Zelal Ceger: Navenda şerê cîhanê yê sêyemîn Rojhilata Navîn e

Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê derbarê asoyên çareseriya siyasî li Rojava û Sûriyê li bajarê Qamişlo semînerek li dar xistin.

Qamişlo – Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê (YRHC) semînerek di derbarê asoyên çareseriya siyasî li Rojava û Sûriyê li bexçeyê xwendinê ya taxa Xerbî ya girêdayî bajarê Qamişlo – Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyêbi beşdarbûna Endamên Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê, Meclîsa Jin a Sûriyê, kesayetên serbixwe û saziyên civaka sivîl li dar xistin. Semîner ji aliyê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger ve hate bi rê ve birin.
"Şerê cîhanê yê sêyemîn li Rojhilata Navîn tê meşandin"
Zelal Ceger di despêkê de bi xêr hatina hemû kesan kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Îro em her kes dibînin ku şerê cîhanê yê sêyemîn  li Rojhilata Navîn tê meşandin, ev şerê cîhanê yê sêyemîn di Rojhilata Navîn de pêk tê û gelek bandora xwe li ser gelê Rojhilata Navîn kir. Dema ku em vê rewşê bişopînin ji derveyî welatê ku em têde jiyan dikin, hemû welatên di Rojhilata Navîn de di rewşekê pir xirab de ne û bi alozî di hemû milên aborî û siyasî de dijîn. Dema ku em vê rewşê digrin dest, em wek gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di vê rewşê de em çi dikarin bikin, eceba çareseriya vî welatê ku em bidin çêkirin wê çibe, divê ji xwe bipirsin. Di heman demê de di 24 mehê de salvegera Lozanê bû û du sal ma ku sedsala Lozanê temam bibe. Dema sedsal temam bibe dê gelek tişt derkevin pêşberî me. Her wiha yan wê guhertinên pêwist li Rojhilata Navîn çêbibe yan jî guhertinên neyînî çêbibe. Bi peymana Sykes-Pikot tevahî Rojhilata Navîn perçe kirin û niha jî sûd ji vê perçebûnê dibînin. Em niha çawa yekbûna gelê kurd ava bikin li ser vê mijarê dixebitin. Kesên ku dewletên ereban kirine 24 dewlet û Kurdistan jî kirine 4 parçe, pêşeroja sedsaliyê fikirîn e."
 “Bi despêkirina buhara gelan desthilatdarî êdî nehat qebûl kirin”
Zelal Ceger di berdewamiya axaftina xwe de derbarê helwestên gel li hemberî desthilatdariya dewletan wiha anî ziman: “Êrîşên ku li ser Rojhilata Navîn tên kirin, em dihesibînin êrîşên kapîtalîzim li ser civakbûna civaka Rojhilata Navîn in, ev êrîş ne tenê kurdan dike hedefa xwe, hemû gelên di herêmên de di nava van êrîşan de dike hedefa xwe. Di salên berê de hemû gel li her cihî rastî komkujiyan hatin, di salvegera komkujiyan de jî hertim em soza tekoşîna xwe nû dikin, ji bo ku ev komkujî careke din neyên dûbare. Em wek Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê barek giran li ser milê me ye, loma em li hember hemû desthilatdariyê disekinin. Dema bihara gelan dest pê kir, helwesta gel li hember desthilatdariyê bû. Gel bi vê yekê helwesta xwe li hember desthilatdaran bi awayekê şênber raxist li ber çavan. Dewletên ku di navbera gelan de perçebûyin çêbike, tucar ew gel qebûl nake û niha herkes pê çareseriyêye û têkoşîna vê jî tê dayîn. Şerê ku niha li tevahî deran rû dide şerê mezheb û neteweyî ye. Piştî ku DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk çû siyaset rawestiya û piştî demekê vîrûsa Korona avakirin. Pêvajoya ku niha em dijîn dewlet dixwazin heymana xwe bidin çêkirin û ji xwe re derfetan derxînin ji bo ku siyaseta xetimî sererast bikin."
