Femînîstan xwestin tundiya siyasî ya li dijî jinên Mexribî bi dawî bibe

Tevî hebûna jinên Mexribê di siyasetê de, wek hilbijartî û berendam, an jî ji bo navendên biryardanê, çi di parlamentoyê de, çi beşdarbûna di hikûmetê de, çi encûmenên hilbijartî, ev hebûn lawaz dimîne û daxwazên jinan pêk nayne. Tevgerên femînîst vê qelsiyê bi "tundiya siyasî" ve girêdidin ku gelek caran dibe sedema kêmbûn û vekişîna jinan ji siyasetê.

HENAN HARIT
Mexrib- Di çarçoveya dînamîkên siyasî yên Mexribê de, Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribê, mijara şîdeta siyasî ya li ser jinan nirxand û daxuyanî da û hin ji van reftarên ku li ser radiwestin şermezar kir. Komeleyê ev yek weke şîdeta siyasî ya li ser jinan bi nav kir û nîgeraniya xwe ya ji bo kiryarên xeternak nîşan da.
Endama Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribê Khadija Rabah ji ajansa me re axivî û diyar kir ku jin rastî gelek tacîzan hatine, di hilbijartinên vê dawiyê yên ku ji aliyê welat ve di 8’ê Îlona borî de hat organîzekirin de. Pergala kotaya jinan ji mekanîzmayeke demokratîk a ji bo beşdarbûna zêdetir a siyasî ya jinan di birêvebirina karûbarên herêmî û neteweyî de veguherand amûrek ji bo kontrol, dûrxistin û bazirganiyê.
 Kontrol û şantaj
Çalakvana mafên mirovan diyar kir ku ev cure dûrxistin weke tundiya siyasî tê binavkirin û da zanîn ku di hilbijartinên vê dawiyê de komele dema namzediya xwe ji bo hilbijartinên qanûnî û herêmî pêşkêş kirine bi şêweyên çewisandin, dûrxistin, tundî yan jî kontrol û şantajê re rû bi rû maye. 
Her wiha bal kişand ku komeleyê êrîşên li dijî şêwirmendên jin di eyaleta berê de tomar kirine û da zanîn ku ew ne bûyerên tesadufî yên girêdayî dozên takekesî ne, belkî diyardeyek e ku dikeve çarçoveya şîdeta siyasî ya li ser bingeha zayendî. Bi vê armancê êrîşkar terorkirina jinan, îzolekirina wan ji qada giştî û dûrxistina wan ji çalakiyên siyasî armanc dikin, ev jî girîngiya pêdaçûna qanûnên li dijî tundiya li ser jinan zêdetir dike.
 Khadija Rabah bang li desthilatdarên şareza kir ku parastina jinan bikin û di pêşerojê de wek bijarte û siyasetmedar şert û mercên guncaw ji wan re peyda bikin.
Sîstema hilbijartinê
Khadija Rabah banga çaksazkirina sîstema hilbijartinan, bi taybetî zagona rêxistinî ya partiyên siyasî kir ku îtîmad bide ser rêgezeke beşdariyê ya pêşniyarên civaka sivîl û komeleyên jinan li ber çavan digre da ku nûnertiya zêdetir a jinan û bihêzkirina wan a siyasî di cîbicîkirina sozên Mexribê de were misogerkirin.
Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribê banga xurtkirina warê siyasî ya jinan kir ku destpêkê bi riya hêsankirina rê ji bo gihandina wan a li meclisên hilbijartî yên neteweyî û herêmê. Duyem jî bi dabînkirina şert û mercên guncaw ji wan re ji bo pêkanîna erkên siyasî yên ku ji bo wan hatine hilbijartin. Her wiha kar ji bo parastina wan ji hemû şêweyên çewisandin, cudakarî û tundûtûjiyê, heya pêkanîna prensîba wekheviyê ya di Destûra Bingehîn de. Ji bo xurtkirina mafên jinan ji bo beşdarbûna siyasetê û birêvebirina karûbarên giştî, dûrî zîhniyeta baviksalarî ya ku siyasetê yekdestdariya mêr dibîne. 
