'Em ê bi belgeyan dewleta Tirk bidin darizandin'

Rêvebera Saziya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma ji aliyê dewleta Tirk ve binpêkirina zagonên navneteweyî nirxand û got ku ji bo dewleta Tirk were darizandin wê heta dawiyê têbikoşin.

VIYAN AMED     

Qamişlo – Dewleta Tirk a ji sala 2018’an ve êrişî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike di van êrişan de gelek sûcên navnetewî pêk tîne. Yek ji van sûcan jî guhertina demografya heremê ye. Rêvebera Saziya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê  Evîn Cûma destnîşan kir ku li Efrîn a di sala 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî hatiye dagirkirin, rêjeya Kurdan a berê li Efrînê ji sedî 98 bû bi polîtîkayên guhertina demografya û koçberkirinê daketiye ji sedî 15’yan. Her wiha da zanîn ku li Serêkaniyê jî tenê 5 malbatên Kurd mane.

 ‘Guhertina demografya û hilweşandina pergala Neteweya Demokratîk’

Evîn Cûma da diyarkirin ku dewleta tirk a faşîst dixwaze demografya herêmê biguherîne ji ber wê bi hovîtî êrîş dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 2018'an ve bi rengekî hovane berdewam dikin. Destpêke Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kir, niha jî li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeye bi dijwarî bi balafirên şer, bêmirov, tang û topan êrîş dike. Dewleta Tirk dixwaze demografya herêmê li gorî xwe biguherîne. Di heman demê de gelê ku li van herêman dijîn, bi êrîşan bide koçberkirin û li şûna wan malbatên komên çekdar û DAIŞ'ê li herêmê bi cih bike. Di dema niha de, bi sedan malbatên DAIŞ’ê û komên çete li herêmên dagirkirî hatine bicihkirin. Efrîn berê ji sedî 98 Kurd bûn lê niha ji sedî 15 Kurd in, ji bo Serêkaniyê jî heman tişt derbasdar e, tenê 5 malbatên Kurd tê de mane.”

‘Li herêmên dagirkirî sûcên şer’

Evîn Cûma aşkere kir ku dewleta Tirk sînor dike hincet û dixwaze axa me dagir bike ku sûcên şer pêk tîne û wiha pêde çû: “Armanca dewleta Tirk û hevalbendên wî ew e ku herêmên li ser sînor vala bike. Dewleta tirk a dagirker eşkere dibêje em gelê Kurd li vê herêmê naxwazin, ew civakek yek al, yek ol, yek ziman û yek netew û di heman demê de jiyana li gorî pîvan û berjewendiyên xwe ya desthilatsar dixwaze. Li gorî qanûnên navneteweyî ev kiryar wekî sûcekî şer tên zanîn.”

‘Komkujiya li Dêrikê nîşaneya hewldana komkujiyan e’

Evîn Cûma di berdewamiya axaftina xwe de behsa hewldana Tirkiyeyê ya qirkirina gel bi riya komkujiyên balafirên bêmirov kir her wiha teqez kir ku dê bi belgeyên xwe cîhanê şiyar bikin li ser sûcên dewleta Tirk û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber wê, destpêke êrîşî cihên jiyanê û cavkaniyên wê dike lewre navendên tendirustî, genim, av, petrol û elektrîkê hedef digre. Li Derikê maşînekeyek ji aliyê dewleta Tirk ve hat hedefgirtin, piştre dema ku şênî berê xwe dan wê derê ji bo alîkarî bidin birîndaran, wê demê careke din bi balafira keşfê ya bêmirov li wan da. Di encama wê komkujiyê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek jî bi giranî birîndar bûn. Ev sûcên dijmirovî diyar dikin ku heta çi astê dewleta Tikr dixwaze gelê me qir bike bi van komkujiyên dûrî mirovahiyê û bêpîvan. Gelê me di qirkirinek re derbas dibe. Em wek Saziya Mafên Mirovan van êrîşan belge dikin, em ê bi belgeyan cîhanê şiyar bikin. Daxwaza me ew e ku hemû gelên cîhanê û dewletên xwedî biryar, êrîşên dewleta Tirk bidin sekinandin. Di heman demê de ji ber sûcên ku li ser gel pêk aniye û hatine belgekirin, bê dadgehkirin.”

‘Durûtiyek di nava zagonên dewletên navneteweyî de heye’

Evîn Cûma da zanîn ku dewletên cîhanê zagonan ku dirûtî di wan de heye li gorî berjewendiya xwe dipejirînin, di heman demê de destnîşan kir ku ew ê bi gelê xwe re axa xwe ji her cure êrîşan biparêzin û wiha bi dawî kir: “Dewletên navneteweyî dixwazin bi riya zagonan şer di astek de bimîne û armanca wan a rawestandina şer tune ye, ji ber ku berjewendiya dewletan her dem di hesabên li ser gelan de ye. Zagonên heyî ji dagirkeran re dibêjin şer bike lê nezî sivîlan nebe, dagir bike lê aramiya li wir di bin berpisyar de ye, dibêje ku sînorê xwe bizanibe. Ji ber wê durûtiyek di nav zagonên dewletên navneteweyî de heye. Çiqas gel dengê xwe bilind bike, ewqas neqebûlkirin û hişyarî di raya giştî de ava dike. Parastina axê tê wateya parastina rûmeta mirov. Banga me ji bo gelê me ew e ku hişyar bin, bêdeng nemînin, dengê xwe bilind bikin, cûcên ku tên kirin belge bikin, ji cîhanê re bidin nîşandan û bibin bersiveke xurt li hemberî dagrikeriya Tirkiyeyê. Koçberî ne parastin e, xweparastin li ser erda xwe li dijî dijmin xweparastin e, em ê li ser vî esasî xwe û axa biparêzin.”