Zîna Îbrahîm dikeve Olîmpiyatên Tokyoyê

Lîstikvana cinbaz a ji Misirê, Zîna Îbrahîm piştî ku asta yekem ji şampiyona Efrîqayê ya cinbaza hunerî bi dest xist, beşdarî Olompiyata Tokyoyê ya 2020'an bû.

Misir- Di 26'ê Gulanê de di dawiya şampiyona Efrîqayê ya cimbaz ku li Misrê hatibû çêkirin, lîstikvana ji Misirê Zîna Îbrahîm asta yekem bi dest xistiye û dûre Fereh Ehmed Hisên di rêza duyemîn de bû lê rêza sêyem cena Îsmayîl bi dest xist.
Piştî ku Zîna Îbrahîm asta yekem bi dest xist, Misir dê ji bo jinan bibe xwediyê kursiyek ku beşdarî Olîmpiyatên Tokyoyê yên 2020’an bibin. 
Her wiha Cezayîr, mexrib, Kamerûn, Afrîkaya Başûr, Namîbya, Nîjerya, Lîbya û Misir beşdarî pêşbirkên Afrîkî bûn ku di pêşbirkên Tokyoyê yên 2020’an de bilêtek veqetînin, tîma Ancolayê jî ji ber beşdarî tûrnûvayê bû lêborîn xwest.
Pêşbirkên Afrîqayê yên ji bo cinbaza hunerî di 25'ê Gulanê de li paytexta Misir, Qahîra yê dest pê kir û wê di 27’ê Gulanê de wê biqede.
Hêjaye gotinê ye ku turnûvayên bijarte yên Afrîkayê ji bo Olîmpiyatên Tokyoyê yên 2020’an ku niha li Misirê çêdibe pêşnûmeya dawî ye. Berî ku kûpaya cîhanê ya cimbaz bê lidarxistin di Hezîranê de, ev jî yekem car di dîroka tûrnûvayê de li parzemîna Afrîkatê tê lidatxistin