Zeyneb Xoresan: Sala 2023 sala xwedî derketina li nirxan bû

Endama Desteya Rêveber a Komelgeha Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Zeyneb Xoresan rewşa jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nirxand û got: “Sala 2023’an xwenaskirin û xwedîderketina li û nirxan bû.”

SEMA ZÎLAN

Silêmanî – Endama Desteya Rêveber a Komelgeha Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Zeyneb Xoresan, di hevpeyvîneke bi ajansa me re, bi berfirehî qala rewşa jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya di nava salekê de kir.

Zeynep Xoresan a bal kişand polîtîkayên Îranê yê li dijî jinan û got, “Rejîma Îranê ji her demê zêdetir, ji bo ku tola xwe ji jinan bigre bi awayekî sîstematîk êrîşê jinan kir. Di nava vê salê de bi sedan jin hatin girtin, binçavkirin û darvekirin.”

‘Li ser tevahiya civakê bandor dike’

Endama Desteya Rêveber a Komelgeha Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Zeyneb Xoresan, wiha dest bi nirxandinên xwe kir: “Jinên Rojhilatê Kurdistanê, saleke tije têkoşîn, helwest û berxwedan li pey xwe hiştin. Ev sal, sala xwenaskirin, xwedîderketina li nirxên xwe bû. Ji her deverê zêdetir çanda jinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê kûrtir e. Ji ber vê yekê jî dema ku mirov li dîroka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dinêre, dibîne ku di tevahiya şoreşên heta niha li wir hatine jiyîn de, her dem jinan pêşengî kirine. Her dem jin di van şoreşan de, xwedan roleke pir girîng bûye. Di guhertina sîstem û desthilatdariyê de, her dem jinan ked û têkoşîneke mezin dane. Jixwe ev yek di van herdu salên derbasbûyî de, pir bi zelalî derket pêş. Di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê derket pêş, tekoşîn û berxwedana jinan di asteke mezin de diyarker bû. Jin dayika civakê ye. Ji ber vê yekê her dem sekna jinan, li ser tevahiya civakê bandorê çêdike. Ev bandora jinan, li Rojhilatê Kurdistanê di asteke herî bilind de tê jiyîn.”

‘Ev helwest veguherî têkoşîneke bi hêz’

Zeyneb Xoresan nirxandinên xwe wiha domand û got: “Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, jin xwedan sekneke bi hêz e. Ruxmê tevahiya êrîşên ku li ser tên pêkanîn, hê jî ji xweza û cewherê xwe qut nebûye. Ev sekn jî bêguman bandoreke xwe ya pir mezin li ser civakê jî dide avakirin. Rejîma Îranê ya dijî jinan, ji her demê zêdetir êrîş dike. Bi pêkanînên xwe dixwaze cewherê jinan vala bike. Wekî nimûne, di bin navê emeliyatê estetîkê de, estetîka jinan hem di warê ruhî de hem jî di warê fizîkî de xirab dike. Bi van pêkanînên xwe dixwaze lêgerînên jinan di van mijarên pûç û vala de sînordar bike. Lê belê dîsa jî rûxmê vê pêkanînê, di vê şoreşê de jinan helwesteke bi hêz danîn. Ev helwest veguherî têkoşîneke bi hêz. Me bi taybetî di nava vê salê de dît ku jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê tenê bi helwestdanînê sînordar nemane, gihîştine asta xwe bi rêxistinkirinê. Jinan hêza xwe ya xweparastinê bi pêş de bir û di heman demê de di her warî de bi zanistî nêzîkatî raber kir. Bi jinan re hestên bi zanist ên ku bi sala bû bi xwe re bûn, şiyar bûne. Şoreşa jinan a ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, bandora Rêber Apo ya li ser jinan derxist pêş.”

‘Rê û xeta xwe ya bingehîn nas kir’

Zeyneb Xoresan, wiha behsa bandora fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a li ser jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir: “Şoreşa jinan a ku Rêber Apo di salên 1980’yan de bi bingeh kir. Di salên 1986’an de dahurandina wê kir, ev hemû ji bo têkoşîna jinan wê bi çi awayî be, bû bingeheke herî bi hêz. Di Rojhilatê Kurdistanê de jî ev yek teyisandina xwe di sekna jinan derxist pêş. Di roja me ya îro de jî ne tenê li kolanan, pêwîst e ku hê zêdetir li ser jiyana civakî bandor were kirin. Di pêwendiyên jin û mêr de, di nava her malbatekê de, di navbera dayik û zarok de û di heman demê de di navbera jin û civakê tevahî de, pêwîst e ku hê zêdetir teyisandina xwe bide diyarkirin. Jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi vê şoreşê re rê û xeta xwe ya bingehîn nas kir. Êdî jin li nasname û hebûna xwe digre, ji bo vê yekê jî têdikoşe. Di vê şoreşê de, li Rojhilatê Kurdistan, Îran û derveyî welat, her jinek bi rabûna xwe xwedî li xwe û nasnameya xwe derket. Ji ber vê yekê her jinê xwe di nava vê şoreşê de dît û li her devereke cîhanê, jinan bi têkoşîna xwe cihê xwe di nava vê şoreşê de girtin. Jinan li hemberî baviksalariyê, carek din serî rakir.”