"Çareseriya aloziya Sûriyeyê pergala Rêveberiya Xweser e"
Zelal qala alozî û çareseriyên Sûriyê kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Tekoşînek mezin ji aliyê gel ve li Rojhilata Navîn heye û tê meşandin, li hemû herêman pirsgirêkên siyasî û aborî tên jiyan kirin û di eynî herêman de jî berxwedan û tekoşîneke mezin ji aliyê gel ve tê meşandin. Dema ku em li Sûrî dinerin, çareseriyên ku li Sûrî ku hatine danîn û heta roja îro, tu kesî ji bo Sûrî tu çareserî nedaniye, ne civînên Cinêfê ne Estana û Sûşiyê ê ne li tu deveran, hertim nêzîkbûnên wan tu çareserî nehat dîtin û danîn. Ji bilî Rêveberiya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tu kes tuna ku çareseriyê deynin, ji ber ku em dibînin pergala Rêveberiya Xweser çareseriya aloziya Sûriyê ye, lê kes sîstema rêvebriya xweser qebûl nake, ji ber ku çareseriyên me li hemberî desthilatdariya dewleta ne. Her kes bi rengekî cuda cihê xwe li vî welatî girtiye, mixabin navenda şerê cîhanê yê sêyemîn di welatê me de ye, loma jî her kes lê vê derê xwe bi cih kiriye, her wiha ji her kesî zêdetir em pê bandor bûn. Lê me karîbû ku em li ser lingê xwe bisekinin, sîstem û hêzên xwe bidin avakirin û xwe bi rê ve bibin."
 “Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê pilanên beriya sed salî ne”
Zelal bal kişand li ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûr û Bakûrê Kurdistanê û wiha pêde çû: "Li Bakûrê Kurdistanê AKP’ê êrîşekî dijwar li ser HDP’ê dide meşandin, ji ber ku dema partiya HDP’ê bidin sekinandin û bigire  dengê  gelê kurd wê belav bibe û di nava hilbijartinan de wê dengê xwe bidin gelek partiyan, loma bi van kiryaran dixwaze xwe xilas bike, ji ber Gelê Kurd dengê xwe bidin kijan partiyê ew partî ser dikeve. Loma beşek faşîst hene bi partiya AKP'ê re ne û bejek jî li dijî partiya AKP'ê ne. Mixabin Gelê Kurd bi awayekî du parçe disekinin, beşek dixwaze welatê xwe ji dagirkeriya tirkan xilas bike û beşa duyem jî bi navê ol bi partiya AKP'ê re dixebitin.  Her wiha dewleta tirk Bakurê Kurdistanê kiriye mîna zindanek vekirî, kî axaftinek kurdî bike roja din dikeve zindanê. Dewleta tirk ji 23'yê Nîsanê ve êrîşî axa Başurê Kurdistanê dike, armanca van êrîşan ewe ku axa Başurê Kurdistanê dagirbike û PKK'ê lawaz bike. PKK'ê bi fikrê Rêber Apo derketiya pêş û tucar tune nabe. Pilanên dewleta tirk li hember Başurê Kurdistanê ne ji îro ve ye, beriya sed salî ev pilan hatine danîn. Ji bo ku şerê birakojî çênebe divê PDK'ê bi dewleta tirk re nebe alîkar, berovajî divê yekîtiya xwe ava bikin û çareseriya yekîtiya kurdî bibînin. 
 “Li hemberî dagirkeriyê pêwîste em jiyaneke hevbeş ava bikin” 
Zelal herî dawî diyar kir ku li hemberî kiryar û êrîşên dewleta tirk pêwîste jiyaneke hevbeş were avakirin û wiha bi dawî kir: “Lîstokên ku niha di herêmên me de hene, em dibînin her roj teqîn çêdibin, destê hemû dewletan têde hene, vê yekê dikin ji bo ku aramî di herêmê de nemîne. Her wiha bi lîstokên qirêj kurd û ereban radike hevdu, bi van kiryarên xwe yên qirêj dixwaze ku nêzîkbûneke ne baş derxe li pêş. Nêzîkbûnên me jî ji van kiryaran re ewe ku em jiyaneke hevbeş û wekheviya gelan avabikin. Em wek gelê di herêmê de, me bindestî qebûl nekir, di ber welatê xwe de em canê xwe feda dikin, em tu carî teslîm nabin. Mirinek heye bi rûmet û mirinek heye bi teslîmkarî, cudahiyek manewî heye, ev cudahî ji bona pêşeroja gelê herêmê xebatekî me yê esasî hatiye meşandin. Em wek gel pewîste em zanibin ku helwesteke çawa bidin diyar kirin û destkeftiyên vê şoreşê bi çi rengî biparêzin.”