Di êrîşa hewayî Pakistanê ya li ser bajarê Paktîka: 12 sivîl hatin kuştin

Piştî bidawîbûna agirbesta ku 48 saetan domiya, artêşa Pakistanê li ser bajarê Paktîka yê Efganistanê êrîşa hewayî kir. Di êrîşan de 12 sivîlên ku di navbera wan de 7 jin û zarokek hebûn hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan – Duh piştî bidawîbûna agirbesta 48 demjimêrî, artêşa Pakistanê ji hewa ve êrîşê bajarên Efganistan Paktîka, Bermal û Argunê kir. Li gorî rayedarên Talîbanê, di êrîşan de 12 sivîl hatine kuştin, herî kêm 15 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku kesên birîndar bûne zêdetirî wan jin û zarok in.

Gelek mal rûxiyan

Şahidên li cihê bûyerê, ragihandin di êrîşan de gelek mal rûxiyane û hê jî xebatên rizgarkirina mirovan didomin. Artêşa Pakistanê li ser bûyerê, hê daxuyaniyeke fermî nedaye lê medyaya Pakistanê, diyar kir ku hedefa êrîşan çeperên komên Talîbana Pakistanê ya (TTP) yên li nêzî sînor bûne.

Hat diyarkirin ku di rojên dawî de, di navbera hêzên Pakistanê û Talîbanê de li tevahiya xeta sînor pevçûnên dijwar diqewimin. Hefteya borî jî li Paktîka û Kabîlê êrîşên bi wî rengî çebibûn, li gorî daneyên fermî, 5 kes miribûn, 25 kes jî birîndar bûbûn.