Dûrxistin, ne şîdet
Li aliyê profesora beşa Hiqûq û Lêkolînên Siyasî û Navdewletî Hasna Kajî der barê têgîna tundiya siyasî ya li dijî jinan de nerazî bûn nîşan da û got: "Bi dîtina min, nabe em behsa tundûtûjiyê bi wateya tundûtûjiya konvansiyonel bikin lê em dikarin behsa dûrxistinê bikin û her wiha behsa bêhêzkirina jinan jî bikin ku ji ber çend sedeman e. Hin tişt hene girêdayî perwerdeyê ne ku ji zarokatiya xwe ve ji jinan re tên hînkirin da ku ew amade bin ji jin û dayikbûnê, çi bi pêlîstokên wan, çi bi rolên di lîstikên zarokan de, mîna bûka ku ew ji xwe re dixemilînin.”
Her wiha diyar kir ku medya di warê siyasî de jî jinan bi hêz nake û wiha got: "Hinek dezgehên ragihandinê jî wêneyê jinan bi toz û hin reftaran radigihînin. Ew modelên jin ên serkeftî di asta siyasî de nadin. Pîvana aborî jî heye, ew wê wiha şîrove dike: "Dema ku em behsa xizaniyê dikin, em behsa jinbûna xizaniyê dikin ango xizaniya bi rengê jinan. Em dizanin ku çalakiya siyasî îmkanên darayî hewce dike, ji ber vê yekê divê gelek hewcedariyên madî hebin ku ji hêla kesên siyasetê dikin ve bên peydakirin.
Hasna Kajî destnîşan kir ku di nav sedemên din ên dûrxistina jinan ji siyasetê de, civînên partiyan jî hene ku gelek caran di saetên dereng de berdewam dikin û ev yek jî jinan bi tacîzê re rûbirû dihêle. Ji ber ku civak li jinên dereng vedigerin malên xwe yan jî derengiya şevê derdikevin derve bi çavekî biçûk dinêre. 
Her wiha teqez kir ku ne hewce ye her dem tenê behsa jinên li bajaran were kirin divê behsa jinên gundî û jinên ku li bajarên biçûk, navçe û bajarokan dijîn jî were kirin. Li van qadan ji bajarên mezin zêdetir astengî hene û ev yek di rastiya civakê de muhafezekartir xuya dike, ev yek jî dihêle ku karên siyasî ji bo jinan di van qadan de zehmet bibin.
Paradoksên zayendî
Hasna Kajî anî ziman ku di qada siyasî de cudahiyên mezin di navbera jin û mêr de hene. Jin daketine hemû qadan û xwe li hemû astan ferz kirine lê di asta siyasî de nikaribûn bikin û wiha domand: "Piraniya kampanyayên hilbijartinê ji aliyê jinan ve tên kirin, ên ku li deriyên malan dixin û hewl didin dengdêran li ser namzediyê qanih bikin ew in. Dema ku dengdêr îqna bibin namzed gelek dengan bi dest dixein lê ger berendam bi xwe dengdêran îqna bikin, dengek tenê digrin. Li vir mirov dikare bibêje ku jin îqnatir in. Mixabin di pêvajoya hilbijartinê de wekî amûrek tên îstîsmarkirin lê wekî hêzeke aktîv nagihîjin encamê. Belgeya vê yekê jî ev e ku hejmara parlamenterên jin ên ku piştî hilbijartinên 8’ê Îlonê di heyama qanûnî ya heyî de ketine Meclisê, dibe ku ev hejmar zêde xuya bike. Lê ger em 90 kursiyan pêşkêşî cudakariya erênî (kota) bikin ji eslê 96 kursiyan, tenê 6 jin bi riya nîşanên herêmî gihîştine, wê demê ev pirsek mezin e ku tê pêşkêşkirin.”
Der barê dûrxistina jinan ji partiyan de jî dibêje: "Ji bo jinên mîlîtan "kota" tê dayîn û di parlamentoyê de kursî ji bo jinên ku tu têkiliya wan bi têkoşîn û xebata siyasî re nîn e tê dayîn. Ji ber vê yekê li vir em dikarin behsa şîdeta ku jin tê de li ser jinan dikin bikin û ev jî pirsgirêkek mezin e divê were nîşandan ka tundiya kê li dijî kê ye.”
Di dawiyê de Hasna Kajî amaje bi wê yekê jî kir ku tevî dûrxistina jinan di siyasetê de jî hebûna wan îro ne zêde kêm e, hem di asta avakirina hikûmeta niha de hem jî di asta payeyên ku ji wan re hatine destnîşankirin û çi jî di asta hebûna wan di meclîsên hilbijartî yên bajarên mezin de.