Çalakvana Tûnisî: Divê civaka sivîl vegere kolanan

Ji Komeleya Kelam Asmaa Sebrî diyar kir ku destkeftiyên jinên Tûnisî di xeteriyê de ne û got, "Em weke civaka sivîl divê bi heman coş li kolanan vegerin û têkoşînê bikin."

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis – Jinên Tûnisî herî zêde ji krîza siyasî ya piştî rawestandina bendên Destûra Bingehîn û betalkirina Meclîsa Nûneran bandor bûne. Çalakvana civaka sivîl û kordînatora projeya Komeleya Kelam Asmaa Sebrî li ser rola civaka sivîl, sazî û komeleyên jinan di pêşxistina rola jinan de li welatekî ku azadî kêm dibe û mafên jinan di metirsiyê de ye axivî.

Hûn li ser rewşa jinên ciwan li Tûnisê çi difikirin?

Dema mirov li welat di warê qeyran û aloziyan de binere, ji berê dijwartir bûye, nemaze piştî têkçûna rewşa aborî, lewra piraniya ciwanan tenê li ser yek tiştî difikirin ew jî koçberî ye. Ez bi şoreşa gelên welat di sala 2011’an de îqna bûm, lê îro ez ji gelek tiştan aciz dibim, her çendî ji bo parastina destkeftiyên xwe li ber xwe didim. Divê hemû jinên ciwan ên li Tûnisê werin teşwîqkirin ku beşdarî rêxistinên civaka sivîl bibin. Divê jinên ciwan tiştên li derdora xwe diqewimin bibînin û deriyê jiyaneke nû vekin.

We kengê weke çalakvanek di civaka sivîl de dest bi karê xwe kir? Hûn rastî çi zehmetiyan hatin?

Min di sala 2011’an de dest bi xwendina zanîngehê kir, salek ku ciwan gelek bi xîret bûn ku tevlî şoreş, partî û sendîkayan bibin. Wê demê ez di Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Tûnisê de çalak bûm û endamê ofîsê bûm. Paşê min di sala 2015’an de dest bi karê xwe yê di warê civaka sivîl de kir û pênc salan berdewam kir. Di vê demê de min li paytextê di gelek komeleyan de wek dildar xebitî û piştre li Komeleya Kelamê dest bi xebatê kir. Ez ji sala 2019’an û vir ve çalakiya xwe didomînim.

Armanca min ew bû ku ez pirsgirêkên jinan bi taybetî di civaka navneteweyî de derbarê beşdarbûna wan a di siyasetê de têbigihêjim û çareser bikim û bi giştî di warê mafên mirovan de di nav parêzvanên jinan de cih bigirim. Min civaka sivîl bi tevgera "Manich Msamah" nas kir. Wê demê em ne civakeke medenî bûn, em komek ciwan bûn ku dixwestin di civakê de bi bandor û çalak bin. Me bi Qanûna Lihevhatinê dest pê kir û paşê me di nav civaka sivîl de hin têkilî ava kirin û ew bi dilxwazî ​​bûn. Xwebexşiyê îro li Komeleya Kelamê derî li ber min vekir.

Jinên ciwan di bin zextê de ne ku beşdarî civaka sivîl bibin?

Bi rastî, piraniya komeleyên ku ez tê de beşdar bûm, rewşa min a li ser kar fêm dikirin, ji ber ku me piraniya çalakiyan di dawiya hefteyê an betlaneyan de dikir û malbata min herî zêde li ser wan dixebitî. Gelek jinên ciwan hene ku ji aliyê malbatên xwe ve rastî zextên giran tên û dixwazin bikevin nava komeleyên jinan. Ew alîgirên min ên sereke ne. Ji bo vê yekê ez bang li jinên ciwan dikim ku hêvî û derfetên ku di destê wan de ne, tevî hemû zehmetiyan hembêz bikin û beşdarî civaka sivîl bibin ji ber ku ev yek ji wan re dibe alîkar ku fêm bikin ka li welat çi diqewime û rê vedike. Em maf û azadiyan ji bo wan biparêzin ji ber ku xewna ku me 12 sal berê jiyan kir dê ji holê rabe.

Weke koordînatorê Komeleya Kelamê girîngtirîn çalakî û encamên ku komeleyê bi dest xistine çi ne?

