Abdullah Ocalan: Ji bo entegrasyona demokratîk, pêdivî bi qanûnên aştiyê heye

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di peyama ku bi mebesta salvegera 27’ê Sibatê weşand de diyar kir ku divê ji qonaxa neyînî derbasî avakirina pozîtîf bibin û wiha got: “Ji bo entegrasyona demokratîk, pêdivî bi qanûnên aştiyê heye.”

Enqere- Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamên Şandeya Îmraliyê, bi mebesta 1’emîn salvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Sehneya Yilmaz Guney a li Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de peyama nû ya Abdullah Ocalan a têkildarî pêvajoya hate xwendin. Peyam, bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî û Ingilîzî hat parvekirin. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Veysî Aktaş û ya bi Tirkî jî, ji aliyê endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan ve hat xwendin. 

Veysî Aktaş, got ku Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di 16’ê Sibata 2026’an de li Îmraliyê hevdîtinek pêk aniye û peyama Abdullah Ocalan a bi rêya şandeyê şandiye, xwend. 

‘Pêvajoya borî, şiyan û hêza me ya danûstandinê îspat kiriye’

Di peyamê de Ocalan diyar kir ku banga 27’ê Sibata 2025’an, beyana wê ye ku li cihê ku siyaseta demokratîk bi cih dibe, çek wateya xwe winda dike û beyaneke eşkere ye ku siyaset hatiye tercîhkirin û temamkirina rêgezan e. Peyama Abdullah Ocalan wiha berdewam kir: “Me bi îrade û pratîka yekalî bi awayekî bingehîn serdema serhildana neyînî derbas kir. Pêvajoya borî, şiyan û hêza me ya danûstandinê îspat kiriye û em dikarin rê li ber veguhestina ji siyaseta tundî û perçekirinê bo siyaseta demokratîk û entegrasyonê vekin. Bangewazî, konferans û kongreyên me ji bo vê armancê bûn. Biryarên rêxistinê yên ji bo fesih û bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî, ne tenê redkirina fermî û pratîkî ya tundiyê, di heman demê de veguherîneke derûnî ya ber bi rêyeke siyasî ve jî nîşan da. Ev yek di heman demê de îlankirina lihevhatina derûnî ya bi komarê re bû.”

‘Bi taybetî hevalê me Sirri Sureyya careke din bi rêz û hesreteke mezin bibîr tînim’

Abdullah Ocalan got ku “Ez îradeya birêz Erdogan, banga birêz Bahçelî, tevkariya birêz Ozel û hewldanên hemû kes û saziyên din ên siyasî, civakî û sivîl ên ku sala borî bi awayekî erênî beşdarî pêvajoyê bûne, gelekî girîng dibînim.” Peyama Abdullah Ocalan wiha berdewam kir: “Û ez bi taybetî hevalê me Sirri Sureyya careke din bi rêz û hesreteke mezin bi bîr tînim.”

‘Tirk bêyî Kurd, Kurd jî bêyî Tirk nabin’

Abdullah Ocalan destnîşan kir ku Tirk bêyî Kurd, Kurd jî bêyî Tirk nabin û wiha domand: “Ev diyalektîka têkiliyê xwedî karektereke dîrokî ya resen e. Nivîsên bingehîn ên di pêvajoya damezrandina Komarê de, yekîtiya Tirk û Kurdan nîşan didan. Banga me ya 27’ê Sibatê hewldanek e ji bo vejandina wî ruhê yekitiyê û daxwaza Komara Demokratîk. Me armanc kir ku em mekanîzmaya xwîn û pevçûnê bişkînin. Li şûna ku em dîrokîbûn, cidîbûn û rîskên potansiyel ên pirsgirêkê bibînin, ku em li gorî berjewendiyên siyasî yên demkurt û teng tevbigerin, ev dê me hemûyan qels bike. Hewldana domandina înkar û serhildanê, hewldana domandina nelirêtiya herî mezin e. Em astengiyên li pêşiya yekitiyê ji holê radikin ku di 200 salên dawî de hat xwestin ku ev yekitî bê berovajîkirin, em şertên hiqûqa yekitiyê pêk tînin. Em dixwazin nîqaş bikin bê ka em ê çawa bên cem hev û jiyana bi hev re ava bikin.”

‘Armanca me ew e ku em serdema siyaseta tundiyê bi dawî bikin’

Abdullah Ocalan di berdewama peyama xwe de got ku “Niha divê em ji qonaxa neyînî derbasî qonaxa erênî ya avakirinê bibin û wiha domand: “Rê li ber serdem û stratejiyeke nû ya siyasetê vedibe. Armanca me ew e ku em serdema siyaseta tundiyê bi dawî bikin û pêvajoyek li ser bingeha civaka demokratîk û serweriya hiqûqê vekin. Em hemû beşên civakê vedixwînin ku di vî warî de derfetan biafirînin û berpirsyariyê bigrin ser milê xwe.”

