Zuleyxe Ebdî: Divê jin li dijî şerê taybet rawestin

Zuleyxa Ebdî li ser zêdebûna estetîkê axivî û diyarkir ku girîng e jin di warê fikrî de xwe bi hêz bikin da ku bikarin li dijî şerê taybet ê ku li dijî jinan tê meşandin rawestin.

SÎBÎLYA EL ÎBRAHÎM

Reqa- Diyardeya estetîkê siyasetek e dewletên sermayedar li dijî jinan bikar tînin daku  wan ji rastiya wan dûr bixin û bi mijarên vala re mijûl bikin.

Di demên dawî de diyardeya emeliyatên estetîkê gelekî zûde bûye. Navendên wan jî li seranserî cîhanê belav bûne. Ev yek di demekê de ye ku şoreşek cîhanî ya bi navê Jin Jiyan Azadî heye. Emeliyatên estetîkê jî weke siyasetekê bi armanca dûrxistina jinan ji şoreş û rastiya cewhera wan e. Gihîştiye astekê ne tenê ji bo hin sazkirinan di beden û rûyê xwe de çêkin, ji bo guhertina temamî ya teşeyê mirov pêş ketiye. Estetîkê li ser asta cîhanê bûye mijareke sereke di mêjiyên jinan de. Ji bo rêgirtina li ber vê siyasetê, divê jin li cewhera xwe vegerin û jinên pêşeng ji xwe re bikin mînak, her wiha di milê fikrî de xwe pêş bixin.

Der barê vê mijarê de me bi Hevseroka desteya perwerde û fêrkirinê ya kantona Reqayê Zuleyxa Ebdî re hevdîtin kir.

‘Siyaseta sermayedar jinan  wek amûrek bikartîne’

Derbarê zêdebûna diyardeya estedîkê de Zuleyxe Ebdî wiha got: “Em dibînin hejmarek zêde ya jinan berê xwe didin navendên estetîkê, ji bo guhertinan di teşeyê rû yan jî bedena xwe de çêkin. Ev siyaseta kapîtalîzmê ye ku dixwaze jinan weke amûr bi karbînin. Em dibînin îro jin ji bo firotina çi be tê bikaranîn ji ber wê yekê em her dibînin di bername, şano û rêzefîlman de hertim jin tên bi karanîn. Ji ber van mijaran jin berê xwe didin navendên estetîkê û beşekî ji beden yan jî rûyê xwe dugiherin, ji bo bi karibin karê xwe berdewam bikin."

‘Ji ber civaka ne hişyar, jin berê xwe bidin estetîkê’

Zuleyxe Ebdî da zanîn ku ji ber agahiya jinan der barê zanabûna wan de nine, berê xwe didin navendên estetîkê û wiha dom kir: “Jin bi xwe hertim li xweşikbûnê digere her wiha ji ber pîvanên zewacê hene neçar dibe teşeyê xwe bugihere. Ji bo jinên kîloyên wan zêde ne jî dest bi emeliyatên rakirina bezên zêde dikin yan jî dest bi rêcîma hişk dikin da ku ji aliyê zayenda din ve were hezkirin. Ev mijar hertim bi xwe re nakokiyan di kesayeta jinan de tînin. Nêrîna mêrên Rojhilata Navîn li beramberî jinan û diyardeya pirjiniyê bi hinceta ku hevjîna wî ne bedew e, dihêle jin berê xwe bidin navendên estetîkê û xwe xweşik bikin. Wisa di fikirin ku wê ev yek jiyana wan a zewacê biparêze. Sedemên derûnî jî hene, gelek jinên ne zewicî ne ji ber naxwînin û xwe pêş naxin berê xwe didin van navendan.”

‘Sîstemên desthilatdar jinan ber bi navenda estetîkê dibin’

Zuleyxa Ebdî der barê sedemên çûyîna jinan ya navendên bedewbûnê wiha anî ziman:  “Jin li ser felsefeyek wiha rabûye ku civak naxwaze jin pêşbikevin. Tenê jin ji bo daxwazên civakê pêk bînin mane. Ji ber wê yekê em dibînin ji dema şikandina jinan di civaka xwezayî de û heta niha hertim jin ji bo zewacê û bibin dayîk tên amadekirin û fikrên wan sînordar bin, her wiha nebin kesayetên siyasî rêveberî yan jî erkek wê di civakê de hebe. Gelek sedem hene jin ji ber wan bê îrade mane û nikarin berê xwe bidin navendên perwerdeyê û xwe pêş bixin. Her cara jin ji cewhera xwe dûr dikevin ewqas navendên estetîkê zêde dibin. Sîstem, jinan ber bi navendên estetîkê ve dibin."

 ‘Sîstemên desthilatdar hewil didin jinan ber bi van navendan bibin’

Zuleyxe Ebdî detnîşan kir ku dewleta sermayedar ji bo jinan bike kole çi ji destê wan tê dike û wiha got: “Em dikarin bêjin ev siyaset ji sîstema mêrêserdest hatiye û bi sîstema sermayedar re pêş ket. Bi riya torên medyaya dîjîtal em dibînin piraniya bernameyan berê jinan didin navendên estetîkê, çi bi riya kompaniyayan çi jî bi riya kargehên taybet. Ev hemû armancên wan yek in. Ev xizmetkirina sîstema kapîtalîzmê ye ku hertim hewil dide jinan ji rola wan a rastîn dûr bixe. Em dibînin şer li dijî jinên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin. Bi armanca tebesandina vê şoreşê. Sîstemên desthilatdar û kapîtalîzmê berê xwe dane avakirina navendên estetîkê. Dixwazin şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hatiye avakirin tune bikin, sîstemên desthilatdar her tim hewil didin jinan ber bi van navendan bibin.”

‘Şerê taybet li ser jinan tê meşandin’

Zuleyxa Ebdî da zanîn ku jin bi xwezaya xwe ji bedewbûnê hez dikin û heta fîlozofan gelekî behsa bedewbûna jinê kiriye û wiha got: “Xweşikbûna ruh e. Dema jin van rastiyan bizanibe dê van zihniyetan têk bibe. Bi riya tiştên niha em li ser medyaya dîjîtal dibînin û bi riya şopandina me, li cîhanê li dijî jinan sere taybet heye û li dijî şoreşa jinan tê bi karanîn. Em dikarin bêjin şerê taybet jî li dijî zanista jinan a ku Rêber Abdullah Ocalan derxistiye, ji ber ew çawaniya gihiştina rastiya jinan şîrove dike û li ser vê bingehê şerên taybet li dijî şoreşa jinan tên meşandin.”

‘Dê sedsala 21’an bibe sedsala azadiya jinê’

Zuleyxe Ebdî derbarê xwenaskirina jinan de wiha got: “Jin dikarin bi riya perwerde û xwendinê li dijî van şeran rawestin û li qada berxwedanê bimînin bi perespektîf û hebûna xwe ve girêdayî bin û dest ji rola xwe ya rastîn bernedin mîna xwedawend Îştar. Em dikarin bêjin sedsala 21’an dê sedsala azadiya jinan be. Peyama min ji bi jinan ewe ku divê hûn baş bizanibin ev şer ji bo şikandin û têkbirina îradeya we ye. Ew dixwazin em bi mijarên biçûk re mijûl bibin mîna emeliyatên estetîkê da ku em rola xwe a rastîn jibîr bikin.”