xwe dikin. Doz tên vekirin, derbasî dadgehan dibin dema ku tê erêkirin jî êdî hikûmet neçar dimîne van hemwelatiyên xwe yên çete ji rêveberiyê bixwaze. Li gorî wê lîsteyên navan tên şandin û tenê daxwaza wan kesan dikin. Gavên tên avêtin, li gorî xeteriya wê pir biçûk in û encamên erênî ji bo vê dosyayê naynin. Mayina van çeteyan li ser axa me, ji dema xwe zêdetir bir û ev xeter her diçe mezintir dibe. Êdî divê ku civaka me wekî qurbanî neyê dîtin û bi xwe ji bo çareseriya vê bombeyê tevbigerin. Spasî têra çareserkirina vê dosyayê û dîtina xeteriya wê nake. Divê hemû cîhan gavên mezintir bavêjin ku em encamên wê bigrin dest û tenê gotinên wê nebihîzin."

Çima zarokên 12-18 salî ji kampê tên derxistin?

Gulistan Elî xaleke girîng a ku gelek alî dixwazin îstîsmar bikin bi bîr xist û got: "Xaleke girîng û hesas e, mijara dûrxistina zarokên DAIŞ'ê yê ji 12-18 salî ji kampan. Divê li gorî xeteriya wê siyaset û bernameyek sîstematîk were danîn. Li kampên bê mêr, zarokên DAIŞ'ê zêde dibin. Kes napirse gelo çawa neslê çeteyan roj bi roj zêde dibe? Jinên ku zarokên xwe li ser fikrê tunderew perwerde dikin, dihêlin zewac di vî temenî de çêbibin. Hejmara zarok ango rastir em bi nav bikin nifşên nû yên DAIŞ'ê (Eşbal El-Xîlafa), di salên dawî de zêdetir dikin. Li hember vê xeteriyê rêveberiya xweser gaveke wiha avêt ku zarokên 12-18 salî ji kampên çeteyan derxe û bibe navendên perwerdeyê li herêmê. Lê ev her du navend têra bi hezaran zarokan nakin, tenê têra perwerdeya hejmarek kêm dike. Armanc ji vê yekê ew e ku zarok di jîngeheke aram, dûrî fikrên tunderew bijîn û ya din jî neslê çeteyan kêm bibe. Ev gav bû sedema gelek gengeşeyan û gelek aliyan jî xwestin îstîsmar bikin. Lê rastiyeke xwe ya wiha heye, di kampan de zewacên nû çêdibin û DAIŞ tê xurtkirin. Ji lewre divê destekdayineke navneteweyî hebe."

'Mijara DAIŞ’ê pirsgirêka hemû welatan e divê çareser bikin'

Gulistan Elî bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Şermeke mezin ji cîhanê re ye ku bûyerên di serdemên berê de bi serê mirovahiyê de hatine, di sedsala 21'ê de jî heman tişt bibe. Dîsa serdema cahiliyetê vedigere, jin li kolan û bazaran bi dest û lingên zincîrkirî tên firotin û recimkirin. Dema ku em van tiştan dibêjin mirov hîs dike ku dîroka berî hezaran salan hatiye nivisîn dixwîne û dike fîlm û pêşkêşî cîhanê dike. Lê di rastiya xwe de civaka me vê yekê jiya. Welatên ku dibêjin em siyaseta cîhanê bi rê ve dibin, şermeke ji wan re ye ku li ber çavên wan çêdibe û li hember wê destgirêdayî nêz dibin û helwestên wan tune ne. Divê hemû cîhan li ser vê bifikirin ku em ê çawa li hember vê fikrê tunderew tevbigerin. Bes e, ewqas derengmayîn ne çareserî ye. Divê çareserkirina mijara DAIŞ'ê ji karê pêşîn ê hemû welatan be."