TAJÊ bernameya xwe ya 8’ê Adarê ragihand
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi rasthatina Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê 8’ê Adarê bi dirûşma ‘Em ê Bi Rihê 8’ê Adarê Hebûna Xwe Biparêzin’ daxûyaniyek da.
Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li baxçeyê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan yê li Geliyê Kersê bi daxûyanieke bernameya 8’ê Adarê eşkere kir. Daxûyanî ji aliyê Endama Koordînasyona TAJÊ Rîham Hesen ve hat xwendin. Di daxûyaniyê de hat diyarkirin ku civaka Êzidî di qonaxeke hesas de derbas dibe û wê weke jinên Êzidî bi hêza xwe ya rêxistinkirî tekoşînê bilind bikin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Em bi rihê banga ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ roja jinên kedkar a cîhanê 8’ê Adarê di destpêkê de li mîmarê aşitî û rêhevalê jinên leheng ên serdema Jin, Jiyan, Azadî li Rêber Apo pîroz dikin. Dîsa roja jinan a cîhanê li tevahî jinên azadîxwaz û gelên berxwedêr pîroz dikin.
Dîroka tekoşîna jin bi destanên lehengan hatiye nivîsandin, em di şexsê jinên ku di roja 8’ê Adarê de li hemberî neheqiyê serî hilda ye, tevahî şehîdên şoreşa jinê, her wiha jinên ku di fermana 74’an de li dijî tarîtiyê bûne ronahî bibîr tînin û dibêjin wê tekoşîna bi rûmet a mirovahiyê ku bi pêşengiya jinê tê hunandin bi ser bikeve.
‘Planên xeternak û qirêj ên li ser Şengalê di dewrê de ne!’
Em weke jin û civaka Êzidî di merheleyeke pir hesas de derbas dibin. Li ser erdnigariya em lê jiyan dikin pêşketinên bi lez ên siyasî û leşkerî çêdibin. Tevahiya herêmê di guhertin û veguhertinên nû re derbas dibe. Siyaseta şer, qirkirin û dagirkeriyê yê di herêmê de xistine dewrê û ev li ser civaka me jî bi xwe re xeteriyên mezin ava dike. Weke civak bi leyîstok û planên nû yên pir xeternak û qirêj re em rûberû ne. Beriya 11 salan me, fermaneke wisa jiyan kir ku hîna mînaka wê, di dinyayê de nehatî dîtin. Armanca wê fermanê ew bû, weke civak em di aliyê çand û baweriya Ezdayetî de ji holê bihatana rakirin. Lê ew plana qirkirinê neçû serî.
‘Me riya xilasiyê di berxwedan û tekoşînê de dît!’
Di nava 11 salan de em bûn xwedî hêz, îrade û civakeke rêxistinkirî. Em di ezmûna xweparastinê re derbas bûn. Weke jinên Êzidî em beşdarî vê berxwedana bi rûmet bûn. Me riya xilasiya ji fermanê di berxwedanê de îsrarkirin û tekoşîn pêşxistinê de dît. Em li vir careke din dibêjin bila tû kes, hêz û alî li ser tinebûna me hesabên xwe yê qirêj neke. Çawa ku me heta niha planên li dijî hebûn, îradeya me dike hedef vala derxist em ê vê carê jî bi zanebûna em ne civaka Êzidî ya beriya 2014’an ne vala derbixînin.
Di dîroka tekoşîna azadiya jinê de roja 8’ê Adarê xwedî cihekî taybet û bi wate ye. Ji roja ku jin ji civakîbûyînê, civak ji xwezayê hatî qutkirin heqîqeta jina azad bi windahiyeke dîrokî a mezin re rûberû ma. Ev windahiya mezin û bi êş di sedsala 21’emîn de, bi lêgerînên bêhempa yê Rêber Apo ên dîrokî, felsefî, civaknasî û zanistî bi şoreşa Jin, Jiyan, Azadî hatî tacîdar kirin. Mirovahiya ku li dora nasnameya jina azad, li hemberî pergala mêr-dewletê bi eksena navend dêxwez de li ber xwe dide. Pergala kujerê qastîk mîna cinawirekî lêhatiye. Li hemberî serdema lehengiya jinê, pergala dijî komînalîteya civakî bi bîrdoziya netewperest, zayendperest, olperest û zanistperestiyê êrişî rûmet û nirxên jinê dike.
‘Em bi heqîqeta serdema lehengiya jinê 8’ê Adarê pêşwazî dikin!’
Em bi rihê Jin, Jiyan, Azadî, bi heqîqeta ‘Serdema Lehengiya Jinê’ roja 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Dem hatiye em jiyaneke ku tê de cîhana jinê lê serwere ava bikin. Êdî tekoşîna jinan hem vê rastiyê îspat kiriye, hem xûyanî kiriye. Dîroka tekoşîna bi destxistina roja 8’ê Adarê bi kedeke bêhempa ya jinê di roja îro de bi heqîqeta dêxwez re tê hunandin. Mîna keziyeke li ser bedena şervaneke jin dibe heqîqeta tekoşînê.
Divê jin li dijî gefên li ser Şengalê tekoşînê mezin bikin!
Pêvajoya banga ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ saleke xwe temam kir. Rêber Apo di ev pêvajoya salekê de kedeke bêhempa û tekoşîneke dîrokî li dijî zihniyeta înkar û qirkirinê meşand. Bi gavên avêtî re hemû jiberkirinên demborî ji holê rakirin. Hêzên komploger careke din li dijî projeya Rêber Apo di dewrê de ne. Êrîşên li dijî şoreşa Rojava û plangeriyên qirêj yê nû ku li dijî Şengalê di dewrê de ne komployên li dijî pêvajoya Aşitî ye ne. Divê di serî de em jin li dijî vê planê tekoşînê mezin bikin û vala derbixînin. Divê hemû mirovahiya azadîxwaz û jinên li dora felsefeya jin, jiyan, azadî kom bûne xwedî li keda Rêber Apo derkevin. Îro bi rihê banga Aşitî û Civaka Demokratîk roja 8’ê Adarê pîroz bikin.
Em bang li tevahî jinan dikin bila dakevin qadan û ji bo pêşî li qirkirina jin, civak û xwezayê bê girtin dengê xwe bilind bikin û ji bo avakirina tekoşîneke hevpar destê xwe bidin hevdû.”
Bernameya 8’ê Adarê wiha ye;
*Wê li ser roja tekoşîna 8’ê Adarê semîner bêne dayîn
*Wê sardana Hêzên Ewlekariya Hindirîn were kirin.
*Wê şahî werê lidarxistin
Bijî tekoşîna jin, jiyan, azadî!
Bijî serdema lehengiya jinê!
Bijî Rêber Apo!
Bijî rihê 8’ê Adarê!”