rojane
-

‘Jin bi xwerêxistinkirinê dikarin pêşî li tundiyê bigirin’
Jinên ji Silêmanî gotin ku jin bi xwerêxistinkirinê dikarin pêşî li tundiya ku bi gelek awayan li ser wan didome bigrin û divê li dijî feraseta serdestiya mêr di nava malê de û li her derê sekna xwe nîşan bidin.
-

Xeza di navbera ‘Xeta Zer’ û rojava de ber bi ku ve diçe?
Biryara NY’yê ya ji bo wesayeta li Xezayê, merheleyek nû ya tevlîhev, parçebûnên erdnîgarî û siyasî ku encamên wê yên civakî-aborî hene bi xwe re tîne. Ev yek jî nîşan dide ku dê Filistîn perçe bibe û rewşeke dijberî hiqûqa navneteweyî çêbibe.
-

Jinên ji Qamişlo: Li dijî her cure tundiyê emê têkoşînê bilind bikin
Jinên bajarê Qamişlo yê derbarê tundiya ku li ser jinan tê meşandin axivîn û dan zanîn ku rûxmê vê tundiyê jinan di gelek waran de xwe îsbat kirin û bûn xwedî biryar.
-

Li Parîsê jin li dijî tundiyê meşiyan
Li Parîsê bi tevlibûna dehzezaran jinan di çarçoveya 25’ê Mijdarê de meş pêk hat.
-

Li Reqayê der barê tundiya li ser jinan panel
Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Reqayê panelek li dar xist. Beşdaran bal kişand li ser rola jinan di qonaxa veguhêz û biryardanê de, her wiha hemû cureyên tundiya li dijî jinan şermezar kirin.
-

Civaknasa Îtalî destek da Abdullah Ocalan
Civaknasa Îtalî Donatella della Porta bi gotinên; “Tenê bi çanda aştî û diyalogê dikare şertên rê li ber dinyayek din veke ava bibe. Tevgera siyasî ya Kurd di vî alî de gavên girîng avêtin” ragihand ku destekê dide pêvajoyê.
-

Xwendekara zanîngehê Mizgîn Ertekîn bi guman mir
Hate zanîn ku xwendekara zanîngehê Mizgîn Ertekîn, bi awayekî guman ji qata 4’an a wargeha lê dima kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.
-

Li Nîjeryayê 315 xwendekarên jin û mamoste hatin revandin
Di êrîşa li ser Dibistana Navçeyî ya Saint Mary li Papiriyê de 303 xwendekarên jin û 12 mamoste hatin revandin.
-

Ji Heyva Sor a Kurd têkildarî rewşa Suweydayê civîna çapemeniyê
Li Qamişlo Heyva Sor a Kurd debarê rewşa li Suweyda û alîkariyên ku gihandine Suweyda civîna çapemeniyê li dar xist.
-

REPAK: Werin em cîhanekî bê tundî, aram û azad ava bikin
Navenda Têkîliyên Derve yên Jinên Kurd (REPAK) bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da, banga beşdariyê li jinan kir û got: “Werin em bi vîn, zanist û rêxistinbuna jinê re cîhanekî bê tundî, aram û azad ava bikin.”
-

Li Tûnisê bi hezaran kes ji bo azadî û demokrasiyê daketin qadan
Li Tûnisê di nava hefteyekê de, Tûnisiyan sê caran xwepêşandanên girseyî li dar xistin, li dijî girtinên kêfî û şertên xirab ên jiyanê bi daxwaza ‘azadî, edalet û demokrasî’ dengên xwe bilind kirin.
-

Welatiya Bahayî Periya Merendiz hat girtin
Welatiya Bahayî Periya Merendiz ku li Tahranê dijî, hat girtin û wê şandin Girtîgeha Evînê.
-

Koroya dayîkên Hivajîn strana ‘Ez Hatim’ strî
Koma koroya dayîkên ‘Hivajîn’ li parka zarokan a Abîder a Sine strana Şehrîbana Kurdî ya bi nav û deng ‘Ez Hatim’ bi cil û bergehên xwe yên neteweyî pêşkêş kirin.
-

Parvîn Azad: Zewacên zarokan li Îranê bi awayekî metirsîdar zêde dibin
Çalakvana mafên zarokan Parvîn Azad bal kişand ser zêdebûna metirsîdar a zewacên zarokan li Îranê ji ber qanûnên baviksalar û got ku ev rewş bandorek kûr li ser jiyan û pêşeroja zarokên keç dike.
-

Îsraîlê 497 caran agirbest binpê kir: 342 Filistînî hatin kuştin
Tevî agirbestê jî di êrîşên Îsraîlê de bi sedan Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.
-

Li Suweydayê jin yekem tevgera xwe avakirin: Hurrayir Başan
Yekemîn tevgera jinan a li Suweydayê “Tevgera Hurrayir Başan”, armanc dike ku hebûna jinan bi hêz bike, wan zêdetir beşdarî jiyana giştî bike û di qadên cuda de bîne asteke bilind.
-

Hejmara 143'yemîn a kovara Jinê derket
Kovara Jinê bi hejmara xwe ya 143'yemîn bi berga: "Em îradeya jiyana azad di 25'ê Mijdarê de mezin dikin" derket.
-

Li Koye dîdara ‘bajarê merîfet û şaristaniyê’
Li Koye bi sernavê ‘Koye; bajarê merîfet û şaristaniyê ye di navbera duh û îro de’ dîdarek zanistî hat lidarxistin û tê de behsa dûrxistina jinan, ji muzîk û stranên Kurdî hat kirin.
-

Aktivîstên Tûnisî: Tevî zêdebûna şîdeta li dijî jinan bêdengî didome
Li dijî jinên Tûnisî her diçe rêjeya şîdetê zêdetir dibe. Li hemberî vê yekê bêdengiya jinên tundî li wan hatiye kirin bi sedemên cuda û nekirina giliyê didome.
-

Têgeha nû ya mêtingehiyê: Şerê Taybet
Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Ayşegul Ayaz a got bi têgaha metîngehî ya nû re çarçoveya şer bi rêbazên "şerê taybet" hêbûna xwe avadike, da zanîn bi "Pêvajoya Civaka Aştî û Demokratîk" re înşa bi hişmendiya azadiyê re bê kirin.