‘Di vê pêvajoyê de pir girîng e ku dewlet bersivê bide veguherîna demokratîk’

Abdullah Ocalan da zanîn ku civaka demokratîk, lihevkirina demokratîk û entegrasyon, bingehên hişmendiya qonaxa erênî ne û wiha pê de çû: “Qonaxa erênî rêbazên têkoşînê yên zorê û tundî veder dike. Armanca avakirina erênî, ne desteserkirina tu sazî yan avahiyekê ye, armanc ew e ku her kes di civakê de bikaribe berpirsyariyê bistîne û beşdarî avakirina civakî bibe. Armanc ew e ku avakirin bi hev re û di nav civakê de pêk were. Komên bindest, komên etnîkî, komên olî û çandî dikarin bi têkoşîna demokratîk a domdar û rêxistinkirî xwedî li afirînên xwe derkevin. Di vê pêvajoyê de pir girîng e ku dewlet bersivê bide veguherîna demokratîk.”

‘Di bingeha wê de modela civaka demokratîk heye’

Abdullah Ocalan destnîşan kir ku entegrasyona demokratîk bi kêmanî bi qasî destpêka Komarê girîng e û wiha got: “Ew bangek e ku bi qasî wê wate, siberoj û bi potansiyela hêza xwe hebûn û dewlemendiyê dihewîne. Di bingeha wê de modela civaka demokratîk heye. Ew alternatîfek e ji bo rêbazên parçeker an jî rêbazên asîmîlasyonîstiya berovajî. Ji bo veguhestina bo entegrasyona demokratîk pêdivî bi qanûnên aştiyê heye. Çareseriya civaka demokratîk, avakirina mîmarî û hiqûqeke di çarçoveya siyasî, civakî, aborî û çandî de pêşbînî dike.”

‘Em çareseriyek hiqûqî diparêzin’

Abdullah Ocalan bal kişand ser pêvajoya hiqûqî û wiha domand: “Gelek pirsgirêk û krîzên ku em îro pê re rû bi rû dimînin, ji ber nebûna hiqûqeke demokratîk derdikevin. Em di çarçoveya siyaseta demokratîk de çareseriyeke hiqûqî diparêzin. Pêdiviya me bi nêzîkatiyekê heye ku ji bo civaka demokratîk, ji bo demokrasiyê qadê çêke û ji bo vê yekê jî garantiyên hiqûqî yên bihêz ava bike.”

‘Em hemwelatîbûneke azad diparêzin’

Abdullah Ocalan balkişand ser hemwelatîbûnê jî û wiha nirxand: “Hemwelatîbûn divê li ser bingeha girêdana bi dewletê re çêbe, ne li ser aîdiyeta neteweyek. Em hemwelatîbûneke azad diparêzin ku azadiya ol, netew û ramanê dide pêşiyê. Çawa ku ol û ziman nayên ferzkirin, divê netewebûn jî neyê ferzkirin. Têkiliya hemwelatîbûnê ya qanûnî, di nav sînorên demokratîk de û li ser bingeha yekperçeyiya dewletê, mafê îfadekirin û rêxistinkirina bi azadî ya nasnameya olî, îdeolojîk û neteweyî dihewîne.”

‘Em mafê hebûn û xweîfadekirina azad a hemû kesan diparêzin’

Abdullah Ocalan diyar kir ku îro, tu sîstemeke ramanê bêyî ku li ser demokrasiyê ava bibe nikare bijî û wiha pê de çû: “Sekn û rawestan, alozî û krîz demkî ne; di dawiyê de demokrasî dê bibe mayînde. Banga me armanc dike ku ne tenê li Tirkiyeyê, di heman demê de li Rojhilata Navîn jî çareseriyan ji bo pirsgirêka jiyana hevbeş û krîzên ku ji ber wê çêdibin bibîne. Em mafê hebûn û xweîfadekirina azad a hemû kesên ku rastî neheqiyan hatine diparêzin.”

‘Jin pêkhateya herî azadîxwaz û hêza xurtkirinê ya entegrasyona demokratîk in’

Abdullah Ocalan di berdewama peyama xwe de balkişand ser rola jinan a di pêvajoyê de û wiha got: “Jin, hêzên civakî yên pêşeng in ku tu civak an dewlet wan li ber çavan negire nikare hebûna xwe bidomîne. Îro, tundiya navmalî, kuştina jinan û zordariya baviksalar hemû, xuyangên hemdem ên êrişa dîrokî ne ku bi koletiya jinan dest pê kiriye. Ji ber vê yekê, jin pêkhateya herî azadîxwaz û hêza xurtkirinê ya entegrasyona demokratîk in.”

Divê zimanê vê serdemê otorîter nebe’

Abdullah Ocalan çawaniya zimanê vê serdemê jî aşkera kir û peyama xwe wiha bidawî kir: “Zimanê vê serdemê divê serdest û otorîter nebe. Divê em derfet bidin her kesekî din ku bikaribe bi awayekî rast xwe îfade bike, bi baldarî guhdarî bike û rastiyên xwe îfade bike. Pêkhatina van xisûsan tevan, hewcehî bi aqilekî hevpar ê li dijî hev rêzgir heye. Silav û rêz”