Derya Remezan a ji MSD’ê: Dê hilbijartinên li Tirkiyê bandorê li heremê bike

Endama Buroya Têkiliyên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Derya Remezan der barê hilbijratinên Tirkiyeyê û girêdana wê bi êrîşên li ser herêmê nirxand.

ROJ HOZAN

Qamişlo- Endama Buroya Têkiliyên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Derya Remezan armanca pêş de anîna hilbijartinên Tirkiyeyê yên di 14’ê Gulanê de bên lidarxistin, lîstok, hevpeymanên ku Serokomarê Tirk Erdogan amade dike, şîrove kir. Her wiha qanûnên destûrê yên ku Serokomarê Tirk dixwaze jê feyde bibîne û girêdana wê bi êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrîna xwe parve kir.

Derya Remezan anî ziman ku dewleta Tirk ê rojane li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriye gefan dixwe û êrişan pêk tîne bi piştgiriya hêzên kurevî hewl dide dagirkeriya li ser heremê giştî bike.

Êrişên dewleta Tirk ên li ser heremê

Derya Remezan gef û êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeye bi lêv kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em dibînin dewleta tirk ev demek e gelê herêmê, kesayetên navdar, siyasetmedar û pêşengên şoreşê hedef digre da ku armancên xwe di Sûriyeyê de pêk bîne. Dewleta tirk bi siyaseta xwe ya hegomon heya cihekî ne rawestiya ye, mînak îro bi hewildanên qirêj dixwaze rêkeftinekê bi hikûmeta Şamê re bike ev jî dikeve bin siya berjewendiyên ku Erdogan di hilbijartinan de qezenc bike. Sedsaliya hevpeymana Lozanê di vê salê de wê temam bibe, her wiha sedsaliya komara tirkiyê jî temam dibe Erdogan ji bo bi propagandeyek mezin biçe hilbijartinan dixwaze bi vê yekê xwe weke sultanê demê û xwedîderketiyê li împaratoriya osmanî ji gel re bide nişandan. Hedefa duyemîn jî dixweaze ji gelê Tirkiyê re bide diyarkirin ku ew her xwedî qezence û dikare Tirkiyê heya dawiyê bi rê ve bibe.”

Li ser hesabên gelan lêgerînên çareserkirina krîzên xwe

Derya Remezan rewşa hêzên navnetewî nirxand ku dixwazin li ser hesabê gelan krîz û aloziya ku di nav de dijîn çareser bikin û wiha domand: “Em dizanin hêr sê hikûmetên hegomon Rûsya, Tirkiye û hikûmeta Şamê jî di aloziyan de derbas dibin. Dewleta tirk îro rewşa wî ya hundirîn ya aborî, siyasî pir aloz e û dixwaze van aloziyan bi êrîşên derve re li Sûriye, Iraq û Lîbya binixumîne. Di heman demê de hewil dide ji mûxalefeta li beramberî xwe dengeyan qezenc bike mînak di dosya koçberên Sûriye de Erdogan dixwaze bibêje va ez li ser vê dosyayê xebat dikim û ez ê koçberan vegerînim li ser axa wan ji bo wê ez xwe nêzî hikûmeta Şamê dikim. Lê di esas de armanc ne koçber in, armanc dagirkeriya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye û êrîşên li ser projeya netewa demokratîk in bi rengekî ku tu çareserî ji bo Sûriye neyê pejrandin.”

Polîtîkayê dewleta Tirk a dagirkeriyê

Derya Remezan bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk a Osmaniya nû û wiha pêl da axaftina xwe: “Di heman demê dixwaze Mîsak-i Millî pêk bîne û herêma Helebê qezenc bike, yanî di daxuyaniyên berpirsên wan de eşkere vê dibêjin Heleb herêmeke girêdayî Tirkiyê ye. Li aliyê din hikûmeta Şamê tu çareserî di destê wê de tune ye û tenê dixwaze li ser hikum bimîne û Rûsya berê wê bide kur wê li ser wê bimîne. Rûsya jî aloziyan dikşîne û armanca destekdayina wê ji Tirkiyê re ji ber hemû dewletên NATO’yê li beramberî Rûsya û şerê wê bi Ukraniya re derketin û tenê Erdogan piştgir bû jêre.  Ji bo wê tenê Rûsya dixwaze di vî şerî de piştgir jêre hebin û dewleta tirk vê piştgiriyê dide. Mebest ji vê yekê hemû ev hersê hikûmet armanc, berjewendî û aloziyên wan hene û dixwazen li ser hesabê gelan pêk bînin û rewşên xwe çareser bikin.”

