"Dagirkeriya dewleta Tirk sedemê zêdebûna tundîtujiya li dijî jinê ye"

Hevseroka Encumena Herêma Silêmaniyê ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê û parêzvana mafê jinan Şehên Mehemed diyar kir ku dagirkerî yek ji sedemên tundîtujiya li dijî jinê ye.

ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî - Tirkiya yek ji wan welatane ku jin lê rastî gef, tundîtujî, girtin û kuştinê tên. Dagirkeriya dewleta Tirk sîstema xwe ya faşîzmê li Kurdistanê zêde kiriye û bandorek nerênî li ser rewşa jinê kiriye, bi taybet li ser Başûrê Kurdistanê dû xalê metirsîdar heye yek ji wan jî tundîtujiya li dijî jinê ye. Hevseroka Encumena Herêma Silêmaniyê ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanç û parêzvana mafê jinan Şehên Mehemed di derbarê bandora êrîşên dewleta tirk li ser xwezaya Herêma Başûrê Kurdistanê û jinê de ji ajansa me re axivî.
“Dagirkerî yek ji rahênên tundîtujiyê ne” 
Şehên Mehemed destnîşan kir ku aqlê mêr û tundîtujiyê dike çavkananiya xwe ji dagirkeriyê digre û wiha dom kir: “Tundîtujî xwedî bingehek berfirehe, dagirker ji di vê çaroveyê de ji aqlê faşîzimê çavkaniya tundîtujiyê pêşdixwe. Niha li hemû cîhanê sîstemek ya tunditujiyê serwere, Başûrê Kurdistanê ji vê yekê para xwe girtiye. Giştî civak û bi taybet bi aqlê mêrsalarî tevger dikin. Li her cihekû liv û fikra azadiyê û têkoşîna azadiyê hebe  fikirê faşîzm û dagirkerî hewil dide ji holê rabike û dagirkerî serî hildide. Gelê Kurd her tim bûye xwedî helwest û têkoşînek mezin, li dijî çewisandina jin û civakê. Eve jî bala dagirkeran kêşaye. Ne tenê dewleta Tirk, pilanên hemû cîhanê li dijî Kurdistanê giştî û  bi tayebt li Başûrê Kurdistanê heye. Sedemê vê yekê desthilata Başûrê Kurdistanê ku rê li ber dagirkeriya bi rêya aborî, civakî, siyasî û çandî xweşdike û eve jî bandorek ya xwe ya sereke li ser jinan û zêdebûna tundîtujiyê heye.”
“Jin di nava sîstema faşîzm û dagirkeriyê de çînek çewisandiye”
Şehên di derbarê zêdebûna tundîtujiya li ser jinê de wiha got: “Tudîtujiya li nberamberî jinan bûye diyardeyek berfireh ku rojane bi çend çêwazan cûda tundîtujî lê tê kirin, hewla kuştîn û destdirêjiya li ser jinan zêde bûye. Jin hewil didin bi awayek azad li beramberî civak û sîstema mêrsalarî bi sekinin. Ruxmê ku hebûna ewqas rêxsitinên jinan jî lê belê di rêxistinên çalakiyên jinan de kêmanî derdikevin, herwiha girîngî bi pirojeya çareseriyê nadin ku jin bi rêya siyasî, civakî û çandî bibe bersîva çareserkirina vê sîstemê.”
“25’ê Mijdarê têkoşîna beramberî sîstema dagirkeriyê ye”
Şehên Mehemed bal kişan li ser roja têkoşîna jinê ya li dijî tundîtujiyê û wiha dom kir: “Giştî civak û jin divê dîroka 25’ê Mijdarê baş bizanin û têbigihin, di vê rojê de jin li dijî hemû curên dagirkerî û tundiyê têkoşîn kirine, ji ber fikrê dagirkeriyê û mêrsalarî sedemê tundîtujiyê ye. Hemû curên tundîtujiyê çi ji aliyê bav û kesê di nava malbatê de, dagirker jî bi çend şêwazên bi rêya perwerdê, medya û siyaseta tudîtujiya fizîkî, derunî, encam dide û piştre jî hewla dagikeriyê didin. Ji ber vê diyar dibe ku dewleta dagirker ya ku bi çek nikarin bikin bi rêya fikir û çandê dikin. Xirabûna aliyê aborî rehendek dine ji bo durustbûna tundîtujiya nava malbatê, di demekê de dagirker kar li ser hemû aliyê jiyan, aborî dike eve jî dibe sedemê zêdebûna tundîtujiyê.”
“Jinên Başûrê Kurdistanê ne serbixwene”
Şehên Mehemed bi bîrxist ku jinên Başûrê Kurdistanê ne serbixwen û got: “Jinên Başûrê Kurdistanê ne serbîxwene û bûne dû beş, belku hinek jin di nava mala xwe de xwe qels dibînin û xwe berpirsyar di tu asta tîştekê de nabînin yan ji diçin ji derve têkelî civakê dibin lê belê guh nadin buyerên li Başûrê Kuridistanê çêdibin. Gelek jin hene di rêxistinên çalakvanên sivîl û rêxistinên mafê mirovan de cihê xwe digrin hene lê ne serbixwene aliyê hêza siyasî û hêzên wan sînordar dikin ji bo ew tenê karê rojane bikin û erkek cuda encam didin. Pêwîstiya jinan bi biryardariyê heye û dawî li hewlên kêm yên aliyên çareseriya pirsgirêka jinan dike, ji ber hemû hêzên siyasî bi opozisyona nikare bibe bersîvek beramberî pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê û di nava wan de jî pirsa jinê. Pêwîstiya jinan bê cûdahiya yek deng û helwestê heye, hewil bidin pirojeyek hevbeş avabikin ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan û rola wan di pêşangtiya civakê de. Baweriya me heye ku ger jin xwedî rêxistin bin, dikarin rolek serek ji bo çareserkirina pirsgirêkan taybet pirsa jinê û pêşketina civakê bileyîzin.”