Zeyneb Beyazidî: Girtîgehên Îranê cihên zulum, îşkence û sêdaran e
Zeyneb Beyazidî ya bi salan di girtîgehên Îranê de maye li ser zoriyên girtîgehên Îranê got: “Li gorî min, zindan weke darvekirinê ye. Îşkence û bîranînên di zarokatiyê de di bîra min de ne. Bîranînên çalakvanên ku di zindanên Komara Îslamê ya Îranê de bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest didin. Serpêhatiyên malbatên ku zarokên wan di girtîgehan de, dîmenên zindanê xwe di hiş û bîra min de bi cih kiriye, hemû yek bi yek… Destdirêjiya li ser jinan. Her şev di bêdengiyê de ciwan winda dibûn û êdî kesê wan nedidît. Her şev darvekirina pênc kesan ji aliyê berpirsên girtîgehên Komara Îslamê ve dîmenên reş û tarî ne ji bo kesên ku bûne şahid.
Zeyneb Beyazidî ya bi salan di girtîgehên Îranê de maye li ser zoriyên girtîgehên Îranê got: “Li gorî min, zindan weke darvekirinê ye. Îşkence û bîranînên di zarokatiyê de di bîra min de ne. Bîranînên çalakvanên ku di zindanên Komara Îslamê ya Îranê de bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest didin. Serpêhatiyên malbatên ku zarokên wan di girtîgehan de, dîmenên zindanê xwe di hiş û bîra min de bi cih kiriye, hemû yek bi yek… Destdirêjiya li ser jinan. Her şev di bêdengiyê de ciwan winda dibûn û êdî kesê wan nedidît. Her şev darvekirina pênc kesan ji aliyê berpirsên girtîgehên Komara Îslamê ve dîmenên reş û tarî ne ji bo kesên ku bûne şahid.
SEMÎRA SELEVATÎ
Navenda Nûçeyan – Zeyneb Beyazidî sala 1983’an li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Peyîmangeha komputerê xwendiye. Çar caran ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye girtin û cara dawî 4 sal û 5 mehan di girtîgehê de dimîne. Sala 2015’an dema ji girtîgehê derdikeve êdî ji ber girtin û tehdîdên rejîmê nefes nagire û direve derveyî welat û diçe Elmanya. Niha jî di beşê kar û xebatên penaberan di dixebite û di nava xebatên parêzvaniya mafê jinan de jî cîh digire. Di gel van xebatan li Zanîngeha Katoligê ya Berlînê Beşa Aboriyê dixwîne.
Di derbarê rewşa girtîgehên Îranê û tayîbetî jî jinên girtiyên di wan girtîgehan de bi çî şêwazên tundiyê re du bi ru dimîne Zeyneb Beyazid bersiv da pirsên me.
Çend salan tu di girtîgehê de mayî û sedema wê çi bû?
4 caran li Îranê ez hatim girtin, sedema wê jî ji ber dema ez xwendekar bûm beşdarî çalakiyên xwendekaran ên ku daxwaza mafên mirovan dikirin bûm. Cara dawiyê nêzî çar sal û nîvan li girtîgeha Mahabad, Zencan û Merexa mam. Çar salan li Zencan bûm 6 mehan jî di girtîgeha Merexa de mam. Ew ji ber sedema beşdariya kampanyayeke îmzeyan bû. Wê demê ez bûm yek ji endamên Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê û her wiha bi tometa alîkariya hizbên Kurd, yek ji wan cezayan bû. Ev ceza ji bo hemû girtiyên Kurd derbasdar e. Ji ber wê cezayê siyasî li Îranê qet pênaseyek wê nîn e. Bi sedan kes ji ber sedemên siyasî di girtîgehên Îranê de ne. Lê belê di komara Îslamê de weke kesên li dijî şoreşê bi nav dikin. Mehareb (şerê li gel xweda) weke xirakerê asayişa Niştimanî tên nasîn. Bi teybetî dema ku Kurdek tê girtin ji ber wê qet parêzerek nikare daxwaza mafên qanûnî bike hemû ceza dimîne li ser piştê. Helbet ev tenê ne ji bo Kurdan e ji bo hemû nijadên din jî heman tişt li beramberî wan jî dikin. Min serî hilda û ev pergal nepejirand, ji ber ku min nerazîbûna xwe ji bo vê pergalê da nîşandan, ez hatim girtin. Ev nerazîbûn ger di çarçoveya zagonî de jî be nikarî bipejirînî. Komara Îslamê li beramberî nerazîbûnan qet nerm nabe. Ji ber wê di rastiyê de Komara Îslamê li ser bingeha tundî û hîleyên li hemberî gelan û rêgezan ava bûye. Ji bo ku bikaribe bi zorê civakê kontrol bike û emrê hikumeta xwe dirêj bike. Cudahiya min ji ber ez jineke Kurd im neçar mam ku nêzî çar sal û nîvan di girtîgehê de bimînim û bibim xwedî ezmûneke gelek dijwar.
Siyaseta girtîgehê li hemberî gelên din çawa ye, çi cudahî heye?
