Îlham Ehmed: Xetere li pêşiya jinan hene loma rêxistinbûn divê – HEVPÊYVÎN
Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bal kişand ser xeterên li Sûriyeyê li pêşiya jinan û got ku divê tecrubeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbûye bi hemu jinan re bê parvekirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/01/20250126-005a9420-jpge291bf-image.jpg)
BÊRÎVAN ÎNATÇÎ – AVZEM VIYAN
Hesekê – Di mehên dawî de li Rojhilata Navîn geşedanên ku wê bandorê li hemû rojeva cîhanê bike, rû didin. Yek ji van geşedanan jî di 12 rojan de rûxandina rejîma Baas a 61 bû. Tiştên ku li Sûriyê diqewimin xwedî potansiyela guhertina hevsengiyên li Rojhilata Navîn e.
Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed têkildarî rewşa li Sûriyeyê, geşedanên li Rojhilata Navîn rû dide, hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li tevahiya Sûriyeyê û Rojhilata Navîn xetereyên li pêşiya jinan hene û têkoşîna jinan bersiva pirsên me da.
*Rejîma 61 salî ya Baasê, di nava 12 rojan de ji aliyê HTŞ’a cîhadîst ve hat rûxandin. HTŞ’ê li Şama ku girt bin kontrola xwe, bi lez û bez hikûmeta demborî ava kir. Hûn vê tabloya guhertina di serdema dawî de li Sûriyê bi lez û bez pêk hat, çawa dinirxînin?
Ev guhertinên ku li Sûriyeyê çêbûn girîng in, bi taybetî hilweşîna pergaleke ku ji 60 sal zêdetir e berdewam kir, li pey xwe gelek pirsgirêkên giran hişt. Di serî de pirsgirêka jinan, pirsgirêkên pir kûr di nava civakê de hene. Di destûrê de mafên jinan misoger nebû. Di çanda civakê de jin nebûn xwedî maf. Her wiha di aliyê parastina wan de zagonên ku jinan ji tundiyê biparêzin çênebûn. Di vî warî de pirsgirêka jinan weke pirsgirêkeke kûr li dû xwe hişt. Ya din pirsgirêkên netewe û olan jî hene. Di serî de pirsgirêka gelê Kurd. Ev hemu weke nexweşiyek di nav civakê de hiştin. Bi hişmendiya netew dewletê re, van hemû nasnameyan binpê kirin û ruhê şovenîzmê di nav civakê de kûr kirin. Li şûna ku her çandek hev temam bike, hev weke dewlemendiya civakê bibîne; di navbera wan de tundiya li hemberî hev da avakirin. Ji bo vê jî bidawîbûna vê siyasetê, hilweşîna pergaleke wisa girîng bû ji bo careke din gelê Sûriyeyê dest bi pêşerojeke nû bike. Pir girîng bû ku ev pergal bê rûxandin.
Lê li şûna wê pergaleke çawa diviyabû bê avakirin? Ev rêveberiya heyî ya demkî yan jî em bibêjin rêveberiya meşandina kar a ku li ser desthilatdariyê ye paşeroja wan diyar e. Dunya tev jî wan nas dike. Xelkê Sûriyeyê jî wan nas dikin. Di vê mijarê de projeya avakirina pêşeroja Sûriyeyê heye. Wê çawa bê bi rêxistinkirin, gelê Sûriyeyê dê çawa di avakirina Sûriyeya nû de cih bigre ev pirs girîng in. Heta niha ev rêveberî sozan dide, daxuyaniyan dide. Dixwaze dîmenek wisa nîşanî cîhanê bide ku ew amade ne ji bo guhertinê. Dîmenên bi vî rengî didin. Lê bi rastî dê ev pêk werin yan na, wê çawa bibe em ê di pêşerojê de bibînin.
* Di navbera we û rêveberiya demborî ya HTŞ'ê de jî hevdîtin çêbûn. Ev hevdîtin çawa derbas bûn? Hûn li ser kîjan mijaran axivîn? Rêveberiya Xweser ji bo pêşeroja Sûriyeyê çi pêşniyar dike? HTŞ’ê vê pêşniyarê çawa dinirxîne?
Em nikarin behsa tiştekî wiha bikin ka ew çi dixwazin an em çi dixwazin. Ya girîng ji bo yekbûna axa Sûriyeyê hemfikirbûnek heye. Ji xeynî wê ji bo artêşek Sûriyeyê hebe dîsa hemfikirbûnek heye. Lê belê ji bo Sûriyeya ne navendî cudabûna fikir heye. Em çima dibêjin Sûriyeyek ne navendî û ew çawa dibêjin Sûriyeya navendî? Em dibêjin hemu pirsgirêkên ku berê rejîma Baasê li pey xwe hişt di encama pergalek navendî de ku hemû qadên jiyanê bi xwe ve girê dide, çêbûn. Em wisa dibînin ku pergalek ne navendî wê maf û azadiyê bide civakan ku heya bikaribin xwe îfade bikin.
