Zîlan Ehmed: Krîzên heyî bi berxwedanê dikarin werin derbaskirin

Rêveberiya Mekteba Jin a Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zîlan Ehmed teqez kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker qada çandiniyê dike hedef û got: “Armanca êrîşan kûrkirina krîza aborî û têkbirina berxwedana gel e.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di êrîşên dewleta Tirk a li ser herênên Bakûr û Rohjhilatê Sûriyeyê de binsaziya herêmê bû hedef. Di encamê de 3 bendav hatin hedefgirtin Bendava Mezqeft, Sivan û Jal Agha jî bûn hedef. Ji van bendavan zêdetirî 12 hezar û 500 donim dihat avdan û 400 cotkaran jê sûdê digirtin. Di heman demê de li gundewarên Dirbêsiyê cotkarên pembû ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin. Heya roja îro jî êrîş berdewam dike. Têkîldarî vê mijarê Rêvbera Mekteba Jin a Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zîlan Ehmed nirxandin kir.

‘Berhemên çandiniyê hedef digrin’

Zîlan Ehmed da zanîn ku di êrîşan de jin tên hedef girtin û wiha axaftina xwe domand: “Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê aboriya xwe bi çandiniyê pêk tîne. Aboriya wê li ser berhemên çandiniyê ye. Em dibînin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê aboriyê dike hedef. Ên çandinî bi pêş xistine jin in. Ên ku kedek mezin di pêşxistina çandiniyê de didin jin in.”

‘Gel xeta berxwedaniyê hilbijartiye’

Zîlan Ehmed da zanîn ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeta berxwedanê hilbijartiye û wiha got: “Her kes dizane ku 12 sal in gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava şer de ye. Di vî şerî de gel di hemû şert û mercên zehmet re derbas bû. Niha jî ji bilî êrîşan krîzeke aborî heye. Derdora Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû dorpêç kiriye. Herî dawî jî dewleta Tirk a dagirker binsaziya herêmê kir hedef da ku ev krîz zêdetir bibe ji ber ku cihên hatine hedefgirtin hemû cihên xizmeta gel in. Wekî bîrên petrolê mazota cotkar, firina nan û hemû karên ku tên kirin pê ve girêdayî ne lê gel xeta berxwedanê hilbijartiye û gihîştiye wê baweriyê ku piştî berxwedanê serkeftin misoger dibe. Di bin çi şert û mercî de be ew ê jiyanê biafrînin û dagirkeriyê têk bibin.”

‘Bi êrîşan xwediyên kedê dike hedef’

Zîlan Ehmed bal kişand ser hedefgirtina cotkarên pembû û wiha anî ziman: “Di êrîşên dawî de 5 cotkarên pembû hatin hedefgirtin. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze xwediyên kedê, xwediyên dewlemendiya xakê û aboriyê bike hedef lewma êrîşên xwe tîne ser cotkarên jin. Em bang li rêxistinên mirovî, mafên mirovan dikin ku rê li ber êrîşan bigrin. Ji ber ku hemû cihên hatine hedefgirtin cihên ku dikevin bin xizmeta gel in. Heya roja îro jî li seranserê sînor êrîş hene  li Zirganê êrîş berdewam dikin û sivîlan dikin hedef. Em dixwazin rê li ber êrîşan werin girtin û sivîlan ji komkujiyan biparêzin.”