Zoriyên koçberiyê
Fatma Mistefa wekî bi hezaran koçberan bi darê zorê ji mala xwe derketiye, neçarî riyên koçberiyê maye. Fatma dibêje ku jiyana wê bi koçberiyê derbas bûye û diyar dike ku ew bi hêvî û bendewariya vegera warê xwe Efrînê dijî.
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve sê sal li pey xwe hişt. Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li ber çavên hemû cîhanê, sazî û rêxistinên mafên mirovan bi 72 balafirên şer Efrîn dagir kir. Şêniyên wê di komkujiyan re derbas kir û neçarî koçberiyê kirin. Li gorî nexşeya Sûriyeyê Efrîn girêdayî parêzgeha Helebê ye û li gorî nexşeya Kurdistanê 3’emîn Herêma Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Efrîn herêmeke çiyayî ye, li Efrînê 350 gund û 7 navçeyên wê (Cindrês, Bilbilê, Şiyê, Raco, Şera, Şêrewa, Mabeta) hene. Her wiha pêkhateyên Ereb, Kurd, Êzidî, Sunî, Elewî û Ermenî lê dijiyan. Xwezaya wê jî hemû çiya û deşt e, ji bo wê herî zêde çandinî tê de li pêş e. Efrîn xwedî dîrokeke girîng û kevnar e gelek şûnwar û cihên dîrokî lê hene. Her wiha li Efrînê gelek şaristaniyan weke Horî, Codî, Mîtanî, Aşorî, Mîdî, Farsî, Yunanî, Bîzansî, Erebên Misilman û Osmanî jiyane.
Planên ji bo dagirkirina Efrînê ji sala 2013`an ve xistin dewrê
Di dirêjahiya dîrokê ve heta niha gelê Kurd xwedî taybetmendiya berxwedanê ye. Ji bo maf û rûmeta xwe canfeda ye loma her rastî komkujî û qetîlaman hatiye. Ev dîrok di 58 rojên Berxwedana Serdemê de dubare bû. Piştî ku gelê Efrînê li dijî rejîma Beasê serî hildan û ji nû ve herêma xwe ava kirin, dewleta Tirk dîwarên şermê di navbera Efrînê û Bakurê Kurdistanê de lêkirin. Ji sala 2013`an ve artêşa Tirk bi çekên giran gundewarên Efrînê topbaran dikir û gelek sivîlan jî di encamê de jiyana xwe ji dest dan. Dewleta Tirk li vir ranewestiya lê belê gelek gund jî dagir kirin. Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê di 20’ê Çileya 2018`an de êrîşî herêma Efrîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, piştî ewqas kiryarên der heqê mirovan de di 18’ê Adara 2018’an de Efrîn dagir kir. Vê dagirkeriyê gelek çîrokên bi êş li pey xwe hiştin. Têkildarî vê mijarê Fatime Mistefa (41) çîroka xwe bi me re parve kir.
Rêwîtiya koçberiyê
Fatma Mistefa ya 41 salî, dayika 6 zarokan e û bi eslê xwe ji Kantona Şehbayê ye. Fatma di 18 saliya xwe de dizewice. Têkildarî jiyana xwe wiha dest bi çîroka xwe kir: “Destpêkê em li Helebê dijiyan, bi despêkirina aloziya Sûriyeyê re me berê xwe da Kantona Şehbayê û em li wir dijiyan lê dema ku Artêşa Azad bi hevkariya dewleta Tirk êrîşî Şehbayê kirin, em mecbûr man careke din barê koçberiyê bidin ser milên xwe û biçin Efrînê. Vê carê dewleta Tirk dîsa nehişt em rehet bijîn û êrîşî Efrînê kir, piştî rojên berxwedanê em jî bi gel re derketin û koçberî Kobanê bûn. Rêwîtiya min a bi koçberiyê re çîrokeke pir dirêj e.
Hêviyên bendewariya vegerê
Şoreşa ku li Sûriyeyê dest pê kir ji riya xwe derket û veguherî şerê berjewendiyan, ji bo wê mirov ji cihekî koçberî cihekî din dibûn. Fatma wiha behsa riya koçberiyê kir: "Dema em koçberî Herêma Efrînê bûn bi rastî jiyan bi ewle bû, rengê hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewand û mirov rehet dijiyan. Me digot êdî em ji koçberiyê westiyan û me rehetiya xwe dît, me nizanibû wê dewleta Tirk dîsa barê koçberiyê pavêje ser milên me. Jixwe şoreşa ku li Sûriyeyê dest pê kir ji riya xwe derket û veguherî şerê berjewendiyan, ji bo wê mirov ji cihekî koçberî cihekî din dibûn. Hovîtiya dewleta Tirk ji ya hêzên terorê ne cuda bû, hemû berjewendiyên wan yek in, tenê navê xwe diguherin û civakan dikin qurbanî. Di encama van plan û kiryaran de vaye em dîsa koçber in lê bi hêviyên bendewariyê wê vegera me misoger bibe."
Têkoşîna li dijî dagirkeriyê
Fatma bal kişand ser ruhê têkoşîna gel li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û wiha pêde çû: "Ez bûm şahidê hemû kiryarên dewleta Tirk a dagirker zarok û jin dihatin kuştin, her kesê dît êrîşî nexweşxaneya Avrîn kir, ruxmî ku di zagonên navneteweyî de nabe ku tu kes êrîşî cihên tenduristiyê bike. Dewleta Tirk hemû mafên şer, mirovahî û hiqûqî binpê kirin. Ev êrîş li pêşiya çavên hemû dewletên navneteweyî qewimîn, hemûyan destek danê û çavên xwe jê re girtin. Lê em ji bîr nekin gelê me û şervanan destanên qehremaniyê nivîsandin û mora xwe li dîrokê xistin. Di dawiyê de em ê vegerin ser axa xwe, ger rojek ji temenê me mabe em dest ji axa xwe bernadin."