rojane
-

Piştî têkoşîna 2 salan bi zor ceza dan kujerê Meryem
Musa Sevîm ê ku hevjîna xwe Meryem Sevîm qetil kir, piştî 2 salan di encama têkoşîneke dijwar de ceza girt. Xwişka Meryem got ku ger cezayê ku heq kiribûn bidana kujerên jinan, ewê ne Meryem ne jî jinên din bihatana qetilkirin.
-

Li Brukselê dê dewleta Tirk ji ber sûcên ku kirine were darizandin
Di Dadgeha Gel a ku dê di 5-6'ê Sibatê de li Brukselê pêk were dê dewleta Tirk ji ber sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine, were darizandin.
-

Li Xezayê agirbest
Piştî şerekî dijwar ê 15 mehan, di navbera Îsraîl û Hemasê de agirbest hat îlankirin. Biryare roja yekşemê agirbest bikeve meriyetê.
-

Şervana YPJ’ê: Emê heta dawî liberxwe bidin
Şervana YPJ’ê Tolhildan Amed a di nav berxwedana Qereqozaxê de ye, da zanîn ku ewê êrîşên dagirkeriyê bê bersiv nehêlin û heta dawiyê liberxwe bidin.
-

Hind El Cerêbî: Pêdîvî bi avakirina torên siyasî ya jinan heye
Çalakvana Mafê Mirovan Hind El Cerêbî tekezkir ku divê yasa bên çalak kirin û torên siyasî ji bo piştgiriya jinan di qada diplomasî û siyasî de bên avakirin, her wiha destek bidin pêşxisitna rola jin di qada siyasî de.
-

Dewleta Tirk di salekê de 25 jin û 45 zarokan qetil kir
Li gor Rêxistina Mafên Miorvan a kantona Cizîrê, di êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2024’an de 25 jin û 45 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
-

Lubna Necîb: Di karên gelek zehmet de parastina kedkaran nîne
Lubna Necîb karîbû cihê xwe di qadên ku tenê ji mêran re sînordar kiribûn bigire. Ew yekem nobedarê jin ê ewlehiya taybet li Mexiribê ye û ji bo parastina mafê kedkarên jin sazî û pîşeyên giştî avakir.
-

‘Guhertinên di bernameya perwerdehiyê de metirsî ye’
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hac Elî bal kişand guhertinên bernameya perwerdê ya komên cîhadîst ên HTŞ pêk anîne û got: “Guhertinên di bernameya perwerdehiyê de metirsiyek li ser nifşên pêşerojê ye.”
-

Navên kesên li Tişrînê hatin qetilkirin aşkere bûn
Navên kesên ku di êrişa dewleta Tirk de hatin qetilkirin û birîndar bûn aşkere bûn.
-

Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî 2 jinan qetil kir
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Girê Spî yê dagirkirî duh 2 jinan qetil kir û zarokek birîndar kir.
-

Di duyemîn êrişa li ser Tişrînê de 3 welatî jiyana xwe ji dest dan
Di topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê yê li dijî Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 3 welatî jiyana xwe ji dest dan û 7 jî birîndar in.
-

Ji Meclîsa Kongra Star a Efrîn û Şehbayê daxuyanî
Meclîsa Kongra Star a Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyek derfetên vegerek bi ewle ya Efrînê anîn ziman.
-

Dewleta Tirk konvoya gel a diçû Tişrînê bombebaran kir
Konvoya gel a ku ji bo parastina Bendava Tişrînê ya ji ber êrişan metirsî li ser heye berê xwe da bendavê, bû hedefa bombebarana dewleta Tirk.
-

HTŞ’ê li Şamê êrişî malên Kurdan kir
Hat ragihandin ku endamên komên cîhadît ên HTŞ’ê li taxa Zorava ya Şamê êrişî gelek malên Kurdan kirine û talanê dikin.
-

Jinan li ber walîtiya Sine ji bo Pexşan Ezîzî çalakî li dar xist
Aktivîstên jin li ber walîtiya Sine kom bûn, bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî dan û gotin: “Betalkirina cezayê darvekirinê, wê bibe gavek biçûk ji bo pêkanîna edaletê.”
-

Mîna Askerî: Divê li dijî cezayê darvekirinê em hemû dengê xwe bilind bikin
Jinên Efganistanê bi peyamên xwe yên piştevaniyê xwestin cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî were xirakirin. Aktivîst Mîna Askerî diyar kir ku jina têkoşer a Îranê Pexşan Ezîzî ji ber li dijî rejîma Îranê derket cezayê darvekirinê girtiye.
-

Jinên Mexmûrê ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin
Meclîsa Îştar a wargeha Mexmûrê li dijî erêkirina biryara cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn, banga betalkirina biryarê kir. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku divê tavilê cezayê darvekirinê bê betalkirin.
-

20’emîn salvegera Kongra Star li Qamişlo hat pîrozkirin
20’emîn salvegera damezrandina Rêxistina Kongra Star a Rojava li bajarê Qamişlo bi şahiyek hat pîrozkirin.
-

Komeleya Dayikên Kesên Hatine Revandin bêdengiyê şermezar kir
Komeleya Dayikên Kesên li Yemenê Hatine windakirin, xwest çareserî ji pirsgirêka revandina mirovan re were dîtin, bang li sefîrê Yemenê yê NY’ê û hemû saziyên mafên mirovan kir ku hesab bixwazin.
-

Mamostayên olî ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî bang kirin
42 mamostayên olî yên Rojhilatê Kurdistanê têkildarî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî daxuyaniyek dan.