‘Jin tên qetilkirin’

Zeyneb Xoresan, di dirêjahiya axaftina xwe de qala polîtîkayên qirkirina jinan ên ku rejîma Îranê di Rojhilatê Kurdistan û tevahî Îranê de dide meşandin kir û wiha pê de çû: “Piştî şoreşê bêguman rejîmê ji ber tirsa xwe ya ji jinan êrîşên xwe yên zayendperest zêdedtir kir. Ji bo ku vê şoreşê bide tepisandin û çavên jinan bitirsîne, serî li her rê û rêbazan da. Bêguman di nava vê têkoşînê de, jinan berdêlên pir mezin dan. Niha jî di her warî de di şexsê jinan de civakê bi krîzeke pir mezin re rû bi rû dihêle. Di nava van krîzan de ya ku herî zêde bi bandor dibe, dîsa jin in. Rewşa aborî, xizanî, koçberî û her zehmetiyeke ku civak pê re rû bi rû dibe, herî zêde jin jê bi bandor dibin.

‘Pêwîst e jin di her warî de zêdetir xwe bi rêxistin bikin’

Li hemberî vê yekê bêguman jin têdikoşin û xwe bi rêxistin dikin lê belê di nava vê rewşê de asta van hewldanan têrker nîn e. Ji ber vê yekê pêwîst e jin di her warî de hê zêdetir xwe bi rêxistin bikin. Di nava her salê de nêzî 13-14 milyon jin, di temênê biçûk de tên zewicandin. Ev yek jî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di rêjeyek jor de tê pêkanîn û ev yek jî encama polîtîkayên rejîmê ye. Pêwîst e jin li hemberî vê pêkanîna derexlaqî hê zêdetir bi helwest bin û li hemberî wê rêxistina xwe bi hêz bikin. Ji ber ku jin bi vî şêwazî him di warê derûnî de û him jî di warê fîzîkî de tê qetil kirin. Rejîma Îranê di asteke herî jor de her cure êrîşên qirkirinê li ser jinan dide meşandin. Di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, bi destê rejîma Îranê bûyerên sosret ên der barê jinan de rû didin. Ev mijareke şermezarkirinê ye.”

‘Li dora meşaleya ku Rêber Apo vêxistiye kom bibin’

Zeyneb Xoresan, di berdevamiya axaftina xwe de behsa zextên rejîma Îranê yên ku bi riya girtinan li ser jinan pêk tînin kir û wiha gotinên xwe domand: “Rejîma Îranê ji her demê zêdetir, ji bo ku tola xwe ji jinan bigre bi awayekî sîstematîk êrîşê jinan kir. Di nava vê salê de bi sedan jin hatin girtin, binçavkirin û darvekirin. Di nava wan jinan de hevala me ya xebatê KJAR’ê Werîşe Muradî ku xebatên civakî û rêxistinkirina jinan dida meşandin, ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin. Hê jî bi tu awayî agahî jê nehatiye girtin. Ev yek jî gumanên me yên li ser rewşa hevala me hê zêdetir dike. Hevala Werîşe Muradî, bi şev roj ji bo xebatê jin, bênavber xebat dida meşandin û kedek mezin dida.”

‘Rojane di zindanên Îranê de jin tên darvekirin’

Zeynep Xoresan bal kişand rewşa li girtîgehên Îranê tê jiyîn û wiha got: “Li kêleka hevala Werîşe Muradî, çalakvana medenî Pexşan Ezîzî jî bi heman şêweyî hat girtin. Bi sedan jin, ji aliyê rejîma Îranê ve di nava vê salê de hatin girtin û binçavkirin. Rojane di zindanên Îranê de jin tên darvekirin. Ev tev ji bo tepisandin û çewisandina vîna jinan tên pêkanîn. Pêwîst e ku em wek jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê dengê stranên azadiyê yên ku hevalên me yên di girtîgehan de dibêjin bibihîsin. Qêrînên jinên ku tên qetilkirin, bibihîsin.”

‘Pêwîst e em bi sekna xwe bibin pênaseya berxwedan û têkoşînê’

Zeyneb Xoresan di dawiya axaftinên xwe de ji bo jinên rojhilatê Kurdistan û Îranê bilindkirina têkoşîna azadiyê da û gotinên xwe wiha rêz kir: “Pêwîst e em bi sekna xwe bibin pênaseya berxwedan û tekoşînê. Ji îro û şûn ve, ji her demê zêdetir bibin bersiva qêrînên jinan. Her jinek li çar aliyên welat û derveyî welat, li tevahiya cîhanê, pêwîst e vê yekê wek erka xwe ya herî sereke û bingehîn bibîne. Li kêleka jinan, pêwîst e tevahiya civak li hemberî van êrîşên ku di şexsê jinan de li ser tevahiya civakan tên meşandin bê helwest nemînin. Helwesta civakan pêwîst e serhildan û berxwedana li hemberî vê hovîtiyê be. Ji bo tevahiya jin û civakan bigihîjin vê yekê, bêguman pêwîst e li derdora agirê azadiyê yê ku Rêber Apo dadaye, kom bibin. Bi germahiya wî agirî, bi ser desthilatdariyê ve biçin û pergalê hilweşînin. Xwedîderketina li çand, nasname û exlaq, tenê bi vî rengî misoger dibe.”