Zehra, Hebûn û dayika Emîne li Eyn Îsa hatin bi bîr anîn

Rêxistina Kongreya Star ya navçeya Eyn Îsayê girêdayî Kantona Girê Spî- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyê Helincê bi bîr anî.

Eyn Îsa- Dewleta tirk di 23`ê Hezîranê de bi balafireke bê mirov (SIHA) gundê Helincê bombebaran kir. Di encama êrîşê de Endama koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Endama Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan.
Bi wesîleya yekemîn salvegera komkujiyê, Rêxstina Kongreya Star ya navçeya Eyn Îsayê li navenda xwe civîn li darixstin. Di civînê de bi dehan ji Endamên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, meclîsên sivîl û yên leşker amede bûn.
Civînê bi deqeyek rêzgirtin destpêkir, pişt re Endama Koordînasyona Kongreya Star ya Herêma Firatê Hedle Hesen axivî.
Hedla Hesen komkujiya Helncê derheqê jinên têkoşer de şermezar kir û wiha got: "Divê em li dijî hêzên ku hewil didin me bindest û serîtewandî bihêlin, têkoşîna xwe bilind bikin. Pêwîst e em bi vîneke xurt beşdarî nava refên azadî û şoreşê bibin. Dewleta tirk rojane êrîşî destkeftiyên me dike, bi hedefgirtina Zehra Berkel e dijmin teqez kir ku dixwezin nasnameya jina têkoşer tune bikin. Ji bo ku em tola Zehra, Hebûn û dayika Emîne hilînin divê  em rêxistinbûn û têkoşîna xwe ya li hember dewleta tirk bikin yek. Em paşeroj û pêşeroja xwe birêxistin bikin û em şoreşa xwe bihêztir bikin."
Civîn bi  dirûşmeyên "Jin, jiyan azadî" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.