Di nav koçberiyê de jinên Sûdanê zêdetir zehmetiyan dikşînin

Di encama şerê berdewam ya di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Parastina Lezgîn de, êş û zehmetiyên jinên koçber ên neçar manê ji cîhên koçber bibin zêde dibin.

AYA ÎBRAHÎM

Sûdan – Krîza koçberiyê li Sûdanê ya herî mezin li cîhanê ye, gelek jinên Sûdanî ji ber kirîzê di rewşeke xirab de dijîn. Hejmareke jinên koçber neçar man navendên stargehan raxînin, hejmareke ji wan jî li riyên debarê digerin, di navbera herdû rewşên zehmet de jî gelek kes di şer de bê cih û war in û nikarin xwe bighînin cihên bi ewle.

Hemarek navendên stargehan li eyaletên Sûdanê tijî koçberên jin ên ji ber şer reviyane ne, gelek jinên koçber neçar mane 2 caran koçber bibin, ji paytexta Xertûm ber bi bajarê Wedmedenî li eyaleta Cizîrê li navenda welat koçber bûn û hinên din piştî Hêzên Parastina Lezgîn dest danîn ser berê xwe dan eyaletên din, ev jî bû sedem ku êş û azarên wan hîn zêdetir bibin.

Bi malbata xwe re neçarî koçberiyê bû

Rojnamevana Sûdanê  Sara El-Teyib got ku wê û malbata xwe du caran neçar mane koçber bibin û got: "Ez bi malbata xwe re ji paytexta Xertûmê ber bi bajarê Wedmednî bi meşê hatim, piştî çend rojan me dikarîbû xwe bighînin bajarê Bortsûdanê jî tevî ku ne zêde dûr e jî, li wê derê kiriya xaniyan û her tişt pir buha ye."

‘Em edî di milê derûnî de ne rehet in’

Zeyneb El-Semanî El-Dew yek ji wan jinan ne ku neçarî koçberiyê bûye û ji herêma Darfor ya Rojavayê Sûdanê ye, got ku ew di dema koçberiyê de gelek cîh gûhertiyê , di vê rêwitiyê de gelek êş dîtine û got: “Rojên koçberiya min gelekî zehmet bû. Em li Bortsûdanê di ewlehiyê de ne lê em di milê derûnî de ne rehet in ji ber em dûrî malbata xwe ne."

Tevî rewşa zehmet ya koçberên jin ên Sûdanê dijîn jî, nirxên pereyên biyanî li hember Cinêha Sûdanê gelekî bilind bûne, nirxê Dolar gihîştiye 1600 Cinêhên Sûdanê, ev jî bandor li nirxên kel û pelan dike.

Ji ber şer mamoste nikarin maaşên xwe bistinin

Mamoste Recaa Cafer ku li eyaleta Xertûmê mamostetiyê dike got ku ew piştî gelek zehmetiyan ji Xertûmê koçber bûye û berê xwe daye Etbera li Bakurê Sûdanê û ji wir ber bi Bortsûdan ve û destnîşan kir ku ew di navendeke stargehê de dijî û nikare rewşa jiyanî a zehmet biqedîne û got: “Ji beriya 8 mehan ve me pereyên xwe nestandine, em dizanin rewşa welat di şer de ye û ne baş e lê divê karkerên dewletê rewşeke wan a taybet hebe.”

‘Rewşa me ya jiyanê xerab e’

Sumeye Hesen ku temenê wê 50 sal derbas kiriye got ku krîzê hişt ew ber bi nediyariyê ve biçe, hewil dida hêsrê xwe nebarîne û tişta têre derbas dibe xuya neke, li kêlek wê jî Samiya Mihemed heye got ku ew bang li herdû aliyên bûne sedema krîzê kir ku şer rawestînin û got: “Em ji jiyanê westiyan, rewşa me ya jiyanî xirab e.”

Sulafa Hamid Ehmed El-Bedewî ku bi dilxwazî di rêxistina alîkariyê de kar dike got ku koçberkirina wan gelekî zehmet bû û destnîşan kir ku piştî ew ji Xertûm derketin bi 3 rojan gihîştin cihên ew dixwazin û ew rastî jiyaneke dijwar tên, hêvî kir ku aştî û aramî pêk were û hemû Sûdanî vegerin warên xwe.