‘Federalîzm parastina rengîniyê û pêşîgirtina hilweşînê ye’

Modela federalîzmê, qadeke ku hemû ol, çand û nasnameyan di nava xwe de digre ye. Bi wê modelê cudahî dikarin bi hev re azad bijîn û bêyî tirsa helandin û dûrxistinê xwe îfade bikin.

ROŞÊL CONYOR

Suweyda – Piştî nêzikatiya rejîma Esed a navendî, li bajarê Suweyda ya Sûriyeyê, gelek kes dibêjin divê awayê rêveberiyê were guherandin. Di nava van kesan de, nivîskar û bijîşk Lujain Hamza jî heye. Ew ji bo çareserî, aramî û edaletê pêşniyar dike ku derbasî pergaleke federal û ne navendî bibin.  Lujain Hamza Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Kurdistanê weke modelek xwecihî û serkeftî nîşan dide.

Lujain Hamze wiha dibêje: “Di demên dawî de li Suweydayê, ji bo pêkanîna modela rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deng bilind dibin. Ev ne lukseke siyasî ye, encama xirabûna rewşê û kûrbûna hesta dûrxistinê ye. Êdî hinek difikirin ku hebûna wan di bin gefan de ye.”

‘Pergalek navendî barek giran ê siyasî ye’

Lujain Hamze da zanîn ku pergala navendî ya bi salan e Sûriye girîngî didê, yek ji sedemên herî bingehîn ê krîzê ye û wiha got: “Hemû rayedarên di pergala navendî de, bi giştî li paytextê, di destên komek biçûk de de ne. Biryar li navendê tên girtin, pêwistiyên xwecihî û şert nayên dîqetkirin û li hemû herêman ferz dike. Ev tenê di aliyê pêşketinê de bendê ava nake, di heman demê de hîsa ku rastî xiyanetê hatiye ava dike. Dema mafê biryargirtinê ji bajaran were girtin, ruhê hewldanê dikuje, xuliqkariya xwecihî tune dibe û rêveberiyên xwecihî tê halek wisa ku kes ferman bide. Navend jî dikeve bin barê ku nikare rake. Di encamê de, rêveberiya xirab, gendeliyên siyasî û aborî, serweta şexsî, koç û herêmên ku ji her tiştî bêpar hatine hiştin dimîne.”

‘Federalîzm ji bo edalet û pêşketinê modelek kûrewî ye’

Lujain Hamza da zanîn ku federalîzm çareseriyek bi bandor e û wiha domand: “Li welatên biçûk ên weke Belçîkayê, heta welatên mezin ên weke Emrîka, Emîriyên Yekbûyî yên Ereban gelek welat pergala federal pêk tînin. Aramiya siyasî, parvekirina serwetê û hêza adilane û piranî di nava hev de bidin jiyîn serxistin. Pergala federal, xwe dispêre rayedariya di navbera hikûmeta navendî û rêveberiya xwecihî de. Her bajar, di nava serweriya giştî ya dewletê de xwedî mafê ku karê xwe birêve bibe ye. Ev pergal yekitiya welat kêm nake, berovajî bihêz dike. Ji ber barê rêveberiya navendî kêm dibe û heta rewşa hilweşîna hemû pergalê asteng dike. Ev model, derfet dide ku hemû ol û çandî, bi azad nasnameya xwe bijîn. Kes terzê jiyanê li yê din ferz nake. Hemû kes di nasnameyek siyasî ya hevpar de tên ba hev û ziman, çand, û baweriya xwe diparêze.”

‘Ceribandina Rojava serkeftinek e’

Lujain Hamza pesnê ceribandana Rêberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û da zanîn ku ji aliyê siyasî ve nirxandina vê modele wê bibe mînak û wiha got: “Tevî hemû zehmetiyan, Rêveberiya Xweser di gelek qadan de serkeftî bû, bi taybetî di mijara bihêzkirina jinan û rêzdayîna nasnameyên xwecihî de. Pergala siyasî, xwe dispêre pergala komîteya ku bi hevserokatiya her komîteyê tê birêvebirin, jin û mêr bi hev re erk dikin. Ev ne tenê sembolîk e, pêkanînek ku lîdertiya jinan di warê siyasî, aborî û leşkerî de hevpar in.”

Lujain Hamza amaje bi wê yekê kir ku gelê bi saya vê pergalê, gihîştin mafê xwe yê bi dehan salan jê bêpar mane û got: “Axaftina bi zimanê xwe, xwegihandina çavkaniyên xwezayî, rêveberina çavkaniyê xwe. Di vê qada ku heta beriya 2015’an hat jibîrkirin, îro tevgera înşaetê, rêkûpêkiya rêveberiyê û hewldanên avakirina aboriya xwecihî tê dîtin.”

Gelo li Suweydeyê dê bê pêkanîn?

Lujain Hamza diyar kir ku her çiqas aliyên Suweyda û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cuda be jî ev ceribandin îlham dide û got: “Pirsgirêkên me yên hevpar ên weke dûrxistin, gef, tunekirina nasnameyan, weke ji nûnertiya rast bêpar hene. Belkî zimanê me cuda be lê belê terzê jiyanê û çanda me ya civakî dişibin hev.”

Lujain Hamza da zanîn ku divê ev pergal neyê reşkirin û kopîkirin û got: “Ji bo pêkanîna pergala federal, xebatên zêde û pergala xwecihî, pêwistî û ber bi kapasîteyan analîz pêwîst e. Careke din ev, ne tenê Suweyda, ji bo hemû Sûriyeyê hilbijartinek ku bi awayekî cidî li ser were fikirîn e.”

Lujain Hamza diyar kir ku gefa berê weke dîktatoriyek siyasî tê dîtin, îro vegeriyaye yekbûnek bi xetereya zexta civakî, olî û siyasî û wiha domand: “Êdî tenê zexta siyasî nîn. Ji ber baweriyên xwe yên olî em tên tepisandin, bi zorê nêzikatî li me tê ferzkirin, destûr nayê dayîn em nasnameya xwe îfade bikin. Ev jî vegeriya gefek hebûnê.”

Lujain Hamza di dema rejîma berê de zexta ku li civaka Kurd dihat kirin bi bîr xist û got: “Hemwelatiyek Kurd ku li gel ferhenga Erebî-Kurdî hebûya îfadekirina nasnameya wan qedexe bû, li Suweydayê jî destûr nedihat dayîn civak erkên bilind ên siyasî û leşkerî bike. Îro jî komên alîgirên olî zexta sîstematîk pêk tîne. Êdî ev rewş ne pirsgirêkek siyasî ye. Federalîzm, ji bo parastina rengînî, pêşîlêgirtina hilweşîna dewletan neçariyek e.”

‘Divê her herêm destpêkên xwe diyar bikin’

Lujain Hamza wiha got: “Ger biryarên malî yên li paytextê, berê xwe bide avakirina mizgeftê li bajarek ku rêjeya misilman lê kêm be û olê belav nebûye, ev destbelavî ye. Pêwîstiya me bi şano, bîrên avê, nûkirina dibistanan heye. Navend wê pêşekiyên me çawa bizanibe? Her herêm, bi çavkaniyên xwe, destpêkên xwe û divê xwedî mafê diyarkirina nûnertiyê be. Em cudabûnê naxwazin, em edaletê dixwazin. Em pergaleke ku me dûr nexe û bigre nava xwe dixwazin.”