Zexta pergala Îranê ya li ser jinan: Piştî zanîngehê here mala dê û bavê xwe

Jinên biperwerde yên li Îranê, piştî zanîngehê rastî bazara kar a bin serweriya mêran û zextên civakî tên û neçar dimînin vegerîn nava malên xwe; ev veger ji bijarteyek zêdetir, îfadeyek polîtîkaya zayendî û cudakariya avahiyê ye.

ŞÎLAN SAQZÎ

Di nava pergalek ku jinê ne mîna hemwelatiyek, mîna kesekî ku di malbatê de rol digre pênase dike de, ji bo jinê veguherîna xwendina bilind a nakokiyek avahiyî jêneveger e. Li aliyekî zanîngeh deriyên xwe ji jinan re vedikin, li aliyê din jî avahiyên siyasî û aborî rêyên jinan ên kar, serxwebûn û hebûna civakî digrin. Di encamê de jinên biperwerde, ne bi dilxwazî, bi darê zorê vedigerin malên bavên xwe; ev "koçberiya berevajî" têkçûnek bêdeng a polîtîkayên zayendî ya Komara Îslamî ya Îranê ye. Rewşekî ku li pişt statîstîkên fermî tê veşartîn, lê di bêdengiya malan û xeyalên hatine jibîrkirin de diqîre.

Jin ji zanîngehan derbasî mitbexan dibin

Koçberiya berevajî, encama zextên piralî ye; jin an nikarin li gorî perwerdehiya xwe karên guncaw bibînin an jî ji aliyê malbat û civakê ve tên neçarkirin ku jiyana xwe ya pîşeyî berdin. Ev pêvajo, ne tenê serxwebûna kesane û derûnî têk dibe, di heman demê de dibe sedema depresyonê, windakirina xwebaweriyê û windakirina sermayeya mirovan a di asta neteweyî de. Vegera jinê ya digel perwerdehiya xwe, hilberandina serdestiya baviksalar a bi hemû amûrên dewletê tê xurtkirin e. Ev pêvajo celebek tundiya siyasî û civakî ya li dijî jinan e; ji bo parastina hegemonyaya mêran û domandina avahiyên desthilatdariyê li Komara Îslamî ya Îranê xizmet dike.

Berhemek rasterast a avahiya siyasî, çandî û aborî ya Komara Îslamî ya Îranê ye

Di encamê de "vegera malê", di rastiyê de sirgûnek bê sînor e; sirgûnek ji serxwebûn, beşdariya civakî û mafê pêşerojê ye. Koçberiya berevajî ya jinên biperwerde ya ji bo malên bav û kalên xwe ne biryarek takekesî ye, berhemek rasterast a avahiya siyasî, çandî û aborî ya Komara Îslamî ya Îranê ye; avahiyek ku bi zanebûn rêyên jinan ber bi mezinbûn û serxwebûnê ve asteng dike. Ev diyarde piştî şoreşê li Îranê hilweşîna sozên modernîzasyon û pêşkeftina civakî nîşan dide.

Di girtina kar de pêşîniyê didin mêran

Her çend xwendina bilind li Îranê bi fermî deriyên xwe ji jinan re vekiriye jî, ev gihîştina rûkalî ji aliyê kotayên li ser bingeha zayendî, girtina hin beşan, kontrola îdeolojîk a jîngeha zanîngehê û înkarkirina derfetên kar ji jinan re tê astengkirin. Jinên ku mezûn dibin bi bazara kar a serweriya mêran re rû bi rû dimînin; di girtina kar de pêşîniyê didin mêran û jinan arasteyê mûçeyên kêm, karên bêewle an jî karên malê yên nedîtî dikin. Ev astengî, ne tenê diyardeyek aborî ye, di heman demê de diyardeyek çandî û siyasî ye jî. Dewlet, bi rêya propagandaya medyayê, qanûnên cudakar, zextên civakî û îdeolojiya kevneşopîya navendî, jinan, mîna modela îdeal a "xanima îtaekar a malê" pêşkêş dike. Di pergalek wiha de, serxwebûna aborî û civakî ya jinan, mîna gef tê dîtin û tê tepeserkirin.