Komeleya Kelam rêxistineke sivîl e ku di sala 2015’an de di çarçoveya tevgereke femînîst de dest bi xebatên xwe kir û piştre bû komele. Yek ji armanca wê ya herî girîng jî parastina mafên jinan û têkoşîna li dijî tundî û cudakariya zayendî ye. Yekem çalakiya wê li parêzgeha Al Kef a Tûnisê di sala 2019 de hate lidarxistin. Yek ji mijarên herî girîng jî azadiya jinê bû û piştre me li ser projeya “Ma Tahşmiş” xebitîn. Em niha bi rêxistina "Oxfam" re li ser projeyek jinan hevkariyê dikin û gelek hevkarên me hene ji ber ku komele azadiyên takekesî yên di çarçoveya dînamîzma femînîst de li hev dicivîne û zêdetirî bîst komeleyan di nav xwe de dihewîne û armanca me ya sereke ew e ku em nêrînên xwe li ser piştî 25’ê Tîrmehê çi qewimî. Ji bo ku komeleyan bigihînin hev û tevî nakokiyên me jî parêzvaniyê xurt bikin.

Tevî rexneyên komeleyê jî we ji bo Afrîqiyên li Tûnisê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Hîn hûrgulî li ser wê hene?

Bi saya hevkariya me bi civaka sivîl re, gelek hevalên me li biyabana Tûnisê li başûr hene û wan ji me xwest ku em alîkariya wan bikin ji ber ku nikarin ji malên xwe derkevin. Tûnis wekî yek ji welatên ewle tê hesibandin, lê hin kes hene ku mehkûmî rûniştina malê tê kirin. Ji ber vê me dest bi kampanyaya xêrxwaziyê kir. Çalakiya kampanyayê bi qasî du hefteyan dewam kir. Em bi qasî ku ji destê me tê em hewl didin ji malbatên xwedî zarok re bibin alîkar, komeleyê jî daxwaza alîkariyên wek pelika û xwarinê kir.

Tevdîrên komeleyê ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan çi ne?

Yek ji girîngtirîn tedbîrên ku komele ji bo piştgirîkirina jinan û pirsgirêkên wan pêşkêşî dike, xwedîderketina li jinên ku rastî tundiyê hatine, weke tevlêbûna di pêvajoyên parêzvaniyê yên ku ji aliyê komeleyên din ve tên meşandin, beşdarî kampanyayên hişyariyê û peydakirina stargehê ye. Em ji bo jinên ku serî li dadgehan didin, piştgiriya hiqûqî û derûnî dikin. Daxwazeke mezin ji jinên mexdûrên şîdetê heye, gelek ji wan rastî şîdeta madî û manewî tên û ev yek di nav komên betal de zêde dibe.

Derbarê biryara betalkirina Meclisa Nûneran û derbaskirina bendên destûrê de hûn çi difikirin?

Têkiliyek nêzîk di navbera xirabbûna rewşa aborî, civakî û siyasî ya Tûnisê bi giştî heye. Îro em di rewşeke siyasî de dijîn ku di hêza yek kesî de bi kurtî tê dîtin. Hewldanên me yên ji bo biryara li ser navê gelên ku ji bo bidestxistina azadî û demokrasiyê têdikoşin û di dema şêwra ku ji bo betalkirina bendên destûrî hatin weşandin de jî bê encam man. Îro meclîs, rêveberî û daraz di bin yekdestdariya mêr de kar dikin. Ji ber vê yekê weke civaka sivîl divê em vegerin kolanan û bi heman coş têbikoşin. Azadî û mafên jinan di bin metirsiya tinekirinê de ye û rêjeya temsîliyetê tenê ji sedî 12 ye.

Li gorî we jin ji bo ku piştî şoreşê mafên xwe yên windabûyî bi dest bixin divê çi bikin?

Me ji destpêka tevgera femînîst a Tûnisê ve tu destkeftî û windahî tomar nekiriye. Lê îsal yekem car xisareke mezin hat tomarkirin, ew jî jidestdana yasaya hilbijartinan û prensîba wekheviyê li parlamentoyê ye. Ji ber ku maddeyek an kesê ku me mecbûr dike ku em vê prensîbê winda bikin, dê bibe sedem ku em di pêşerojê de tiştên din winda bikin. Jin wê xwe di nava şerekî ku nûnertiya wan tinebe û pêwîstî û mafên wan fêm bike de. Bi taybetî jin li dora maseyên biryarê rûniştine û tenê wek dekor li wir radiwestin. Em her roj di rûpela fermî ya Serokatiyê de vê dîmenê dibînin û temaşe dikin.