Civaka Sûriyeyê civakek rengîn e. Gelek ol û bawerî tê de hene. Gelek çand û ziman tê de hene. Her wiha di serî de pirsgirêka jinan heye. Têkiliya di navbera jin û mêr de problemek mezin e di civaka Sûriyeyê de. Sûriyeya ne navendî dikare van pirsgirêkan hemû çareser bike di nava xwe de. Sûriyeya navendî ya hişk wê careke din rê li pêşiya şerê navxweyî veke. Wê careke din pirsgirêkên berê dubare bibin. Heta wê kûrtir bibin û vê carê bi xwîntir derbas bibe. Ji bo pêşî li rijandina xwînê bê girtin, ji bo bi rastî demokrasî û azadî hebe divê Sûriye ne navendî be.
* Dibe ku tabloya li Sûriyeyê veguhere rêveberiyek demokratîk?
Ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê hêvî gelek in. Bi rastî niha derfet heye ku Sûriyeya ne navendî pêk were. Ji ber ku salên dirêj, dorpêça li ser Sûriyeyê pir bi kûrahî dimeşiya. Hikumeta navendî ya Şamê nikaribû hemû herêman birêve bibe. Yan jî em bibêjin hemû erdnîgariya Sûriyeyê bi şêwazeke hişk bixe bin kontrola xwe. Herêmên ku ji derveyî desthilatdariya Şamê man bi xwe xwe birêve birin. Heta hinek muhafezekirî bûn heya niha jî wiha ne. Bi şeklekî hişk ve ne girêdayî Şamê ne. Bi xwe xwe birêve dibin. Esas zemîneke ku Sûriyeya ne navendî çêbibe gelek heye. Dimîne di nîqaşa destûrê de şeklê wê navendîbûnê çawa be. Wê çi bi riya Şamê bi şeklekî navendî bê meşandin, kîjan qad bin û wê çi ne navendî be. Yanî bi şêwazekê herêmî dê herêm xwe çawa birêve bibin. Nîqaşên vê di destûrê de dê bên destgirtin û xelkên Sûriyeyê di vê mijarê de li hev bikin.
* Gelek hêz dixwazin li Sûriyeyê bibin xwedî parek. Yek jî hêzên dînamîk ên esas ên herêmê hene. Dema ku em bi perspektîfa giştî binêrin, Tirkiye derdikeve pêş. Planên Tirkiyê yên der barê Sûriyeyê de çi ne?
Dewleta Tirk îro li Şamê xwe serkeftî dibîne. Weke piştgirîdayîna HTŞ’ê, li kêleka her karmendeke wezaretên Sûriyeyê şêwirmendekî Tirk danîn, di viya de dewleta Tirk weke erdnîgarî digot ‘ez ê Bakurê Sûriyê bixim bin kontrola xwe’ îro dibîne ku Sûriye hemu li pêşiya wî vekirî ye dikare kontrol bike. Piştî rûxandina rejîma Baasê serdana Hakan Fîdan a li Şamê çêbû nîşaneya vê yekê bû. Yanî dibêje ‘ez ê destwerdana Sûriyeyê bikim û wê di bin kontrola min de bê meşandin.’ Her çiqas bi şêwazeke leşkerî neketibe erdê Sûriyeyê jî ezmanê Sûriyeyê ji Tirkiyeyê re vekirî ye. Yanî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 24 saetan teyare, dronên wan êriş dikin. Her wiha li deverên din şêwirmendên xwe danîne, perspektîfan didin, fermanan didin. Yanî bi şêwazeke fiîlî dewleta Tirk îro gihîştiye xeyala xwe ya 500 salan. Yanî xwe wiha dibîne. Ev pir bi xeter in bi rastî jî. Ji aliyê waliyên Tirkiyeyê ve kontrolkirina Sûriyeyê rewşeke pir xeter e. Divê Tirkiye bizanibe ku têkiliyên cîrantiya baş ne wisa ne. Cîrantiya baş ew e ku tu hurmetê ji gelên cîran re nîşan bidî. Bi vê awayê tu serweriya axa Sûriyeyê têk dibî. Esas bi vê şêwazî serweriya wê têk biriye û xewna xwe ya 500 salan pêk aniye. Di vî warî de divê ku Tirkiye sînorên xwe nas bike, di çarçoveya sînorên xwe de tev bigere. Bi vê awayê dikare têkiliyek bi Sûriyeyê re dayne. Ger wiha be em ê jî hûrmetê nîşan bidin, em ê hûrmetê bidin têkiliyekê baş a di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de.