Cureyek ‘jiyanek nejiyayî’

Li aliyê din, koçberiya berevajî ne tenê pirsgirêkek takekesî ye; têkçûnek civakî ye û ev têkçûna saziyên perwerdehiyê, polîtîkayên wekhevîxwaz ên dewletê û civakê ye ku mafên jinan ên li ser beden, dem û pêşeroja wan nas bikin. Ev diyarde di heman demê de ji nû ve avakairina çînek e; tenê jinên ku xwedîhêzek aborî ya bilind an têkiliyên taybetî ne dikarin ji vê çerxêbirevin û piraniya wan bi du barên zordariya zayendî û çînî re rûbi rû ne. Di encamê de, ev vegera malê cûreyek "jiyanek nejiyayî" ye, heta ku di navbera îzolasyona perwerde û bêhêziyê de rewşek rawestandinê nebe û pergala siyasî jinan mîna hemwelatiyek tam nasnake, dê ev çerx bidome. Ev çerx tenê jinan îzole nake, di heman demê de civakê ji sermayeya wê ya mirovî bêpar dihêle.

Jinên biperwerde mexdûrên bêdeng ên astengiya avahiyî ne

Li Îrana îroyîn, koçberiya berevajî ya jinên biperwerde ya ji bo malên bavên xwe, ne tenê meyleke civakî ye; nîşaneyek kûr a polîtîkayên cudakar e ku bi zanebûn ji bo dûrxistin û marjînalîzekirina jinan ji qada giştî hatine çêkirin. Ev vegera bêdeng a xuya dike bi tundiyek kûr ve tê nîşankirin ku rê li ber jinan digre ku jiyanek serbixwe ava bikin û rêyên wan ên pêşveçûnê asteng dike.

Gef li hebûna jinan a di her pozîsyona desthilatiyê de jî dixwe

Pêkhateya siyasî ya Komara Îslamî ya Îranê, mîna ku piştgirî dide beşdariya jinan a li perwerda bilind xuya dibe, lê ev piştgirî di rastiyê de ji bo veşartina hêza wan a rastîn û dûrxistina wan a ji bazara kar amûrek e. Jinên ku bi salan ji bo bilindkirina pozîsyonên xwe hewildanek mezin didin, bi astengiyên qanûnî, civakî û avahiyî re rû bi rû dimînin; ev astengî ne tenê îstîhdamê asteng dike, di heman demê de gef li hebûna jinan a di her pozîsyona desthilatdariyê de jî dixwe. Jin di gelek rewşan de piştî xwendina bilind, rastî bêkariyek berfireh, nêrîna biguman a saziyên ewlehiyê ya jinan, zexta malbatê, neçariya zewacê an jî lênerîna dayîk û bavan tên. Encam, bi vegera mala bav an li bajar an jî gund, bêkarî, bêewlehiya derûnî û bi pêşerojeke tarî re tenêtiyek bêdeng re rûbi rû dimînin.

Pêşerojek paşve diçe: Vegotinên jinên ji civakê tên vederkirin

Ji bo têgihîştina kûr a koçberiya berevajî ya jinên biperwerde, gelek mînakên jiyana rast ji bajar û gundên cuda dikarin werin nîşandan. Mîna jina ciwan Jînda ya xwedî doktoraya zanistên siyasî ya Zanîngeha Tehranê. Rewşa Jînda, di nav avahiya cudakar a Komara Îslamî ya Îranê de, zexta bipergalî ya sermayeya mirovî ya jinan a di nava avahiya cudakar a Komara Îslamî ya Îranê de nîşan dide. Ji ber ku ew bi saziyên ewlehî an Besîj re ne girêdayî ye, sê caran di hevpeyvînên "guncawbûna" îdeolojîk de hate derxistin. Şert û mercên xebatê yên dijwar, nebûna ewlehiya kar û bêhêviya ji bo pêşerojê ew neçar kir ku vegere ba malbata xwe ya li Kurdistanê; ev veger tevî ku jin biperwerde ye jî, berhema astengiya avahî û dûrxistina siyasî bû.

