‘Zewicandina zarokan dê veguhere pirsgirêkên cidî yên civakî’

Li Îranê ji destpêka sala 2023’an ve heta niha herî kêm 20 hezar û 648 zarokên keç ên ji 18 salî biçûktir hatin zewicandin. Pispora dahûrîner a civakî S.M. diyar kir ku zewicandina zarokan dê veguhere pirsgirêkên cidî yên civakî.

JUWAN KERÎMÎ

Kirmaşan – Li gorî rapora Navenda Îstatîstîkê ya Îranê, ji destpêka sala 2023`an ve heta niha 20 hezar û 648 zarokên keç ên ji 18 salî biçûktir hatine zewicandin. Her wiha di vê heyamê de hezar û 85 zarok bûne dayik. Di raporê de bal hat kişandin ku ji ber zewacêa zarokan nehatiye tomarkirin, hejmara rastîn zêdetir e û hat destnîşankirin ku piraniya kesên di temenê biçûk de hatine zewicandin zarokên keç in.

Rapirsiyên amarên salane yên servîsa nifûsê ya Îranê nîşan didin ku di deh salên borî de zêdetirî 15 hezar zarokên keç ên ji 15 salî biçûktir,li Îranê ji dayik bûne hatine zewicanin û zêdetir milyonek keçên di bin temenê 18 salî de hatine zewicandin. Zêdetirî nîv sedsal e ku mijara zewaca zarokan li Îranê dem bi dem di warên qanûnî, siyasî û akademîk de tê rojevê û rexnekirin. Pispora dahûrînera civakî S.M. ku pirsgirêkên civakî lêkolîn dike, pirsên ajansê me ya de barê zewaca zarokan de bersivand.

'Zewaca di temenê biçûk de dê bi xwe re pirsgirêkên cidî yên civakî bîne'

*Zewaca zarokan û zayîna zarokan di temena biçûk de çi bandorê li dayik û zarokên wan dike?

Gelek mînakên metirsiyên civakî yên zewaca di temenê biçûk de ji bo dayikê hene. Terikandina dibistanê, karê malê yê bi darê zorê, ducanîbûn û jidayikbûna zarokan di temenekî biçûk de, nekarîna jinan ji bo bidestxistina kar û dahatê, zêdebûna xizaniyê, tunebûna ezmûna têr û rast di mezinkirina zarokan de ji bo jinan xeterên cidî ava dikin. Kêmbûna şarezahiyên dayiktî û bavîtiyê ku wek metirsiyek mezin tê dîtin dê di demek nêzîk de veguhere pirsgirêk û zirareke cidî ya civakî. Ji ber temenê xwe yê biçûk û kêm ezmûna jiyanê, nikare zarokê xwe bi rêk û pêk mezin bike. Ango ew jî zarok e û ji bo mezinkirina zarokê ji hêmanên beden, şiyan û derûnî bêpar e.

Bi heman awayî zarokên ku ji dayikek ku hê zarok e tên dinyayê di perwerde û mezinbûnê de jî kêmasiyan dibînin. 1-3 salên pêşî yên her mirovî salên herî girîng ên jiyana wê/wî ne. Ev mirov dê di mezinan de bi gelek pirsgirêkan re têbikoşin. Ji ber ku dayik ji jiyana civakî re têgihîştinek rast û têr neke û mezinbûna wê ya derûnî neqede dê nehêle zarokê wê perwerdeyek rast bibîne û zarok dê di perwerdeyê de pirsgirêkan bibîne. Dibe ku ev zarokên ku ji aliyê dayikên di bin 18 saliyê de hatine mezinkirin, sibê ji şarezayên civakî û takekesî yên guncav bêpar bimînin an jî wêrankirina civakê zêde bikin.

‘Mesafeya di navbera qada civakî-siyasî û olî de kûrtir bû'

Îran jî di nav de dema ku şerîet û fiqih li hin welatên îslamî wek bingeha qanûn û îdarî tê qebûlkirin, îro di warê mezinbûnê de xebatên pir berfireh hatine kirin. Ma ne dem hatiye ku dîn û şerîetê di van qadan de ji zanistê re bihêlin?

Belê piraniya civakê di van demên dawî de ferqa di navbera qada civakî-siyasî û olê de zêde bûye. Civak li gorî rewşa wan a civakî zêdetir mirovan ji hev vediqetîne. Hiqûqên îslamî yên ku di civaka Îranê de serwer in, kêfa hemû mirovan nayê û li gorî vê yekê gelek kes hene ku ji van qanûnan zerarê dibînin û dibin sedema zilm, parçebûn û zirarê. Şoreşa Jinê ji ber ku qanûnên Îslamê li dijî jinan bûn, rabû. Têkoşîna li dijî hîcaba fêrzkirî berfireh bû.