* Heyetek bi pêşengiya Rohilat Efrîn û Mazlum Abdî, di demeke nêz de çû serdana Başûrê Kurdistanê û bi Mesûd Barzanî re rûnişt. Ev hevdîtin hem ji aliyê Kurdan ve hem jî Rêveberiya Xweser ve çawa hat pêşwazîkirin? Der barê naverokê de hûn dikarin tiştek ragihînin? Ev hevdîtin dê bidomin?
Hevdîtina ku pêk hat bi rastî girîng bû, di warê yekbûna nêrîn, yekitiya eniya Kurd de. Pêşeroja Kurdan di Sûriyeyê de tê nîqaşkirin bê ka wê çawa be. Di vî warê de piştgiriya ku were kirin an jî em bibêjin ev hevdîtin esas rê vekir ku em hinekî zêdetir weke Kurdên Sûriyeyê di pêşeroja Sûriyeyê de em ê çawa cih bigrin, bi kîjan daxwazan dê çûyîn çêbibe. Di vî warî de hevdîtinek girîng bû. Weke eniya Kurd giştî, em bibêjin li Başûrê Kurdistanê, partiyên sereke hene PDK, YNK û her wiha hikûmeta herêma Kurdistanê heye, piştgiriya xwe di vî warî de bidin Kurdên Rojava û xwe weke parêzvan bibînin, em viya pir girîng dibînin. Bi rastî di çareseriya siyasî de ew jî di aliyê xwe de zext bikin li ser aliyên ku dikarin nêrînên xwe bi wan bidin guhdarkirin. Em çêbûna vê hevdîtinê girîng dibînin. Em bi hêvî ne ku pêşerojê jî danûstendinên bi vî rengî berfirehtir çêbibin. Gelê Kurd çawa dikare piştgiriya hev bike bi vê mebestê pêkhatina vê hevdîtinê girîng dibînim ku pêşerojê jî berdewam bike.
* Hûn ji bo karûbarên dîplomatîk çûn serdana gelek welatan. Hûn çawa hatin pêşwazîkirin? Di van serdanan de hûn li ser çi axivîn?
Hevdîtinên bi vê awayê tim çêdibin. Em dixwazin dostên me hebin weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser di qada navneteweyî de. Gelê herêmê fedakariyên pir mezin kirin, di şerê li dijî DAIŞ’ê de. Her wiha niha rola Rêveberiya Xweser û gelên wê di diyarkirina pêşeroja Sûriyeyê de jî girîng e. Di vê çarçoveyê de me xwest em fam bikin bi rastî derdor çi difikirin, nêrîn çi ne û em çawa dikarin dostaniyeke baş hem ji bo vê projeyê hem jî ji bo pêşeroja gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rolê xwe çawa li Sûriyeya nû bike, li ser vê esasê guftûgo û danûstandin çêbû. Yek jî xetera DAIŞ’ê hê jî berdewam e, ji holê ranebûye û pêwistî bi destekdayîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk heye. Em çawa dikarin van baştir bikin li ser wê esasê nêzîkatiyek erênî me dît.
* Di vê pêvajoyê de jinan gelek komxebat lidar xistin. Di van komxebatan de biryardariya jinan di mijarên weke cihgirtina di pêvajoyên biryardayînê de û mafên wan ên di destûra nû de, derketin pêş. Hûn vê pêvajoya ku ji aliyê jinan ve tê meşandin çawa dinirxînin? Di pêşeroja Sûriyeyê de pêwîst e jin roleke çawa bilîzin?
Niha di pêşeroja Sûriyeyê de pêwist e rola jinan pir esasî hebe. Xetere hene. Xeterên çawa hene? Ger em mîrasa ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbû, mafên ku jinan bi dest xistine rolên ku lîstine, danûstendina ku çêbûye, asta rêxistinbûna heyî nekin para giştî jinên Sûriyeyê; zagonên ku di destûrê de bi cih bibin texmîn dikim ku wê xirab bibin. Ev wê gelek zirarê bidin û wê jinan li paş bixin. Ji bo wê em pir girîng dibînin ku jin dengê xwe bilind bikin. Divê jin di avakirina kongreya neteweyî ya Sûriyeyê de nîv bi nîv cih bigrin. Ji hemû rêxistinan, hemû neteweyan divê jin cih tê de bigrin. Di nivîsandina destûra Sûriyeyê de divê çin çalak rola xwe bilîzin û di pêşnûmeya xalên girêdayî mafên jinan di Sûriyeyê de divê jin hebin. Di nivîsandina destûrê de divê bandora jinan lê hebe. Ger wiha nebe, niha rewşeke wiha heye; komên ku dixwazin ji vê sûdê bigrin dixwazin jinan binixumînin, fikrên cîhadî belav bikin. Ev nêzîkatiyek xeter e. Bi rastî hewldanên xeter tên kirin.
