Ji bo Nana Xanim Babazade banga piştevaniya lezgîn

“Tora Piştevaniya Koçberan” û Înîsiyatîfa “Ji bo Nana Azadî” li ÎHD'ê bal kişandin ser zextên sînorborî, êşkenceya li navendên vegerandinê û daxwaza parastina navneteweyî kirin.

Stenbol – “Tora Piştevaniya Koçber û Penaberan” û “Înîsiyatîfa Ji Bo Nana Azadî”, li Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de binpêkirinên giran ên li dijî mafên xwendekara lîsansa bilind a Zanîngeha stenbolê, Nana Xanim Babazade, hatin şermezarkirin. Ev civîna ku li ser doza Babazadeyê pêk hat, bi parvekirina daxuyaniyeke hevpar a ku daxwazên lezgîn dihewîne bi dawî bû.

Hewldana hevkariyê û tundiya di binçavkirinê de

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Nana Babazade dema li Zanîngeha Istanbolê dixwend, rasterast bûye hedefa rejîma koçberiyê. Li gorî daxuyaniyê, saziyên fermî ew gazî hevdîtinê kirine û zext lê kirine ku li ser derdora hevalên xwe agahiyan parve bike. Piştî ku wê ev ferzkirin qebûl nekiriye, hatiye destesergerkirin. Di dema binçavkirinê de jî rû bi rûyê tundiya fîzîkî û psîkolojîk maye da ku neçarî hevkariyê bibe, lê wê serî netewandiye.

Êşkenceya sîstematîk û bêparhiştina ji xwarinê

Di metna daxuyaniyê de hûrgiliyên êşkenceya li ser Babazadeyê wiha hatin ziman:

“Di dema girtina du mehan de ya li Navendên Vegerandinê yên Arnavutkoy û Çatalcayê, ji bo ku belgeyên ‘vegerîna dilxwazî’ bi zorê bidin îmzekirin, êşkenceyeke sîstematîk li Nana hat kirin. Lêgerîna fîzîkî ya tazî, astengkirina mafê tenduristiyê û bêparhiştina ji hewcedariyên bingehîn tenê hinek ji van binpêkirinan in. Ji ber ku Nana vegan e, xwarina guncav nedanê û demeke dirêj kêmxwarin ma. Tevî ku rewşa wê ya tenduristiyê xirab bû jî, dermanê pêwîst nedanê û tenê gava rewşa wê gihîşt asteke krîtîk, ew rakirin nexweşxaneyê.”

Zextên sînorborî: Ji Azerbaycanê ber bi Gurcîstanê ve

Piştî vê girtina neqanûnî, Nana Babazade bi zorê şandine Azerbaycanê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li wir jî ji ber şopandina dewletê, hedefgirtina di raya giştî de û gefên malbatî neçar maye ku bi veşartî bijî.

Her wiha dema ku hewl daye ji wî welatî derkeve, li dijî daxwaza wê, li Tirkiyeyê ji bo pasaporta wê serlêdana sexte ya “windabûnê” hatiye kirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Babazade pişt re derbasî Gurcîstanê bûye, lê ji ber hevkariya ewlehiyê ya navbera Azerbaycan û Gurcîstanê û polîtîkayên tirsandinê yên li dijî mûxalîfan, li wir jî bê ewlehî maye û neçar bûye penaberî welatekî sêyem ê bê vîze bibe.

Niha di bin metirsiya berdewam a dersînorkirinê de ye û tenê bi mafê mayîna 90 rojan, bêyî parastineke navneteweyî hewl dide li ser piyan bimîne.

Çar daxwazên bingehîn ên înîsiyatîfê

Înîsiyatîfê di dawiya daxuyaniyê de daxwazên xwe yên lezgîn wiha rêz kirin:

Parastina Navneteweyî

Ji bo ku Nana Xanim Babazade bikaribe li welatekî ewle jiyana xwe berdewam bike, divê mekanîzmayên parastina navneteweyî tavilê bikevin dewrê.

Lêpirsîna li ser GGM'an

 Divê li ser binpêkirinên mafên mirovan ên ku li Navendên Vegerandinê yên Tirkiyeyê pêk tên, lêpirsîneke serbixwe û bibandor were destpêkirin.

Dawîanîna li polîtîkayên tirsandinê

 Divê dawî li polîtîkayên krîmînalîzekirinê, hevkariya bi zorê û tirsandina sînorborî ya li dijî parêzvanên mafên mirovan, femînîst, aktîvîstên LGBTÎ+ û parêzvanên mafên ajalan bê anîn.

Kampanya piştevaniyê

Divê saziyên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî û rêxistinên civaka sivîl, piştevaniya bi Nana re xurtir bikin.