Armanca pêkanîna Îslama radîkal

Derya Remezan behsa nêzbûna dema hilbijartinên Tirkiyeyê kir û wiha pê de çû: “Di pêş de anîna hilbijartinan li Tirkiyê dikeve bin banê lîstokê de, Erdogan dixwaze ji rewşên dîrokî qezencan bike û zagonên destûrî li gor xwe çêbike. Em dizanin di sala 1950’î de partiya demokratîk dikaribû partiya cimhûrî têk bibe bi vê Erdogan dixwaze vê dîrokê di 14’ê Gulanê de dubare bike ku zanistbûnê têk bibe û islama radîkal bide pêş. Ji ber di Tirkiyê de partiya demokratîk islama radîkal dide pêş û partiyên cimhûrî siyaseta zanistê dide pêş armanca Erdogan jî ew e ji partiyên weke AKP, MHP bide diyarkirin ku ew berdewamiya projeya islama radîkal dike. Li aliyê din dixwaze di aliyê destûrî de feydeyê bibîne, ji ber hin hiqûqî dibêjin dema Erdogan di sala 2018’an de bû serok komarê tirkiyê wê demê hikum parlamentî bû.  Ji bo wê dewreyeke wî kete bin sîha destûrê parlamentoyê de û ev nayê hisabkirin. Dema destûr hate guhertin sîstem bû sîstemeke serokatî  û komara dibêjin niha ji Erdogan re maf heye dewreyeke din xwe hilbijêre, ji ber tenê dewreyek di sîstema serokatî de hikum kiriye. Ya din kesê ku bibe serokomar ji partiyên mûxalif hîn hazir nekirine dixwaze vê demê jî qezenc bike di hilbijartinan de. Armanca Erdogan ew e ku mûxalefetê lawaz bike û destûrê qezenc bike.”

Êrişên dewleta Tirk ên li ser destkeftiyên jinan

Derya Remezan a bal kişand êrişên li dijî jinan ên di pêvajoya Serokomariya Erdogan de pêk hatiye, bal kişand li ser xeteriya ku di warê destkeftiyên jinan de tê jiyîn û wiha dom kir: “Erdogan qanûna tifaqa Istenbolê ku mafê jinan li Tirkiyê misoger dikir betal kir, xwe ji hevpeymanê kişand û rojane êrîşên li ser jinan zêde dike.  Ev jî dikeve milekî de ku mûxalefet dikare jê sûd bigre. Di heman demê de Erdogan xebat dike ku partiyên bi islama radîkal re girêdayî ne razî bike û dengê wan qezenc bike. Em dizanin siyaseta Erdogan çiqas faşîst e û dê her tiştekî bike ji bo di hilbijartinan de biserbikeve. Îro parlementer, rojnemevan, siyasetmedar, kesayetên navdar, rewşenbîr û kesên ku civakê zane dikin hemû di zindanan de ne. Ev hemû dibin dosyayên ku mûxalefet jî bikaribe li ser kar bike û siyaseta wê ya faşîst derxe pêş.”

‘Dê ev hilbijartin bandorê li heremê û derdorê bike’

Derbarê bandora hilbijartinên li Tirkiyê ya li ser Heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku rojane di bin êriş û gefên dewleta Tirk de ye Derya Remezan wiha got: “Hilbijartin heya radeyekê wê rewşa herêmê jî diyar bike gelo ger dîsa partiya Erdogan bi ser ket wê gef û êrîşên li ser herêmê dewam bike, yan jî ger bi sernekeve wê sîstema nû çawa be û bandora wê li dewletên derdor wê çawa be ev hemû wê dema pêşiya me diyar bike.”