"Zarokên me parastina axa xwe dikin"

Gulçîn Mislim Xelîl a ji Kobanê derbarê barê êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê nêrîna xwe anî ziman û got: "Em bi zarokên xwe yên bi welaparêzî hatîn mezin kirin û parastina axa xwe dikin serbilindin û heta dawiyê em piştevanê zarokên xwe ne.”

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Dewleta tirk di 23`ê Nîsanê de bi êrîşên hewayî û bejahî êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê kir. Li dijî êrîşan li seranserî  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên cur be cur hatin li darxistin. Herî zêde jî dayikên ku zarokên wan di parastina xaka Başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane helwestên tund nîşan dan. Dayika 8 zarokan Gulçîn Mislim Xelîl a 70 salî kurê wê yê bi navê Mahîr dema parastina axa Başurê Kurdistanê dikir di 1994`an de li çiyayê Metîna yê Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dide û keça wê jî berî 24 salan beşdarî nava Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê bûye û niha di nava ciwanên Kurd ên parastina axa xwe dike de ne.
Gulçîn a zarokên wê li ber destê wê perwerdeya welatperweriyê dîtine wiha got: "Min di ciwantiya xwe de Rêber Apo û Tevgera Azadiyê nas kirin, heger şervan tunebin, hebûna me jî di tehdîdê de bû. Hebûn û tunebûna me şervanên me ne, ew ji bo me rih û can in. Her çendî hêzên Kurd gelek bin lê ji bo me şervanên Tevgera Azadiyê bingeh in. Dewleta tirk bênavber êrîşî çiyayên Kurdistanê dike lawê min Mahir li çiyayê Metîna yê Başûrê Kurdistanê şehîd ket, leşkerên tirk jî niha êrîşî wê herêmê dike. Heger hikûmeta herêma Kurdistanê alîkariyê bi Tirkiyê re neke, ew tu carî jî nikarin li ser axa Başûrê Kurdistanê tevger bikin."
"Wê serkeftin a gelê Kurd be”
Gulçîn Mislim ciwanên kurd ên berevaniya axa xwe dikin silav kir û got: "Çawa dewleta tirk li Garê têk çû, poşman bû û vegeriya, wê li Zap, Metîna û Avaşînê jî têk biçe. A niha dewleta tirk rêberê me girtî ye û bajarên me dagir kiriye her wiha ava çemê Firatê li ser me qut kiriye. Tirkiye ji bo me qir bike har bûye. Em Gelê Kurd ne yên berê ne, keç û xortên me bi çekên xwe bênavber têdikoşin. Ji lewre ez bi dil û can şervanên Tevgera Azadiyê li çiyayên azad silav dikim û em bi şev û roj ji wan re dua dikin."