‘Zewaca Misyarê zirarê dide jin û zarokan’
Seroka Ofîsa Mafên Mirovan a Helebceyê Gulistan Mihemed bal kişand ser bandorên neyînî yên zewaca Misyarê û destnîşan kir ku divê saziyên pêwendîdar û aliyên berpirsyar li hemberî vê pirsgirêkê tevbigerin û mafên jin û zarokan biparêzin.
MEHRÎBAN SELAM
Helebce – Di nava hinek civakên Misliman de zewaca Misyarê tê kirin. Bi gelemperî, di vê cureyê zewacê de peymana zewacê bi awayekî asayî tê çêkirin, lê hevjîn li hev dikin ku mêr bi domdarî bi jinê re nejî, an jî hin mafên zewacê bi rêkeftina hevbeş werin kêmkirin.
‘Ew dibin sedema dabeşbûnê û civakê wêran dikin’
Seroka Ofîsa Mafên Mirovan a Helebceyê Gulistan Mihemed, ji nûçegihana ajansa me re axivî.
Gulistan di destpêka axaftina xwe de got: “Wekî çalakvaneke sivîl ku bi salan di warê mafên civakî û mirovan de xebitîme, ez difikirim ku awayê karê civakî yê ku li ser torên civakî jî tê parvekirin, di nava civakê de carna dibe sedema dabeşbûn û wêrankirinê. Civaka Kurd xwedî pirsgirêk û mijarên girîngtir e ku divê werin nîqaşkirin û çareserkirin, lê zewac bûye pirsgirêkek mezin û gelek kes, saziyên civakî û olî li ser vê yekê nîqaş dikin.”
‘Mafên jin û zarokan di têkiliyekî wisa de çawa tên parastin?’
Gulistan di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku divê tam bizanibin ka di civakê de çi diqewime û wiha domand: “Em bizanibin piştî ku em rûbirûyê çavkaniyên vê pirsgirêkê dibin. Divê em bipirsin: Gelo ev rewş dikare bandorê li hevjîn û zarokên wê bike? Mafên jin û zarokan di têkiliyek wisa de çawa tên parastin? Û eger pirsgirêkek hebe, ew ê çawa were çareserkirin? Ji ber vê yekê, divê aliyên pêwendîdar vê mijarê bi cidî çareser bikin û zelal bikin. Rola saziyên dewletê di vî warî de girîng e û divê bi cidî were girtin.”
Gulistan Mihemed mînakek jî da û wiha pê de çû: “Gelek rûpel û hesabên cihêreng li ser torên civakî hene. Ji ber vê yekê, Wezareta Karên Navxweyî, ofîs û beşên ku bi tundiya navmalî û civakî re mijûl dibin û Rêveberiya Sûcên Sîber, divê bi cidî li ser van mijaran bixebitin. Bi taybetî jî, di rewşên ku gumanên bazirganiya mirovan an bikaranîna torên civakî ji bo zirardayîna mirovan hene.”
‘Pêdivî bi ji nû ve avakirina bernameyên guncav heye’
Gulistan Mihemed diyar kir ku Wezareta Çandê û medyaya têkildar divê ji bo weşandina gotaran bi berpirsyarî û profesyonelî bixebitin û fîlterekî guncav ji bo naveroka zirardar biafirînin. Gulistan ev mijar wiha şirove kir: “Civak niha hinekî dabeş bûye. Hin kes her gav piştgiriyê didin mijarekê, hinek din jî li dijî wê ne. Ji ber vê yekê, rêzikname û rêbername divê ji aliyê zanyarên olî ve werin danîn ku pirsgirêkê bi zelalî û bêalî rave dikin. Bi taybetî jî, di warê Şerîet û metnên olî de.”
Rola civaka sivîl û çalakvanên civakî çi ye?
Gulistan Mihemed destnîşan kir ku rola civaka sivîl û çalakvanên civakî ya di pêşvebirina diyalogeke guncav û berpirsyar de bi taybetî girîng e û axaftina xwe bi van pêşniyaran bi dawî kir: “Divê ev mijar di çarçoveya rêbernameyan, parastina mafan û metnên qanûnî de were nîqaşkirin da ku maf û berjewendiyên mirovan bên parastin. Ji ber ku mijar ne tenê li ser çêkirina peymanek zewacê ye. Girîng e ku mirov bizanibe ka maf û berjewendiyên jin, zarok û civakê çawa tên parastin. Divê kes tenê şahidiya peymanekê neke an têkiliyekê tomar neke. Divê maf û berjewendiyên hemû aliyan bi awayekî qanûnî û mirovî bên parastin.”