“Astengiyên heyî nahêlin jinên Tûnisî bigihîjin navendên biryardayinê”

Divê jin li ser esasê şarezahiya xwe di hemû qadan de cih bigrin û mafên xwe û destkeftiyên ku ji bo wan têdikoşin biparêzin. Jin dikarin rewşa xwe baştir bikin, rastiya xwe bi awayê berfirehtir derbixin holê û pêkanîna zagonan ferz bikin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis- Tevî hebûna deh jinan di pêkhateya hikûmeta bi serokatiya Najla Boden de jî razîbûna jinên Tûnisê bi hebûna wan di astên biryardanê de li jêrî ya pêwîst ma. Ji ber ku ew dixwazin zêdetir maf û qanûnên ku wekheviya tam di navbera wan de dixin bin temînatê ava bikin. Li dijî cihêkariyê têdikoşin û cihê xwe di pozîsyonên biryargirtinê de hêsantir û berfirehtir bikin. Lê belê di civakeke paşverû de gelek astengî li pêşiya vê yekê derketin ku tevî tecrubeyên girîngiya hebûna jinan ji bo bidestxistina hevsengiyê îsbat kirine, hebûna jinan di pozîsyonên biryardayînê de zehmet e.

Jinên Tûnisê tevî hemû astengiyan jî di xebatên xwe yên ji bo îsbatkirina xwe di jiyana aborî û civakî de bi ser ketin lê belê giraniya jiyana siyasî lawaz ma, ji ber ku bi awayekî şeklî tevli jiyana siyasî bûn li beramberî bêdengkirina hemû çalakvanên sendîka, parêzvanên mafên mirovan û aktorên di warê mafên mirovan de.

Çalakvanên jin ên Tûnisî tevî hemû astengiyên ku rê li ber vê yekê digrin jî têdikoşin ku hebûna jinan di cihên biryardanê de xurt bikin û wekheviyê ava bikin.

Ramana dûrxistinê

Çalakvan û seroka Komeleya Dengê me Hadîa Bin Jameh, dibîne ku ew xwedî ramana hebûna jinên bikêrhatî di pozîsyonên biryargirtinê de ne. Her wiha dûrî fikra tayînkirina wan ji bo ku raya giştî ya herêmî û navneteweyî razî bike bawer e û destnîşan dike ku tayînkirina jinan ji ber ku jin in ango li ser bingeha zayendî, tê de ramana dûrxistinê ya ku nayê qebûlkirin heye.

Divê jin li ser esasê şarezahiya xwe di hemû qadan de cih bigrin û mafên xwe û destkeftiyên ku ji bo wan têdikoşin biparêzin. Jin dikarin rewşa xwe bi pêş bixin, rastiya xwe baştir derbixin holê û pêkanîna zagonan ferz bikin.

Guhertin

Der barê beşdarbûna jinan di erkên biryardana siyasî de jî Hadîa Bin Jameh amaje bi wê yekê kir ku divê jin beriya her tiştî bi awayekî berfireh beşdarî hilbijartinên pêşerojê bibin û bê tirs ji pêşniyarên curbecur re vekirî bin ji bo pêkanîna guhertinan bi hêza qanûnê ev wek deriyê yekem e.

Ji aliyê din ve, çalakvana siyasî Bedra Qealûl di wê baweriyê de ye ku hikûmeta niha ya Tûnisê edaletê li ser jinên Tûnisê pêk aniye, heta ku beşek be jî bi rêjeyek baş tevli hikûmetê kiriye. Li gorî hebûna wan di hikûmetên berê de, tayînkirina bi Wezareta Jinan û hin beşên bêbandor ve hat sînordarkirin. Hebûna 10 jinan di hikûmeta Tûnisê de li bakurê Afrîkayê û herêmê bi giştî mînakek e, pêwîst e giştîkirina tecrubeyan ji bo pêşxistina rastiya jinan were kirin.

Tevlibûna jinan

Bedra Qealûl anî ziman ku makezagonên ji aliyê dewleta Tûnisê ve hatine belavkirin, girîngiya wekheviya tam û beşdarbûna jinan di pozîsyonên biryardayînê de destnîşan dikin û bal kişand ku ji erkê dewletê ye bi hewcedariya derfetên wekhev ji bo her du zayendan di warê cihêrengiyê de bawer bike. Hebûna jinên Tûnisê di qada siyasî de hîn di bin asta tê xwestin a femînîstan de ye.

