Zozan û Orhan li ku ne?
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê aqûbeta Zozan û Orhan Eren ên sala 1997’an hatin windakriin û êdî agahî ji wan nehatî girtin pirsîn.
Amed - Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya hefteya 636’emîn a “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin”, ji ber pandemiyê li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xistin. Di çalakiya vê heftê de, aqûbeta hevjînên hev Zozan û Orhan Eren ên di 25’ê Îlona 1997’an de, li navçeya Licê ya Amedê wesayîta wan 50 metre nêzî Qereqola Eskerî ya Angul hat dîtin û dûre bi tu awayî agahî ji wan hat girtin, hat pirsîn.
Endamê Komîsyoan Xizmên Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz, bûyera windabûna du hevjînên hev û Parêzerê malbatê Serhat Eren, pêvajoya hiqûqî ya derbarê bûyerê de vegotin. Firat wiha behsa çîroka du hevjînên hev kir: “Zozan Eren li Ocaxa Tenduristiyê ya Pasûrê hemşîre bû û Orhan Eren jî karmendekê girtîgehê ya navçeya Licê bû. Berî ku Zozan Eren ji holê winda bibe 3 heftiyan, bi hinceta ‘Alîkarî dayîna PKK’ê’ sîrgûnê Nexweşxaneya Nexweşiyên Zayîna Jinan û Zarokan a Amedê hatibû kirin. Qeymeqamtiya Parûsê Zozan vedixwînie meqamê xwe û jê dixwaze ku ji vê derê tayîna xwe bixwaze. Dûre du polîsên li qeymeqamtiyê kar dikirin, ji Zozan re gotin; ‘Tu dermanan ji PKK’iyan re dişînî. Ji ber vê tu neçarî ji vê derê biçî.’
Zozan a tayîna wê ji bo Amedê derdikeve, di 24’ê Îlona 1997’an de bi hevjîna xwe re dixwaze biçe serdana malbata xwe ya li Pasûrê dimîne. Dayika Zozan Pembe Toprak dema ku dibîne keça wê û zavayê wê di 25’ê Îlonê de nehatin, dikeve nava fikaran. Hevalekê Orhan ê kar piştî demekê li dayika Zozan digere û jêre dibêje ku wesayîta wan 50 metre nêzî Qereqola Eskerî ya Angul a girêdayî Lîcê dîtiye. Malbatê serî li gelek cihan dan lê ti encamm negirtin.