Ji bo vê jî tecrubeya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbûye, asta ku jin gihîştinê divê bi jinên din re bê parvekirin. Ev jî erka tevgerên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Çawa dikarin vê tecrubeyê parve bikin divê li ser vê xebatek cidî hebe.
*Di vê serdema guherîna li Sûriyeyê de ji aliyê din ve jî li Bakurê Kurdistanê di navbera Rêber Apo û desthilatdariyê de hevdîtin pêk tên. Hûn van hevdîninan çawa dinirxînin?
Hevdîtin bi şêwazên cuda derdikevin, di weşanan de jî gelek behs dikin. Di demek wiha de bawer dikim ku hevdîtinên di merheleyên pir hesas ên ku çarenûsa herêmê tê diyarkirin de tê kirin. Ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çarenûsa Rojhilata Navîn ji nû ve tê diyarkirin û dîzaynkirin. Di van wextan de wiha însiyatîfên bi vê şêwazî dema ku tên pêşxistin wê bandora xwe li ser giştî rewşa Kurdan û li ser giştî herêmê bike. Em vê pir girîng û esasî dibînin. Divê mirov rewşa heyî hûrûkur bizanibe, hîs bike û li gorî wê bi berpirsyariyeke mezin tevbiger. Ez vê yekê pir muhîm dibînim. Ji bo wê Rêbertî di vê warê de hewl dide riyek ji bo bi temamî çarenûsa Kurdan diyar bike, misoger bike li ser vê bingehê ji bo avêtina gavên tê xwestin xebatek tê kirin.
* Hûn weke siyasetmedar û dîplomatek, ji bo Rojhilata Navîn çareseriyek çawa pêşniyar dikin? Hûn avabûna federatîf yan ger ku em bi awayek berfirehtir binhêrin sîstemek konfederal dixwazin?
Rewşa jinan bi rastî pir bi êş e. Li welatên ku şer tên meşandin ji ber ku jin ne birêxistinkirî ne jin gelek êş û azaran dijîn. Di aliyê zarokên xwe, hevjînên xwe, malên xwe, bedena xwe, hestên xwe, fikrên xwe de ango di hemû aliyan de jin gelek azaran dikşînin ji ber van şeran. Ji ber ku li Rojhilata Navîn jin ne birêxistinkirî ne. Welatên herî aram ku derfet li pêşiya wan hene xwe birêxistin bikin, xwe zana bikin, xwe bikin xwedî îrade lê mixabin jin ne di wê zanebûnê de ne. Difikirin ku wê welatên wan her wisa bimîne û bi vê şêwazî berdewam dikin. Lê ne wisa ye. Dîzayna Rojhilata Navîn tê guhertin. Êdî welat bi welat dikevin nava krîzê û piştî vê krîzê jî şer dest pê dikin, piştî van şeran jî dîzaynên nû çêdibin. Heta ku ev çêdibin sal diçin û gelek êş û azar tên kişandin. Li cihê ku jin lê birêxistinkirî bin, zêde azarên wan çênabin. Çima? Ji ber ku rêxistin heye û van jinan diparêze.
Jin xwe, birêxistinbûna xwe diparêzin. Ji bo vê jî pir girîng e ku jin xwe birêxistin bikin. Hesab bikin ku îro ev şerê li Sûriyeyê tê kirin tenê di Sûriyeyê de namîne. Li gelek welatan belav dibe. Filistin wiha lê hat. Lubnan wiha bû. Iraq salên dirêj şer lê hebû. Yemen îro di nav şerekî de ye. Îran di nav şerekî de ye. Tirkiye di nav krîzên pir cidî de ye. Ji ber wê tê xwestin ku jin bi vê têbiniyê li herêmê mêyze bikin û bikaribin xwe birêxistin bikin. Di warê siyasî dibe, fikrî dibe, parastin dibe divê xwe birêxistin bikin û li gorî wê bikaribin li hemberî van guhertin û pêşketinên ku çêdibin xwedî tedbîr bin. Ango amadekariyên wê hebin û tifaqa jinan hebe. Li kîjan welatî dibe bila bibe çiqas ji hevgirtin, têkilî, danûstandin û ji tecrubeyên hev dersê bigrin, ewqas wê zûtir jin bikaribin parastina xwe bikin. Li ser vê esasê tê xwestin ku têkoşînek di aliyê destûrî de bê meşandin li hemû welatan, jin li ku derê bin, li wir mijara destûrî, mafan bixin rojeva xwe û divê li ser mafên xwe û rêxistinkirinê xebatek cidî bê kirin.
*Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 13’emîn sala xwe ya şoreşê de ye; berxwedaneke mezin heye li hemberî êrişên dewleta Tirk. Hûn van êrişên li dijî Şoreşa Jinan û berxwedana gelan çawa dinirxînin?
Dewleta Tirk ji aliyekî ve behsa pêvajoyeke nû dike û dibêje wê Ocalan derkeve biaxive û tiştan bixwaze û dibêje wê Tirkiye bikeve pêvajoyeke nû. Aliyek behsa aştiyê dike û li aliyekî jî pir bi dijwarî û hovane êrîş dike. Ev helwestên bi nakok in. Beşekî Tirkiyeyê heye ji serokomar bigre heta Wezareta Karên Derve pir tund hem ziman, hem helwest bi şêwazekî tehdît diaxivin. Dibêjin ‘em ê biperçiqînin, wan tevî çekên wan binax bikin’ li aliyekî jî zimanek wisali heye, li aliyê din jî hevkarên wan di hikumetê de dibêjin em ji pêvajoyeke nû re amade ne. Ev tiştên bi nakok in. Yekemîn divê ev yek bê derbaskirin, duyem berxwedana ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin, şervan bi asteke gelek baş berxwedanê di çeperan de raber dikin. Li kêleka wê gel bi rastî serbilindî û qehremaniya herî mezin nîşan dide.
Şehadetên ku çêbûn ez dikarim bibêjim ku wan însanên me yên ku çûne û li wir şehîd ketine dizanibûn ku ew cihekî xeter e lê dîsa jî bi zanebûna wê yekê çûn, wê deverê ji bo parastina herêm, nirx û xwedîderketina li xwîna şehîdên xwe û ji bo statuya xwe bû. Ji bo wê jî em îradeya civaka xwe îradeyek xurt, bi hêz û zana dibînin. Bawer im her siyasetmedarek û raya giştî hemû matmayî kirin. Îradeya xelkê me û çûyîna wê deverê û berxwedana ku raber dikin û dibêjin ‘elektrîk a min e, ava min e mafê te tune ye du dest dirêjiyê bikî.’ Vê peyama gel ji dewleta Tirk û kesên êrîşkar re ye.
Yanî îro li ser axa Sûriyeyê tevî agirbestek heye yî li vê herêmê şer dimeşînin, ev tê çi wateyê. Miletê me di vê zanebûnê de ye. Îradeya xwe wisa nîşan daye. Dibêje ‘yan ez ê bi îradeya xwe hebim an jî bila ez tune bim.’ Şehadetên li wir çêbûne vê yekê nîşan didin. Ji ber vê yekê ez bawer im û texmîn dikim ku civaka me şiyar û zana ye. Ev ji bo me bi rûmet e em hurmetê nîşanî wan didin, bejna xwe li hember vê îradeyê ditewînin . Ji ber vê yekê ez vê seknê gelek pîroz dibînim. Domandina vê berxwedanê û bi vê şêwazê helbet serkeftin e.
*Herî dawî tiştek ku hûn dixwazin bibêjin heye?
Roj roja çarenûsê ye. Her kes çi erk dikeve ser milên wî/ê divê bike. Kesên di xeta diplomasiyê de wê karên xwe bikin. Kesên di berxwedan û çeperan de jî wê karên xwe bikin. Her wiha yên di nava civakê de rêxistinê dimeşînin jî wê karê xwe bikin û ên xizmetê dikin wê karê xwe bikin. Her kes di kîjan astê de û çi erk dikeve ser milên wî/ê divê kêmasiyan neke. Roj ne roja gazincan û reşkirina hev e. Roj roja nîşandan helwestên di cih de ye. Ji bo vê jî em vê yekê ji hemûyan hêvî dikin û dixwazin piştgiriya vê berxwedanê li her deverê xurt bibe. Ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di serî de başûrê Kurdistanê, li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê û dewletên derve û li her deverê çi tê xwestin divê bê kirin. Ji bo ku ev berxwedan li ser piyan bimîne, em bikaribin bi desteke xurt danûstandinan bikin, bikevin nava muzakereyan, em bikaribin Sûriyeya nû ya demokratîk û pirrengî ava bikin û çarenûsa me di vê de diyar bibe.