Bedra Qealûl diyar kir ku di hilbijartinên berê de namzedên jin ji serkirdayetiya lîsteyan hatin dûrxistin û weke dekor ji bo xemilandinê hatin danîn ji bo ku li pêş raya giştî bêjin jin hene û beşdar in. Ev yek jî diyardeyên dûrxistinê ne ku divê têkoşîn û xebat bên kirin di hilbijartinên dahatû yên parlamentoyê de ji bo nehiştina senaryoyên sûdmendiyên berê yên hilbijartinan, bi taybetî yên parlamentoyê ku tê de jin ji sedî 25 beşdar bûn, ev jî rêjeyek kêm e û hêviyên jinan pûç dike.

Bedra Qealûl bal kişand ser xebata ku civaka nûjen pê radibe ji bo piştgiriya destkeftiyên jinan di qada siyasî de, nemaze xwepêşandanên curbecur ên ku hewl didin ji bo jinên siyasetmedar bi ser bikevin. Ji hin aliyên siyasî nîşan da ku soz dane û pêk neanîne, di nav de pejirandina prensîba hevsengiyê di avakirina lîsteyên hilbijartinan de, ji ber ku ev yek rê li ber zêdekirina bextewariya jinan û gihandina wan ji bo cihên biryardanê vedike.

Valahiyên di qanûnê de

 Bedra Qealûl da zanîn ku di zagona hilbijartinan de valahî hene ku rê li ber çûyîna jinan bo cihên biryardayînê girtine, ji ber ku jin di astek de mane ji ber nelihevkirina partiyan û siyaseta wan a dûrxistina jinan. Çareserî di lezkirina pejirandina hevsengiyê de dimîne ku dê rê bide jinan serokatiya lîsteyan bikin û bigihîjin cihên serokatiyê.

Ji aliyê din ve, çalakvana femînîst Serîn El-Hokêrî dibîne ku jin di navendên biryardanê de amade ne lê pirsgirêka sereke ew e ku gotûbêja li ser mafên jinan heta îro jî berdewam dike. Jin xwedî hebûnek erênî ne ku di şiyana wan a têkoşîn û berpirsiyariyê de xuya dike û li gelek deveran qedrê xwe îsbat kirine lê tu kes înkar nake ku şert û mercên civakê û jin bi xwe jî di navbera wan û gihîştina serxwebûnê de wek astengî radiwestin. Wek mînak, jinên gundî tevî xebat û hewldanan jî mafên herî bingehîn bi dest naxin û di bin şert û mercan de ne, li ser rola civaka sivîl di vê yekê de û nirxa qanûnên ku rê li ber komkirina wan di astên serokatiyê de digrin dipirsin.

Pêkanîna wekheviyê

Serîn El-Hokêrî dide diyarkirin ku hebûna jinan di cihên biryardanê de hîn kêmtir e ji ya ku tê xwestin, ji ber ku pêwîstiya wan bi civakeke sivîl a bihêz, nûjen û azadîxwaz heye ku sînor û bend û astengiyên ku li pêşiya bidestxistina armancên wê yên siyasî û civakî radiwestin bişkîne. Her wiha bal kişand ku jinên Tûnisê piştî bi dehan salan ji dûrketinê ji bo bidestxistina wekheviya di navbera cinsan û temînata mafên xwe yên siyasî, aborî, civakî û çandî de xwestin şoreşê pêk bînin lê belê hêviyên wan ji ber astengiyên ku hewl didan pozîsyona wan xirab bikin têk çûn û tevî jêhatiya xwe nikaribûn bi xurtî hebûna xwe di astên serokatiyê de xurt bikin.

Çalakvana femînîst Serîn El-Hokêrî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser erka peymana îmzekerên CEDAW’ê ji bo girtina tedbîrên taybet ji bo piştgirîkirina hebûna jinan di parlamentoyê de ku Tûnis, Mexrib û Cezayîr jî di nav wan de ne, tevî parçebûna di navbera alîgirê sîstema kotaya jinan û redkirina wê. Tûnisê sîstema kotaya namzediyê pejirand, ango hebûna jinan di refên pêşkeftî yên lîsteyên namzediyê de zêde kir lê Mexrib, wek nimûne, sîstema kotaya nûnertiyê pejirand, yanî temûnata hejmareke diyarkirî ya kursiyên parlamentoyê ji bo jinan ku ew jî mijareke jinên Tûnisî dixwazin bi dest bixin.

Serîn El-Hokêrî bi bîr xist ku sîstema kotayê ji aliyê gelek welatan ve ji bo piştgirîkirina hebûna jinan di cihên biryardanê de hatiye qebûlkirin. Ji ber rola wê ya girîng di dabînkirina mafên komên paşverû ji bo beşdarbûna di desteyên hilbijartî û di astên biryardanê de û tirsa ji sîstema kotayê li hin welatan vegerand faktorên civakî-çandî yên ku bandorê li helwestên biryarder û gelan û nêrîna wan a li ser mijara beşdariya siyasî ya jinan dike û îmkana beşdarbûna wan di astên biryardanê de.