rojane
-

3 sal cezayê girtîgehê li hunermend Parya Marandiz hat birîn
Hunermenda Parya Marandiz a li Tehranê dijî, ji aliyê Şaxa 23’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve mehkûmê 3 sal cezayê girtîgehê û cezayê du salan qedexekirina fealiyetên medyaya dijîtal hat kirin.
-

Sêşema na ji darvekirinê re: Mirina Somaye Raşîdî encama polîtîkayên îşkenceyê ye
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’, ji bo malbata Somaye Raşîdî ya li Girtîgeha Qerçekê jiyana xwe ji dest da hevgirtin nîşan da û bang li gelê Îranê kir ku li dijî van cezayên darvekirinê yên li dijî mirovahiyê dengê xwe bilind bikin.
-

Li Sûdanê pergala tenduristiyê hildiweşe
Li paytexta Sûdan Hartumê, li gel belavbûna nexweşiyan, têkildarî rewşa tenduristiyê fikar zêde bûne. Sendîkayên Bijîşkên Sûdanê, diyar kirin ku bajar di rewşa şewbê de derbas dibe.
-

Li Mexribê çalakiyên ciwanan berfireh dibin
Li gelek deverên Mexribê, bi sedan ciwan sê roj in xwepêşandanan didomînin. Ev xwepêşandan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin astengkirin û belavkirin û bi dehan beşdar hatin binçavkirin.
-

Sêyemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd tê lidarxistin
Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd bi daxuyaniyekê ragihand ku wê 3’emîn Koferansa Neteweyî ya Jinên Kurd di navbera Kanûna 2025 û Çileya 2026’an de li Silêmaniyê were lidarxistin.
-

Xizmeta înternetê li Efxanistanê di rewşa rawestandinê de ye
Talîban, her roj qedexeyên nû zêde dike. Talîban xetên optîk fiber qut kir, ev yek bû sedem ku li Efganistanê xizmetên telefon û înternetê bisekine.
-

‘Yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd dê çareseriyê bi xwe re bîne’
Endamên Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd gotin: “Çareseriya hemû qeyranên siyasî, êrîşên dagirkerî û pêşîgirtina li kuştina jinan, di Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd de ye.”
-

Prof. Huda Rizk: Divê dewleta Tirk cidî nêzî pêvajoyê bibe
Profesor Huda Rizq bal kişand ku berdewamiya girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zirarê dide pêvajoyê û xwest dewleta Tirk cidî li ser meseleyê bisekine û ji bo guherîna rastîn merc werin avakirin.
-

Heyeta Jinan a Rojava li Zurîhê bi rêxistinên jinan re civiya
Heyeta Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Zurîhê bi rêxistinên jinan re civiya û ji bo çareseriya demokratîk a li Sûriyeyê banga piştevaniya navneteweyî kir.
-

Konferansa Yekitiya Jinên Başûrê Kurdistanê hate paşxistin
Sêyemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd ku dê roja 4’ê Cotmehê li Silêmaniyê bihata lidarxistin, ji bo demek ne diyar hate paşxistin.
-

Qeyrana aborî riya zarokan a dibistanê qût dike: Malbat neçar in
Krîza aborî ya ku ji sala 2014’an vir ve kûrtir dibe, bandorê li jiyana civakî ya li Başûrê Kurdistanê dike. Mamoste bi mehan e mûçeyên xwe wernagirin û gelek malbat nikarin zarokên xwe bişînin dibistanê; valahiya perwerdehiyê berfireh dibe.
-

Pirsgirêkên civakî li ser bingeha zayendî nîqaş dike û naverokan hildiberîne
Sosyolog Ezgî Sila Demîr, bi rêya bikaranîna hêza medyayê naverokên cuda dihilberîne. Ezgî pirsgirêkên civakî ji bo nîqaşên li ser bingeha zayendî vedike û naverokan dihilberîne, wiha dibêje: "Armanca min eşkerekirina pişt perdêya pirsgirêkan e."
-

‘Jiyana jinên Sûriyeyê di nava metirsiyek mezin de ye’
Endama Meclîsa Jinan a PYD’ê Wehîde Xelîl rewşa jinan a niha li Sûriyeyê bi gotina “Hikumeteke ku bi hişmendiya DAIŞ’ê rêveberiyê bike, helbet wê xeter li ser jiyan û pêşeroja jinan hebe” nirxand.
-

19 girtiyên jin ji bo Somaye Raşîdî dest bi greva birçîbûnê dikin
19 girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Qerçekê, li dijî mirina Somaye Raşîdî û şert û mercên dijî mirovahiyê ya girtîgehê, dest bi greva birçîbûnê ya 2 rojî bikin.
-

Girtiyên li girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kirin
Piştî mirina Somaye Raşidî ya ji ber nebûna xizmetên tenduristiyê ya li Girtîgeha Qerçekê, Hamîda Erdalan û Mehdî Ferahî Şandiz ên li Girtîgeha Evînê, dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyan, daxwaza berdana girtiyên nexweş dikin.
-

Ji Amedê ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang
Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo meşa ku wê 1’ê Cotmehê bi dirûşma "Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amedê heya Enqereyê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
-

‘Heta ku bêdengî bidome wê kesên din jî bimirin’
150 girtiyên siyasî yên berê ya ji bo Somaye Raşîdî ku ji ber nehat dermankirinê li Girtîgeha Qerçekê jiyana xwe ji dest da daxuyanî dan, wiha gotim: "Mirina Somaye hişyariyek vekiriye; Heta ku bêdengî bidome, wê kesên din ên mîna wê jî bimirin.”
-

Jinên Yemenî beşdarî Konferansa Aştiyê ya Cîhanê bûn
Beşdarên Yemenî di Konferansa Aştiyê ya Jinan a Cîhanê de, destnîşan kirin ku ew aktorên aştiyê ne. Beşdaran, balkişandin li ser rola jinan ya veguherandina herêmên pevçûnê ya ji bo navendên hêvî û aştiyê.
-

Li Hemayê mezarek olî ya Elewiyan hate şewitandin
Li Sehil El Xab a Hemayê ku di bin kontrola HTŞ’ê ya cîhadîst de ye mezareke olî ya girêdayî civaka elewî hate şewitandin.
-

‘Pergala hevserokatiyê xebatê şaredariyan bi hêz kir’
Hevseroka Yekîtiya Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Stêr Murad tekez kir ku pergala hevserokatiyê bingeha bidestxistina destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û got: “Em Rêveberiya Xweser wek modelek ji bo çareserkirina krîza Sûriyê dibînin.”