Bû sosyolog lê di atolyeya mehfûran de dixebite

Mezûna Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Hemdanê Leyla, piştî du salan ji ber ku nekarî ji xwe re karek bibîne, li saziyên hikûmetê an STK’yan û ji ber "pirsgirêkên ewlehiyê" bêpar ma, neçar ma vegere ba malbata xwe ya li Kirmanşahê. Niha ew bi dayîk û xaltîka xwe re bê sîgorta û bê pêşeroj li atolyeyek çêkirina mehfûran dixebite.

Xeyal bidawî bûn depresyona kronîk destpê kir

Xwendekara masterê Zehra T. ya li Zanîngeha Tehranê, rûxmê jêhatîbûna xwe ya teknîkî ya pêşketî, nekarî cihekî di projeyên avakirina hikûmetê de peyda bike. Ji ber ku ev proje bi piranî ji aliyê peymankarên mêr ên girêdayî saziyên taybet ve dihatin birêvebirin. Vegera ba malbata wê ya li Yezdê, bû dawiya xeyalên wê û destpêka depresyona kronîk.
Ev koçberiya berevajî, peyamek siyasî ya zelal dişîne

Mezûnek lîsansa bilind a Îngilîzî Manşet B. ji bo lêgerîna kar hat Tehranê. Lê ji ber lêçûna jiyanê ya bilind, neewlehiya xanî ya ji bo jinên tenê û nebûna torên piştgiriyê, dawiyê vegeriya ba malbata xwe. Niha dersên taybet ên nefermî dide, lê nasnameyek wê ya pîşeyî tuneye. Ev koçberiya berevajî, peyamek siyasî ya zelal dişîne; Ger jinek li serxwebûnê bigere, di nav vê avahiyê de cihê wê tune ye û heta ku siyaseta Îranê jinan tenê mîna amûran (dayîk, jin, an jî karkerên bindest) bibîne, bi hezaran jin dê ne li ser rêya pêşveçûnê bin, di rêya vegera bêdengiya malên dê û bavên xwe de bin.

Polîtîkayên zayendîparêz û malbatparêz

Bi kurtasî, vegera jinên biperwerde ya ji bo malê, ne bijartinek azad e; encama rasterast a avahiyên siyasî yên zordar û cudakarên Komara Îslamî ya Îranê ye. Ev avahî hebûna jinan a di qada giştî de, ne mîna mafek, mîna gefek îdeolojîk dibîne. Polîtîkayên zayendîparêz û malbatparêz in; jin tenê ji derfetên wekhev ên kar bêpar namînin, di heman demê perwerdehiya wan jî bê bandor dibe. Ji ber ku avahiya aborî wan bi bandor ji holê radike.

Dixwazin jinan ber bi quncikên veşartî yên malê ve bibin

Bazara kar a li Îranê ne ewle, ne wekhev û ne jî ji bo jinan têkel e. Cûdakariya di girtina kar de, polîtîkayên ku mayîna malê teşwîq dikin, polîtîkayên civakî yên ku piştgiriyê nadin karkerên jin, sansûr, serpoşên mecbûrî û mêranîkirina qada giştî hemû, ji bo yek armancê xizmetê dikin; jinan ber bi quncikên veşartî yên malê ve bibin, desthilatdariya baviksalar ji nû ve hilberînin û potansiyela wan bêbandor bikin.

Ne pêvajoyek xwezayî ye; têkçûnek kûr a rêveberiyê ye

Ev koçberiya berevajî ango vegera jinên biperwerdeya ya ji zanîngehê ber bi mitbexê ve, ne pêvajoyek xwezayî ye; têkçûnek kûr a rêveberiyê ye. Sermayeya mirovî ya welat îsraf dike, pêşeroja wê qels dike û valahiya zayendî vediguherîne kûrahiyek polîtîk. Di encamê de ev avahiya otorîter ne tenê azadiyê tepeser dike, di heman demê de bi bêbandorkirina jêhatiyên jinan rûyê xwe yê rastîn jî eşkere dike.