Jinên li gundên Mexribê ji mafên bingehîn ên jiyanê bêpar in

Jinên ji Mexribê diyar kirin ku pêwîst e xebatên ji nû ve avakirinê yên li herêmên afatê yên li Mexribê, bên lezkirin. Jinan dan zanîn ku xebat hê jî pir hêdî tên meşandin û gotin ku ev rewş bi taybetî jî mercên jiyana jinan û zarokan dijwartir dike.

RECA XEYRAT

Mexrib – Jinên ku li gund û qadên çiyayî yên li Hêma El-Haouz a cîranê paytext Marakeşa Mexribê ne dijîn, bi taybetî jî zivistanê ji ber xizaniya zêde bûye, îzolasyon û sersariyê re têdikoşin. Herêma El-Haouz her çiqas di nav çem û çiyayan de be û xwezaya wê û tesîsên wê yên turîstîk navdar bin jî, di sala 2023’yan de piştî erdheja mezin a li Mexribê pêk hat, bû herêma ku herî zêde hilweşiya û mirov lê mirin. Di erdhejê de hezar û 684 kes mirin û gelek mirovên li herêmê dijîn, hê jî bê mal û war in lewma di çadiran de dijîn. Ji ber ku pêvajoya ji nû ve avakirinê hêdî dimeşe, tengasiyên ku xelkê  herêmê dijîn, zêdetir dibe.

Jin nikarin xwe bighînin xizmetên bingehîn

Parazvana Mafên Jinan û Seroka Komeleya Jinan a Afoulkiyê Zehra Îd Elî, got ku jinên li herêmên çolterî û çiyayî dijîn, ji xizmetên bingehîn hê jî bêpar in. Zehra Îd Elî got ku “Jin bi taybetî jî nikarin bighên mafên herî bingehîn ên wekî tenduristî, perwerdehî û kar.”

Zehra, diyar kir ku jinên li herêma El-Haouzê piştî erdhejê di nav şert û mercên giran de dijîn û wiha got: "Qelîteya jiyana jinên ku li herêmên bejahî û çiyayî dijîn, gelek kêm e. Jin ji mafên herî bingehîn jî bêpar tên hiştin. Bi taybetî jî keçik nikarin herin dibistanê. Piştî erdhejê ku dibistan hatin girtin, ev rewş dijwartir bû."

Di Destûra Mexribê de bihêzkirina aborî û civakî ya jinan heye

Destûra Mexribê, dibêje ku jin pêwîst e di aliyê aborî û civakî de bên xurtkirin, tevlî bernameyên pêşketinê bên kirin. Lê ev hedef gelek dûr in. Zehra Îd Elî, ragihand ku jinên li bejahiyê tevkariyek mezin didin hilberandinê, lê bersiva vê keda wan nayê dayîn. Zehra wiha got: “Di çandiniyê de dixebitin, bi sewalan re mijûl dibin, karên malê dikin, zarokan mezin dikin. Lê tevî van hemû hewldanan jî, keda jinê tune tê hesibandin û ji projeyên pêşketinê dûr tên girtin. Mînak dema ku ji bo projeyên dahatê fînansman peyda dikin, dibêjin ku pêwîst e jinên dixwazin jê sûd bigirin, di bin 34 salî de bin. Ev jî dibe sedem ku gelek jinên li gundan nikaribin ji bernameyên desteka aborî sûd bigirin.”

Di ser erdhejê re salek derbas bû lê hê jî di çadiran de ne

Zehra Îd Elî anî ziman ku di ser erdhejê re salek derbas bûye lê jin hê jî di çadiran de dijîn. Zehra Îd Elî got ku bi taybetî jî zivistan û serma, berf û baran, jiyana jinan û zarokan dijwartir dike. Zehra Îd Elî wiha got: "Jin herwekî li çiyayan di nav berxwedanek de ne. Digel mercên giran ên jiyanê jî hêviyên xwe diparêzin."

Pêwîst e jin tevlî bernameyên pêşketinê bên kirin

Zehra Îd Elî, anî ziman ku pêwîst e li herêma erdhejê xebatên ji nû ve avakirinê bên zûkirin û jin tevlî van xebatan bên kirin û wiha pê de çû: "Fonên ku ji bo ji nû ve avakirina xaniyan didin, ji bo starbûnek bi ewle têr nakin. Jin neçar dimînin ku bi bandorên derûnî yên travmayên ku dijîn re jî têbikoşin. Di şûna vêya de pêwîst e bernameyên pêşketina entegre ya ku ewê jinan xurt bike û bighîne serxwebûnê, bên meşandin. Jin di şûna ku her tim bi alîkariyên ji derve tên ve bên girîdan, divê bikaribin li ser piyê xwe bisekinin. Her wiha li gundên ku ji nû ve tên avakirin, pêwîst e mîmariya kevneşopî ya Mexribê were parastin. Jin dikarin mîmariya xwe ya çandî bi awayê herî baş biparêzin. Pêwîst e ku nêrînên wan li ber çav bên girtin."

Jin komeleyan ava dikin û kêşeyan çareser dikin

Fatma Saîd, da zanîn ku li herêma erdhejê jin gihîştine hev û komeleya xwe ya jinan ava kirine. Fatma wiha got: “Me xwest bibin dengê jinên li gund û wan di aliyê aborî de bihêz bikin. Em naxwazin bi alîkariyên mirovî ve girêdayî bimînin. Tenê daxwazek me heye; em mîna perçeyek civakê bên dîtin. Ev hewldan ji aliyê hinek rêxistinên jinan ve jî tên destekkirin. Mînak Komeleya Jinan a Afoulkî, di aliyê pratîkbûna projeyên jinan de bibin alîkar.”

Fatma da zanîn ku piştî erdhejê projeyên demkî yên starbûnê hatine pratîkkirin û wiha got: “Projeyên biçûk ên ku jin bikaribin dahatê bidest bixin, hatin pratîkkirin. Lê hewldanên bi vî rengî heta ku desteka dewletê neyê dayîn, nikarin têra jinan bikin.”

Pirsgirêka perwerdê û zewaca zarokan

Naima Ait Amgar, diyar kir ku li gundê wan keçik neçar dimînin zû dev ji dibistanê berdin û wiha got: “Dibistan dûrî gund in, lewma malbat nikarin zarokan bişînin dibistanê. Ji ber ku aboriya wan ne baş e, nikarin herin lîse û zanîngehê jî. Mêrên gundan ji bo debara xwe bikin diçin bajarên mezin û li wan deran dixebitin. Jin jî li gund dimînin û bi karê çandiniyê re mijûl dibin zarokan mezin dikin. Ji ber ku li gund derfetên kar tunene, jin nikarin bibin xwedî aboriyeke serbixwe.”