‘Ez bûm şahida çalakiyên ji bo zêdekirina zayîna jinan'

*Li ser mafên pirbûnê û zayendî, saziyên mafên mirovan girîngiyê didin mafê perwerdeyê. Hûn li Îran û Rojhilatê Kurdistanê asta xwendin û zanînê di vî warî de çawa dibînin?

Ji ber pîrbûna nifûsê û metirsiya pîramîda nifûsê li Îranê, siyasetên perwerdehiya zayendî û zayîniyê ji aliyê saziyên dewletê, saziyên sivîl, navendên tendirustiyê û saziyên bi vî rengî ve tên meşandin. Lê belê ev yek tenê îdeolojîk bû, hê jî wisa ye û polîtîkayên hukûmetê li gorî zêdebûna nifûsê ne. Ez bi xwe ev çend sal in li derdora bajarê Senendecê bi çalakiyên civakî re mijûl dibim û ji nêzîk ve şahidiya çalakiyên tund ên sazî û rêxistinan ji bo zêdekirina zayîna jinan bi her awayî bûye dikim. Her wiha gelek jin di warê aborî de perîşan bûne û berpirsên perwerdeyê jî guh nedan vê rewşê û bal kişandin ser ducaniya bê şert û merc.

Kesên ku di temenekî biçûk de tên zewicandin

Belê, zewaca zarokan teqez tundî ye, zewaca zarokan ne tenê zewac û avakirina malbatê ye. Wateya zewaca zarokan, ducanîbûna bi darê zorê, devberdana bi darê zorê, tundiya nava malê, karê malê bi darê zorê û tam êrîşa zayendî ya li dijî zarokan e. Lê belê yek ji van tundiyên ku nayên vegerandin ducanî û zayîna di zaroktiyê de ye. Bi ji dayikbûna zarok re riyeke berdêl û vegerê namîne. Berî her tiştî yek ji encamên zewaca zarokan, paşguhkirina mafên mirovî yên zarok û jidestgirtina mafê wê yê biryardana der barê jiyana wê de ye.

Di zewacê de berpirsiyariyek giran dikeve ser milên zarokên ku dibe ne li gorî şiyana wan a derûnî, hestiyarî û bedenî be. Di zaroktiyê de zewicandin tê wateya bêparkirina ji xwendinê û bi potansiyel windakirina mafê xebatê. Her wiha di zewacên wiha de, bi taybetî di zewaca kur û keçan de ku ferqeke mezin a temenî heye, ev hevjînên ciwan ji ber pêwendiyên hêzê yên ne wekhev ên di nava malbatê de di bin zordestiyê de ne û metirsiya tundiya nava malbatê di hemû aliyan de çêdibe. Keç ne tenê ji aliyê mêrê xwe ve ji aliyê derdora xwe ve jî rastî tundiya cuda (devkî, derûnî, fîzîkî, zayendî) tên.

*Pispor der barê sedemên zêdebûna rêjeya zewaca zarokan de wekî kevneşopî, baviksalarî, cihêkariya zayendî, xizanî û nebûna ewlehiyê rêd dikin. Çima zewacên zarokan zêde dibin?

Ez di civakên baviksalarî de zewaca zarokan weke cihêkariya zayendî dibînim. Amar nîşan didin ku rêjeyek pir hindik ji mêran di bin 18 saliyê de dizewicin û bi îhtîmaleke mezin tu kes û tu şert û merc neçarî wan nake ku bizewicin. Di encamê de rêjeya zewaca zarokên keç ên zêde sedema eşkere ya zexta zayendî ya li ser wan û bargiraniya li ser malbatan e.

Li gorî daneyên Navenda Îstatîstîkê, sedema duyemîn a hejariyê, li deverên ku dahata wan kêm e û li gundan hejmara zêde ya zarokan zewicî ne. Lê ji ber zêdebûna enflasyonê ya dawî û kêmbûna refaha civakî ya civakê, zewacên zarokan jî li bajarên mezin zêde dibin. Bi berçavgirtina enflasyona bilind, daketina hêza kirînê û kêmbûna dahata malbatê, malbat hemû hêza xwe ji bo kêmkirina lêçûnên jiyana xwe bi kar tînin û belkî zewaca di temenê biçûk a keçan de hêsan, rewa, adetî dibînin. Bi rastî jî gelek malbat qelenê zewaca keçên xwe wekî çavkaniya debarê dibînin û ji bo berjewendiyên wiha yên madî, bi qedera zarokên xwe yên keç dilîzin.