Wekhevî û azadî di çarçoveya îdeolojî û siyaseta Komara Îslamê de tune ye. Ev cudahî bi awayek berbiçav li girtîgehên Îranê tê dîtin ku ev mijare du alî ye. Mînak; cudahiyek gelek zêde heye, di pêwendiya di navbera berpirseke Fars û girtiyek Fars de heta girtiyek Kurd, Azerî, Belocî, Ereb û berpirsekî Fars de ne tenê hevnetew be. Belkî ol û mezheb jî di vê mijarê de rengê xwe dabin. Ger şêx be dikare di ser dema wê ya girtinê de derbas bibe heta yên ku Sunî û Behayî bin jî wisa ye. Ji ber wê pergala girtîgehan tenê di çarçoveya mezhebên şêxan de bi rêve diçe. Dema tu li girtîgehên bajarên mezin û biçûk ên Îranê dinêrî, dibînî ku heman destwerdanên li girtîgehan beriya şoreşê hebûne. Li gorî pêwîstiyê nayên ronîkirin û bêyî standart çênekirine. Di vê demê de hejmara girtiyan li girtîgehan gelek zêde ye. Dewleta Îranê dewletek wisa rûreş e ku hewl dide nîşan bide ku cudahî di navbera gelan de nîne. Lê belê ev cudahî tê hîskirin û heta niha jî qet hewldanek ji bo rakirina vê cudahiyê nehatiye dayîn. Çi were kirin ji bo aliyê bîrdozî û siyasî ye û cudahiyek mezin heye. Girtiyên ku ji bajarên biçûk dişînin bajarên mezin bişaftinek derûnî li ser wan çêdikin. Belkî bi vê rêyê bişaftin li ser binemalan çêdibe. Ji ber wê tenê endamên binemalê dikarin hevdîtinê li gel girtiyan bikin. Ji ber dûrxistina girtîgehan ev derfet jî ji holê radibe. Riya bidestxistina pêwîstiyan û her wiha cezadana girtiyan heman cudahî tê dîtin. Mînak tenê jinek ji girtiyên siyasî ku di girtîgehên Îranê de, cezayê heta hetayê lê hatiye birin, girtiya Kurd Zeyneb Celaliyan, ev nêzî 13 sal in di girtîgehê de ye.
Dema ku tu di girtîgehê de bûy bandorek çawa li ser te çêbû, piştî derketê hê jî heman bandorê li ser xwe hîs dikî?
Bêguman di girtîgehê de bandorek erênî û neyênî li ser mirov çêdibe. Nikarim vê berovajî bikim. Yan jî ew tenê weke mijareke neyînî bibînim. Gelek caran ji girtîgehên siyasî qehremanek tê çêkirin lê belê li beramberî teslîmnebûna pergalê cihê şanaziyê ye. Ew li gorî daxwazên hikumetê hereket nakin. Ev jî qehremanî ye. Nayê wê wateyê ku ew kes ne xwedî pirsgirêkan an jî ji girtîgehê qet bandoreke neyênî li ser wan çênebûye. Salên dirêj di nava çar dîwaran de bî û di aliyê derûnî de qet bandorek neyênî çênebe nabe. Yan jî rojane li gel kesên din ên ku kêfa te ji wan re nayê neçarî bi wan re bipeyîvî, mumkun e ku bandorek neyînî li ser te çênebe. Nabe ku tu demjimêrên xwe bi rabûn û rûniştinê derbas bikî tenê ger xewa te neyê neçar diminî binivî bi kameraya çavdêriyê werî kontrolkirin û tenê beşek biçûk û teybet ji bo te heye loma jî qet nabe ku tu bibêjî bandorek neyênî li ser min çênebûye. Îşkenceya pergalatîk a ku li hemberî girtiyên siyasî tê meşandin ji bir bikî. Bêguman bandorên neyênî li ser mirovan gelek çêdike. Helbet bandorên erênî jî hene. Girtîgeh bi bîranînên civakê û pergalek rût û zelal e û tu baştirîn dikarî di girtîgehê de rastiya civakê bibînî. Di wê derê de tu dizanî civak di kîjan rewşê de ye. Erkên te yên li hemberî civakê bi awayek vekirî diyar dibin. Li aliyeê din careke din bîr û baweriya te xurtir dibe û hinek kes jî dest ji bîr û baweriya xwe berdidin ew jî dikevin nava cêwaziya takekesî. Li girtîgehê pergal durû ye, hîleyan li hemberî kes, civak, gelên cuda, jin û bi taybetî cudahiyan hîn zêdetir li beramberî jinan dike. Jiyana girtîgehê ne bi vî awayî ye ku her kes bikare bi awayek wekhev lê bimîne.
Mijarek di girtîgehê de ku hê jî êş dide yan jî bikaribî lêhûrbûnê li ser wê demê bikî heye?
