Aliya EL-Lafî: Hewceye jin sînorê jêre hatî dayîn derbas bike

Dr Aliya El-Lafî giringiya cîhgirtina jinan di nava xebatên rêveberiya Lîbiyayê de nirxand û diyar kir ku ji bo jin bikarin hebûna xwe di rêveberiyê de bidin dîtin hewceye sînorê jêre hatiye dayîn derbas bike.

 
IPTÎSEM EXFÎR 
Bengazî - Her çend jinan li Lîbyayê gelek peywirên cûda girtibin û di hemî warên pratîkî de beşdar bûne, heta pênc jinan di Hikûmata Yekîtiya Neteweyî ya ku nû hatî damezirandin de jî cihê xwe girtine, lê dîsan jî bi hêza jin a rêveberiyê bawer nakin. Di derbarê rewşa jinên rêveber û sedema jin bi hêsanî nikarin bibin rêveber de ajansa me bi Dr Aliya EL-Lafî ya di Rêveberiya Karsaziyê de xwendiyê û pispora xebatên bazirganiyê hevdîtin kir.
“Hewceye jin serkeftina xwe biçuk nebîne”
Aliya EL-Lafî da zanîn ku ew pêdivî pê dibînin jinên rêveber di nava karê wê de bidin nasîn û wiha domand: “Bi taybet li Lîbyayê ku komek ji jinan heye di dewletê de cihê xwe girtine, tekez jin xwedan behremendî ye û rêbazek wê ya guncew heye ku bi derdora xwe re danûsatandinê dike. Divê serkeftinên xwe bi çuk nebîne, ji ber dê xelk jî karê wê biçuk bibîne. Hewceye xebata dike bi welatiyan re par bike û bi karmendên xwe re di nava dan û sitandinê debe. Jinên Lîbyayî bi gelemperî hêza wan ya pêkanîna armancan heye. Hewceye bi însiyatîf be û kar bi rêve bibe ji sînorê hatî diyarkirin derkeve û bikare bi xwe ji xebata dibin berpirsiyariya xwe re bibe bersiv.”
Aliya El -Lafî di derbarê tiştê ku jina Lîbyayî dikare pirin tenê ji bin banê ku berê jêre hatî diyarkirin derkeve û wiha pêde çu: "Di serî de dema zarokên keç nû digihijin û perwerde dibin hinek tiştên weke hewceye teqez mêrek alîkariya wê bike bi xwe têra xwe nake tê dayîn û li ser wê mezin dibin. Ji ber wê jî nikare sînorê berê jêre hatî diyarkirin zu derbasbike û bi xwe xebata li pêşiya xwe bê ku alîkarî ji mêrekê bigire bike. Ger vê derbas bike hêza wan a kar û afrîneriya wan dê xebatek hîn serkeftîtir bi xwe re bîne.” 
“Diyarkirina armancê serkeftinê tîne”
Aliya EL-Lafî diyar dike ku tevî ku hemû şert û mercên serkeftinê di kesayeta jin de peyda bûn û bû xwedan piroje, ger jîngeheke ku alêkariya wê bike tune be, ew bi sernakeve, ji ber wê pêdivî bi alîkariya civakê jî heye. Aliya EL-Lafî jîngeha guncew tenê bi malbatê ve girênade û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku dewlet û rewşa siyasî, aborî û erdnîgarî jî bandorê li ser jin û pêşketina wê dike. Hin tişt hene ku divê jin wan li ber çavan re derbas bike ta ku bighêje serkeftinê, ger ku em bêjin ew serkeftin çi ye, em dikarin bêjin ku pêkanîna armanc bingeh e, mînak, ger ez armancekê li pêş xwe danim û bêjim ku vê salê divê ez 100 dînarî kar bikim lê ez 90 dînarî qezenc dikim, ev bo min ne serkeftin e. Jin li Lîbyayê armanc dike ku li tevahî navendan cihê xwe bigre, ger ku karibe baweriya derdorê qezenc bike wê demê dikare serkeftî be.”
Aliya EL-Lafî dibêje, ger ku jin giringiya jîngehê li ber berçav derbas neke nikare di warê karê xwe de bi serbikeve, yanî dema ku jin israr bike ku nîvê şevê kafeyê di nava civaka Lîbiyayê de veke, tekez tu jin serdana wê yekê nakin ji ber li gorî wan ev tiştekî şaşe, bi demê re guherîn divê, bi carekê re tiştên wiha nabe. Weke mînak ger bijîşk an polîsek heyanî nîvê şevê kar bike ew ji aliyê civakê ve nayê redkirin.
Li ser bangên herî dawî ku daxwaza hevsengiya di navbera her du cinsan de jî Aliya EL-Lafî ev nirxandin kir: “Tevgera hevsengiya di navera jin û mêr de bi awayekî çewt hatiya naskirin, ev tevger li Emêrîkayê ji demek dirêj ve hatiye derxistin, ew jî ji ber cudahiya di navbera jin û mêr de ji aliyê mûçeyan de, li ser vî esasî tevgera hevsengiyê daxwaz kir ku mûçeyên jinan bilind bibe. Ji ber ku jin bi tevahî karê mal radibe zêdebarî karê wê yê derve, mêr ew tenê li derve kar dike, tevgerê karibû di bilindkirina mûçeyên jinan de bi serbikeve, ev yek jî bo wê serkeftinek e. Tevî pêşketina tevgerê û banga wê ya hevsengiya di navbra her du cinsan de jî tu wekhevî tunye, ked û xebata jin naşibihe ya mêr, jin hêza xwe heye ku dikare di hemû waran de bixebite, jin ne hewceye ku bi hevalê xwe bifikire û çima hevsengî di navbera wê û wî de tune ye , divê ew bifikire her yek ji wan karê xwe heye.”
Aliya EL-Lafî di dawiya axaftina xwe de got, di civakê de jin û mêr bi karekî temamkirî radibin, nikarin beyî hev bijîn, divê jin di cihê ew têde ye fermandar be û li tu kesê mêze neke, divê ji bo serkeftinê her tim hewl bide.