Hê jî ew dem ji bîra min neçûye ku ji çar kesan jinek bi dar ve kirin. Keçeke wê jinê hebû, beriya ku were bidarvekirin hewar dikir da ku carekê bikaribe keça xwe bibîne û dengê wê bibîhîse. Li pişt têlan ez bûm şahida vê yekê. Hewar dikir digot “Nesterîn, Nesterîn.” Çawa karibûn wê bi dar ve bikirana destûr nedan dengê keça xwe bibihîse. Min ji xwe re digot çawa ez ê pêşî li vê darvekirinê bigrim. Vê yekê bandorek mezin a derûnî li ser min çêkir. Hemû deman ez ê hewl bidim beşdarî çalakiyan bibim û bi her awayî bibim rêgir li pêşiya darvekirinê ez bawer dikim wê bi bandor be.
Ez dikarim bibêjim bedena min azad bûye lê belê hê jî derûniya min azad nebûye. Lê belê ev rastî jî heye ku nikarim ezmûnan hemû li ber çavan negrim an jî ji bîr bikim. Ev tê wê wateyê ku ger min daxwazên Komara Îslamê bipejiranda ez ê bêdeng bûma. Ez ê biçûma derveyî welat û min ê jiyana xwe ya taybet hilbijarta. Nabêjim ez gelek têkoşer im lê belê min ev ji bîr nekiriye. Dema ku ez li girtîgehê bûm ew kesên ku min dîtin, ew rewşa giran a li girtîgehê ku Komara Îslamê diceriband, di bîra min de ma. Aliyekî min li gel kesên di girtîgehê de ma. Her demê yekê bi dar ve dikirin çi siyasî be çi yên din, hemûyan bandorek mezin li ser min çêkirin.
Di dawiyê de gotinek te hebe dikarî bibêjî
Bîranînek ku hê li bîra min maye ew e ku desthilatdariya takekesî digrin û li ser yên weke me didin meşandin û piştre jî tevgera mirovan sînordar dikin… Divê mirov xwe li gorî wan şert û mercan bi rêxistin bikin û baştir bikarin ji vê rewşê rizgar bibin. Lê belê cudahiya van hinek caran nikaribû bi awayê pêwîst parastina xwe û yên dinê bike. Ji ber ku ji bo xwe û derdora xwe dibin sedema rewşek hîn xirabtir. Ew kesên ku nikarin vê rewşê bipejirînin û nerazîbûna xwe tînin ziman ji wan re pirsgirêk derdikevin û zext li wan tên kirin. Ji ber vê ye ku nahêlin guhertin were çêkirin ji derveyî hatin û hewar û dengan nikarin qet tiştekî din bikin. Nikarin pêşî li van hemû neheqî û îşkenceyan bigrin. Yan jî bi hejmarek zêde bi ser kesekê de diçin û lê didin û tu nikarî jê re tiştekî bikî. Ev dîmen û kirinên ku ez bûm şahida wan, bandorek mezin li ser derûniya min çêkirin. Li aliyê din dibe sedema êşa min jî her wiha bi min re dibe sedema zêdetir çêbûna ruhê têkoşînê.
Yên ku li gorî çarçoveya îdeolojiya Komara Îslamê tev digerin û wê dipejirînin destûr di nava civakê de ji wan re tê dayîn. Ên din jî yên ku dijberî wê tev digerin, divê di girtîgehan de bin. Ew kesên di girtîgehan de ne tenê tên cezakirin lewre rewşa ku Komara Îslama Îranê li girtîgehan ava kiriye ev e. Ne cihên nûbûn û perwerdêye ne, cihên pejirandina bîrdoziya xwe û yên ku dixwazin beşek zêde ji tewanbaran di girtîgehan de bi rêxistin bikin e. Dixwazim bibêjim girtina tewanbaran rê li çêbûna tewanên di nava civakê de nagire.
Li gorî min, zindan weke darvekirinê ye. Îşkence û bîranînên di zarokatiyê de di bîra min de ne. Bîranînên çalakvanên ku di zindanên Komara Îslamê ya Îranê de bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest didin, ew serpêhatiyên binemalên wan, dîmenên li zindanê xwe di hiş û bîra min de bi cih kirine... Hemû yek bi yek, destdirêjiyên li ser jinan û her şev darvekirina pênc kesan ji aliyê berpirsên girtîgehên Komara Îslamê ve dîmenên reş û tarî ne ji bo kesên ku bûne şahid.
Dîmenê duyem jî di ezmûna min a li girtîgehê de çêbû, dûrbûna min a ji malbatê, civakê û ew hestên ku van hemûyan digre nava xwe hene. Ji ber wê mirov dibin newêrekên civakê û girtîgeh jî dibin sedem ku tu ji civakê qut bibî. Ji ber wê civak wisa dike ku mirov hest bi xwebûnê bike û behsa bîr û baweriya xwe bike. Ji ber tu yek ji beşên civakê yî ev jî dibe sedema çêbûna nakokiyan.
Bi taybetî ger tu çalakvaneke siyasî bî; li girtîgehê şert û merc cudatir dibin. Gelek caran nikarî kesekê bibinî û bikarî behsa bîr û baweriya xwe bikî. Sal derbas dibin lê belê tu kesek nabînî ku bêhna mirov pê fireh bikê.